Ji bîranînin welatperwerkî kurd (Kazimê Hisên ê Es`ed)
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 10 ÏíÓãÈÑ 2021
Mijar: Nûçe



Bavê Zozanê

Bavê min hêja Hisênê Es`ed e(1895-1980) serokê êla eşîra (Binyar Alî)bû  ku jimara gundên eşîra me dor 52 gundiye li Cizîra Sûrî ku ji gundê  (Xrab kurt) dest pêdike ta li  (Gir Misîn)di sekine.
Vêce roleke mezinî niştimanî ya vî rêzdarî li Cizîrê hebû ku dijî kolonyalîzma Fransî li Sûriya rabû,ji xwe berî wî jî apê min rêzdar Tahir axa serokê êlêbû ku ew bi xwe jî yek ji welatparêzên kurd bû ku di sala 1942an de çû ser dilovanuya Xwedê .


Rola rêzdar bavê min Hisên ê Es`ed di sala 1942an de û ta serxwebûna Sûriyê berz û xuyanî bû bi rengekî mezin li herêmê bi tevahî  wisa ku  Çek dikirîn ji wan jî(Reşaşe) û ji berxwedana niştimanî ya Sûrî re dişandin-Rêdikirin- wisa jî cendermê Sûrî yên ku hatibûn dorpêçkirin li layê Franse ve li baregehên Qamişlo ew bi cil û berk û xwarin dikirin.Bi şev ew yarmetî bi dizî û veşartî di bin siya  tirsa fransa de rêdikirin û digihişta cihên pêdivîdar.
Hêja ya gotinê ye ku  Şêwermendê Fransî pir aciz bû ji çalakiyên rêzdar Hisên ê Es`ed li Qamişlo û yarmetiya wî ya nehînî ji niştimanvaniyan re, lome şêwermend ew xweste bîriwa xwe ,jê xwest ku dev ji vê rola ku pê radibe biqere,
rêzdar Hisên ê Es`ed  xwesteka Şêwermendê Fransî bi cî nekir , protsto kir û bi acizbûn ji bal derket.
Careke din ew xwestin lê vê carê doz  ji Kolonêl yê Fransî ji Hisîça hat dîsa eynê xwestek jê kirin ku xwe ji welatparêzan dûr bikê lê ewî dîsa eynê bersiv da wan ku ew dev ji rola xwe ya niştimanî bernadê.
Hisên ê Es`ed wek çavdêr û çavnêr bû li ser hemî bûyerên ku li herêma cizîrê çêdibûn wek ku kel û pel û xwarin ku dighande baregehên derekan ku hatibûn dorpêçkirin ji sala 1945 an ta derketina leşkerê fransî di 17 avrêla 1946an de.
Hêja Kazimê Hisên ê Es`ed dibêje -wek dîtin û nerînin wî- li ser wê qunaxê ku dema firinsiyan xwe amede dikir ji bo çûnê ji bo derketinê ji Cizîrê ,tevahiya niştimanvaniyên sûriyê ji hemî êl  û ol û netewan  ji Hisên ê Es`ed xwestin ku wan û malbatan  bi parêzê ji fransiyan û biradostên wan,dibêje:
Bavê min meznên (serekên)êlê  civandin û bi wan re rûnişt,Şêxmûsê Derwêş,Xalibê Derwêş,Ferhanê Silêman,Cemîlê Brahîm,Aliyê Dawid,Behrî,Hac Azîz,Hesenê Ebdulrihman,Mecîdê Brahîm,Es`ed ê Silêman,Brahîmê Silêman,-mezinê malbata (Miho Teze)
Wisa komên çekdar avakirin bo parastina hevwelatiyan li bajarê Qamişlo ji wan :Dawidê Hedad,Abdulrezaq Çelebî Kinco,Mihsin Çelebî Kinco û mixtarê Keyê Qamişlo Kamilê Xetîb,Alî Qencê.
Ew giropên ku hatibûn damezrandin her şev bi erkê parastina milet radibûn ku her nobeteke wan  ji du kesên çekdar pêkdihat .










Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5659