Mijarên gerim
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 08 ÏíÓãÈÑ 2021
Mijar: Nûçe



Ebdûlazîz Qasim

Tirkiyê û Îran, bi bernameyên cuda û bi mifawergirtin ji lawaziya rola Amerîkî- Europayî di krîza Sûriyê de, bûne du dewletên xwedan pêgehên girîng di Sûriyê de.

Piþtî serhildana xelkê Sûriyê li dijî diktatoriya Be`is, rejîma Sûriyê dît ku milîsên Îranê û Hizbullah nikarin desthilatdariya wê biparêzin, lewra bi fermî daxwaza piþtevaniya leþkerî ji Moskoyê xwest, û di 30`ê Îlona 2015`an de bo yekem car hêzên esmanî yên Rûsyayê dest bi oparseyonên leþkerî di Sûriyê de kir.


Rûsiya piþtgiriya rejîma Sûriyê ne tenê li ser asta leþkerî kir, herwisa li ser asta biryarên navdewletî jî kar û xebat ji bo mana rejîmê kir û zêdetirî 9 caran vîto li encûmena ewlekariya NY ji bo berjewendiya rejîmê bikar anî, herwisa ligel Tirkiyê û Îranê hewlên cidî kir ku Astana bibe alternatîv ji “Cinêvê” re ji bo pûçkirina biryarên navdewletî yên berê derbarê çareserkirina krîza Sûriyê.

Lê niha xuya dibe ku ew hevpeymaniya sêqolî ya derbarê Sûriyê, di navbera Rûsiya û Tirkiyê û Îranê de, ber bi hilûþandinê ve diçe, bi taybetî ku nakokiyên Rûsiya û Tirkiyê li ser Idlibê hene, tevî bêdengiya Rûsiya li hember êrîþên esmanî yên Îsraîlê li ser leþkergehên milîsên Hizbullah û Pasdarên terorîst di nav axa Sûriyê de.

Niha nûkirina rêkevtina Bercamê û danûstandanên li Viyenê yên li ser bernameya navikiya Îranê, mijarek herî gerim ya rojevê ye, ku dibe li ser encamên danûstandinên Viyenê gelek amadekariyên nû peyda bibin, nemaze li Sûriyê û Îraqê ku pêgehek mezin ya Îranê di van herdu welatan de heye, tevî ku li gorî dîtin û xwendina piraniya çavdêr û þirovekarên siyasî ku wê ti encamekî van danûstandinên ligel rejîma Îranê nebe, nemaze ku Amerîka heta niha bi awayekî rasterast beþdarî danûstandinên Viyen nebûye û pêþmercên Îranê nehatine erêkirin.

Li hember lawaziya rola Amerîkî, herî berbiçav ku îro renge hevpeymaniyek Erebî-Îsraîl ketiye rojevê û helwestên cidî li ser zêdexwaziyên Îranê yên navikî û herwisa yên leþkerî di Sûriyê de digire, heta ku Îsraîl li hember danûstandinên Viyen helwestek cuda ji nerînên Amerîkî û dewletên Ewropî “Birêtaniya, Fransa û Almaniya” heye, û dûr nîne ku Îsraîl bi êrîþên esmanî bernameya navikiya Îranê wekî heman bernameyên navikî yên Sûriya û Îraqê ji nav bibe.

Hevpeymaniya Erebî - Îsraîlî, ku netenê hevpeymaniyek leþkarî yan aborî ye, wekî NATO û Shanghai û hevpeymaniyên din, zêdebarê ku heta derbasî mijarên olî jî dibe “ola Îbrahîmî”.

Amerîka û herwisa Îsraîl jî pêdagiriyê li ser jinavbirina bernameya navikî ya Îranê dikin, tevî ku Îsraîl bi ti awayî hebûna Îranê li Sûriyê qebûl nake, ji aliyekê din ku Tirkiyê roj bi roj dikeve di alozî û qeyranên siyasî û aborî yên mezin de, ku nayê qebûlkirin di hevpeymaniya Erebî-Îsraîlî de, tevlî têkiliyên wê yên xurt ligel Dubey û hin welatên Erebî, ji aliyek din ve ku Tirkiyê nikare bibe beþek ji hevpeymaniya deriya Spî “Fransa, Misr, Îsraîl, Qubris, Yonanîstan ..”, zêdebarê qeyrana wê ya aborî ku ber bi tunêlek tarî ve diçe.

Jinavbirina bernameya navikiya Îranê, û lawazkirina pêgeha wê li Sûriyê û Îraqê, wê bi mifayek mezin li tevaya navçeyê vegerê, û goman di wê yekê de nîne ku lawazbûna rola rejîma Îranê û herwisa dûrxistina Tirkiyê ji hevpeymanî Erebî- Îsraîlê wê bibe fakterekî girîng ji bo çareserkirina pirsa netewî ya gelê Kurd.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5657