Melkemot
Dîrok: ÇáÎãíÓ 23 ÏíÓãÈÑ 2021
Mijar: Nûçe



Dr. Xelîl Omar

Qey karê min nema, bilî ko ez li ser vê riyê  herim û bêm! Ev hivqas sal ez ruhê xelkên distînim, min kesek mîna Hemzo ruh bi dims nedîtiye! Dengê Melkemot ji der ve hat û pê re bû reqi-reqa diran û teþkên mêrikê nexweþ. Çima na; Hemezo bi çavên serê xwe li ber pencerê reþê Melkemotê ko mirov wî carekê bi tenê di jiyana xwe de dibîne!..


Vêca wê çi xweliyê li serê xwe ke? Mêrikê malê xwe amadenekiriye ji bo dilovaniyê û tew binêt bû, ko berî mirinekê, lawikê xwe yê diwazde salî bizewicîne û herwisa xistibû bala xwe, ko biçe hecê, nexasim îsal mûsim berbixêr bû! Gellek tiþt ji niþkê ve tên; lê ev mîrata han, ra lê nabe û mirov li ber, bê desthilane û Melkemot li tu pellan naxwîne! ..Ne wasîte li cem  heye û zewac tew ne di bala wî de ye, ( min dikarîbû keçeke xwe dabayê û devê wî ji ser xwe gerandiba!).
..Dimîne ko ez xwe bavêjimê, bê dîsan li rojnama xwe  meyzenake, belkî di navnîþanê de þaþbûbe, þevê çûnî min bi qulla guhê xwe bihîst ,çawa Ebaso li ser sicadê nifir li ruhê xwe dikir û dixwest  ko Xewyê  ruhê wî bistîne çimgî kaxezên hevcivîna wî li Elmaniya qebûl nebûn!
- Ez gorî, Xweda emrê te dirêjbike! Ka tê dîsan li rojnama xwe meyzeke?  Ez xulam, evaya ruh e ne sêniyek burxul e! Hemzo bi tirs û melûlî ji Melkemot  xwest û zîvirî ser kevaniya xwe û lê rabû: ma ruhê te wê bêstendin?! Rabe ser xwe ji çayekê, ji qehwakê ji mêvanê me re çêke?    Melkemotê bejinzirav, yê ko bejn lê tewya ye! ..Xwediyê naperûþkên mîna misasan û pirça `evorî û çavên berbijor aelaþtî nexasim çavê ortê, yê sor bû ye û li hawakî dilîze dihêle ko mirov jê navqetandî bibe û ruhê xwe bi hesanî bispêrê.  - ..m..m. þaþtiyeke heye! Tu li ku û mala bavê li ku! Ezê careke din bêm wî emanatê li cem te bistînim! Melkemot got û rûpelek ji rojnamê jêkir û xiste bêrika xwe.  Finikên bêvilê li Hemzo fireh bûn û bû helk-kelka wî û ji kêfan re destên xwe avêt hibriya Ferîda û di qirrikê de bada. Bihn li rebenê çikya û hustû lê xeliya û heger ne ji Melkemot ba, ewê Hemzo bi destên xwe ruhê wê stendiba.
- Min dizanîbû ko þaþtiyeke heye, wilo nuqutîbû dilê min! Hemzo di gorrê de got û keserek rada û dîsan serê xwe danî.

      ××××××××÷÷÷÷÷÷÷××××××××÷÷÷÷÷        







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5667