Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya zindankirina Zara Mihemedî riswa û þermezar dike
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 12 íäÇíÑ 2022
Mijar: Nûçe



Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi tundî binçavkirin û zindankirina Mamostaya Zimanê Kurdî Zara Mihemedî bi destê rêjîma Îranî ya kurdkuj û dagîrker riswa û þermezar dike û daxwaza bidawîkirina tawanên rêjîma Îranî yên dûr ji hemî yasayên mirovî li dijî gelê kurd dike, bang li rêxistin û saziyên mafên mirovan ên nêvdewletî û herêmî dike ji bo bi fermîkirina Zimanê Kurdî bi hemû zarav û þêwezarên wê ve.


Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya herdem piþtgiriya hemû hewldanên parastina nasname û çanda neteweyî ya gelê kurd li her navçeyeke Kurdistanê dike û herwisa piþtgiriya Kampaniya Zimanê kurdî li Rojhilata Kurdistanê dike, ku mafekî xwezayî yê gelê me ye, lewra destxweþiyê li Zara Mihemedî û hemû mamosteyên Zimanê Kurdî dike ji bo perwerdekirin û fêrkirina zarokên me bi zimanê xwe yê dayikê.

Azadî bo Zara Mihemedî
Bijî kurd
Bijî Kurdistan
Her bijî Zimanê Kurdî
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
Qamiþlo 12.01.2022








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5674