Diyardeya Xelatkirinên Rewşenbîrî li Rojavayê Kurdistanê
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 03 ÏíÓãÈÑ 2021
Mijar: Nûçe



Xalid Cemîl Mihemed

Rewşa xelatkirinê li Rojavayê Kurdistanê

Di van çend salên dawî de, li civaka Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê, li welat û diyarsporayê, bi heman awayî, xelatkirina hunermend, rewşenbîr, dahêner, helbestvan û nivîskaran, bi piranî, bi awayekî heremekî yê bêserûber, ji gelek aliyan ve, bi bêyî pîvan û nirxandineke rexneyî û zanistî ji berheman re, bûye diyardeyeke berbiçav, bi awayekî ku pêkan e mirov bibêje, êdî rengek ji sivikayetiyê bi xelatkirinê û kesê xelatkirî û berhemên rasteqîne tê kirin.


Helbet ev gotin nayê wê wateyê ku ew xelatkirin ne cihê spasiyê ne, lê belê pêwîstiya vê rewşê bi sazkirin, serastkirin û çareserkirineke baştir heye, serbarî spaskirin û destxweşiya hemû aliyên ku bîra xelatkirina kesên hêja dibin û li gorî karînên xwe wan xelat dikin. Ji bo ku binema û sînorek ji vê rewşa bêserûber re bê danîn, pêwîstiya wê bi nerîneke rexneyî heye, herwiha pêwîstiya wê bi nîşand û pêşniyarkirina çend binemayan e,  ku dibe rêgiriyê li ber vê diyardeyê bike, ji bo rêçareyek ji vê tevliheviyê re bê dîtin.
Ev xelatkirina ku rast û çep û bêserûber, li gorepana rewşenbîriya Kurdî belav bûye, tevî ku dilsozî tê de heye, lê ji aliyekî din ve, rengek ji sivkayetî û erzaniyê wergirtiye, wiha jî berhem û dahênerên serkeftî, şiko û giranbihaya xwe di nav vê rewşa tevlîhev de, jidest didin yan jî têne piştguhxistin û di tariyê de dimînin. Derbarê vê yekê, kesek yan çend kes, li gorî xwestek, arezû, pîvan û berjewendiyên xwe yên kesayetî û taybet, ne li gorî mercên pêwîst û guncaw, ne jî bi rêya komîteyên pispor û bêlayen, li vî aliyî û wî aliyî, xelatan li ser kesên ku dilê wan dixwaze, belav dikin, hinek ji wan kesên xelatkirî jî, ji xwe bawer dikin ku (bi wateya dahênî) hêjayî xelatkirinê ne, yan jî bi wê xelatê gihiştine pileya serkeftineke bêmînak, bi taybetî xelatên ji corên kertonan, yan bawernameyên xelatkirinên facebookî yan xelatên (Online), ku ne di çarçoveya ahengeke fermî ya birêkûpêk û rêkxistî de, dibin. Bêhtir ji nivîskarekî jî, taybet ji bo vê loklînê ragihand, ku ew kerton jî nehigiştiye destên wan, lê tenê li ser rûpelên facebookê hatiye belavkirin, ku filan dezgehê filan kes xelat kiriye, ne bêhtir!
Serbarî ku, gelek caran, kesên behredar, dahêner û şareza piştî mirinê têne xelatkirin, lê dîsa jî ew xelatkirin, ne bi saxî, ne bi mirîtî, ji kertonekê yan qizêzekê bêhtir nabe, ango wiha diyar dibe, aliyên ku xelatan didin, bêhtir ji bo xwe, ne ji bo yên xelatkirî, bi van xelatkirinan radibin, eger na, pêwîst e li xelatên biyanî yên cîhanî û yên Erebî binerin, ji bo bibînin xelk çawa, kengî û ji bo çi, kesên hêja xelat dikin, herwiha cor, şêwaz û awayê xelatkirinê çawa ne. Di heman çarçoveyê de, yan xelateke hêja bidin, yan jî dest vî awayê sivikayetiyê berdin. Eger bê gotin ku rewşa civaka Kurdî taybet e, ev behaneyeke kev û ji lojîkê dûr e.
Sala 2014an, nivîskarê Kurd, Helîm Yûsif, di gotareke xwe de, bi navnîşana (Komedya xelatên wêjeyî li cem Kurdan) behsa vê rewşê kiribû û nîşan pê dabû, ku rewşeke ne cihê pejirandinê ye. Helîm Yûsiv wiha nivîsandiye: “Dema mirov li awayê xelatkirinê û nirxê wê xelatê dinere, mirov xwe di atmosfereke trajekomedî de dibîne. Aliyê trajedî yê meselê ew e, ku hem nivîskarê/a xelatwergir û hem jî dezgeha ku xelatê dide, di rewşeke aborî ya pir xerab de ne. Bi vî awayî xelat ji destê dezgeheke feqîr, perîşan û hejar ku nikare halê endamên xwe bi hal bike, diçe destê nivîskarekî feqîrtir, perîşan û belengaztir, ku mijûliya bi nivîsandinê ji bilî serêşandin û feqîriyê tiştekî nade wî. Xelatkirin wisa lê tê ku mirov dibêje qey cîranekî feqîr li ber dilê cîranekî ji xwe feqîrtir û belengaztir dide, dilê wî bi çend gotinên bi vî rengî xweş dike: (Li qisûra min nenêre cîran, tiştê ji dest min tê ev e).”
Nivîskarê Kurd, Selman Osman Ebdo (Konê Reş), ku 18/11/2021ê Xelata Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)ê, bi hevbeşî ligel nivîskar Salihê Heydo wergirt, tê de yek hezar dolar li ser herdu nivîskaran hate dabeşkirin. Konê Reş derbarê mijara xelatkirinan taybet ji bo vê lêkolînê ragihand: “Sînor ji xelatan re, li Rojavayê Kurdistanê nîne, kî bê dikare xelatekê bi navê Tîrêj, Cegerxwîn, Osman Sebrî, ji xwe re çê bike û bide.. Tenê kertonek e pirwazkirî ye, ev xelata filan kesî ev xelata filan partiyê ye, ji bo kar û xebata te û hunera te.. Xelat pir in, ti sansor li ser wan nîne. Ez jî dikarim xelatekê bi navê xwe çê bikim û bidim, tu jî dikarî xelatekê bi navê xwe çê bikî û bidî.. Hemû kertonek e li ser kopmyuterê çê dikin û belav dikin.”
Nivîskarê Kurd, Ibrahîm Ebas Ibrahîm, ku wî jî (Xelata Cergerxwîn a Akadîmî) wergirtiye, taybet ji bo vê lêkolînê got: “Divê xelat bi bihayeke darayî be, hinek sazî û aliyên xwedî karînên darayî, hene dikarin di vî warî de alîkar bin.. Ew komîteyên ku xelatan didin nikarin xelateke darayî pêşkêş bikin.. Tevgera Kurdî, partiyên Kurdî, herwiha dewlemendên Kurd jî dikarin di vê mijarê de xwe berpirs bibînin.. Dema ku xelatek bi bihayekî baş be, êdî xelatên din ên bêbiha bin, ji ber xwe ve ti rol ji wan re namîne.. ”
Serokê berê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya, Dilawerê Zengî jî, ji bo vê lêkolînê lêdwaneke taybet da û got: “Ez jî bi wê yekê re me ku pêwîst e aliyê darayî di xelatê de hebe, herwiha divê li bêhtir ji aliyekî xelat neyên dan, ji bo bihayê wê bimîne û erzan nebe. Ji aliyê me ve, weke Yekîtiya Nivîskaran xelatên ku me dane, ti diyariya darayî pê re nebû, kesekî jî alîkariya me nekir, heta ku em jî bikaribin bidin.. Her kesekî ji xwe re xelatek çê kiriye.”
Bi heman awayî serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya, Qadir Egîd ji bo vê lêkolînê lêdwaneke taybet da û got: “Yekîtiya Nivîskaran 2 milyon û 500 hezar lîreyên Sûrî (kêmtir ji hezar dolarî) werdigire, lê tevî wê yekê jî di xelatan de pere nayên dan. Tenê qizêzek û bawernameyek tê radestkirin. Lê ne pirtûkek tê çapkirin ne jî tibabeke pereyan digihêje kesên xelatkirî.. Kî rabûye xelatek çê kiriye. Xelatkirinê wateya xwe winda kiriye, bêbiha bûye.”

Aliyê xelatkar
Aliyên berpirs di ber vê rewşa bêserûber de, gelek in, ji wan jî: Sazî, dezgeh, komîte, deste, rêxistinên rewşenbîrî û yekîtiyên nivîskaran, herwiha saziyên fermî yên aliyên desthilatdar, wiha jî partî û rêxistinên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, bi awayekî ku li gorî pêwîst xwedî li behredar û dahênerên serkeftî derkevin û piştgiriya wan bikin û bi awayekî hêja û birûmet wan xelat bikin, ku ew aliyê bexşendeyê xelatê jî, ji ber xelata xwe fedîkar nebe. Lê li gorî têbînî û nerînên bêhtir ji 10 wergirên xelatan ji Rojavayê Kurdistanê, û bêhtir ji 10 nivîskarên din jî, ku taybet ji bo vê lêkolînê, hatine wergirtin, ew hemû jî dibînin ku eger karîn li cem aliyê bexşendeyê xelatê nebe, derbarê bilindkirina asta bihayê xelata xwe, ya baştir ew e ku xelatkirina bi vî awayî rawestîne.
Piştî ku ev diyarde wiha ketiye rewşeke erzan a bêbiha, pirseke tê holê: Gelo ew aliyê ku xelatê dide kesên berbijêrkirî, heta çi radeyê şayenî wî erkî ye ku berbijêriyeke dadwerane bike? Li ser çi binema û pîvanên zanistî wêjeyî û rexneyî, berhem û berbijêran dinirxîne? Bi rêya çend komîte yan kesên şareza û pispor, berbijêrên xelatên xwe destnîşan dike û yekî ji wan xelat dike û yên din xelat nake?! Wiha jî, çi corî ji xelatê dide kesekî ku jiyana xwe ji bo ziman, kultûr, wêje yan hunerê terxan kiriye û hêja ye bi rastî û bi awayekî gireanbiha bê xelatkirin? Gelo ew cor ji xelatê li gorî bejna wî berbijêrî ye yan na?!
Şiyawbûna bexşendeyê xelatkirinê girêdayî hejmarekê ji merc, binema û pîvanan e, ji wan:
- Divê ew aliyê ku xelatê bide, cihê baweriya piraniya kesên akadîmisyen, şareza, pispor û cemawer be, ku bikaribe komîteyeke hêja di warê wê xelatê de, pêk bîne, ji bo ku bi karê nirxandina dadwerane, derbarê berhemên kesên berbijêrkirî rabe, bi awayekî ku karê wê komîteyê, li jêr çavdêriyê be, da ku gendelkarî tê de nebe.
- Divê aliyê ku xelatê bide, xwedî karîneke teknîkî be, ku wê xelatê bi fermî di ahengeke hêja û birêkûpêk de, bi beşdarbûna û amadebûna kesên şareza, pispor û akadîmî, pêşkêşî kesên xelatkirî bike û sedemên hilbijartina wan kesan ji bo wê xelatê û nerîna giştî, eşkere bike û ragihîne.
- Divê aliyê ku xelatê bide, xwedî karîneke darayî be, ku li kêleka bawernameya rêzlêgitinê û diyarî û keresteyên din, tibabeke pereyên hêja pêşkêşî wergirê xelatê bike, ji bo ku bi wê yekê bihayê xelatkirinê bilindtir bibe û ev cor ji çalakiyan derkeve asteke buha û bilind, bi awayekî ku ne her kes bikaribe xelatan, li hawîrdora xwe bi tak û bi ko, li rast û li çep, dabeş bike.
- Pêwîstiya xelatkirinê bi terxankirina budceyeke hêja heye, lewma ji aliyê bexşendeyê xelatê tê xwestin ku ji bo vê armancê, çavkanî û rêyên guncaw ji bo peydakirina wê budceyê bibîne, da bihayeke hêja bide xelata xwe û wergirên wê xelatê. Serbarî ku ew pere bihayê xelatkirinê bilind dikin, wiha jî wê bi wergirê xelatê re alîkar bin, ku heta demekê ji karê xwe yê dahênê re vala bibe.

Berbijêrê xelatkirinê
Berbijêrê xelatkirinê aliyê duyem e, ji hevsengiya vê çalakiyê, ku nabe berbijêrkirina wî/ê bi awayekî bersûrber û bê pîvan û bê binemayên wêjeyî, rexneyî û zanistî be, ango pêwsît e kesê/a ku ji bo xelatkirinê bê berbijêrkirin, divê xwedî berhemeke hêjayî xelatkirinê be, ew hêjabûn jî, bi rêya komîteyeke pispor û şareza bi awayekî dadwerane bê diyarkirin. Di vê çarçoveyê de jî du pirs hene: Gelo ew kesên ku têne berbijêrkirin, hêjayî xelatkirinê ne? Gelo ew kesên ku divê bi rastî bêne xelatkirin, têne xelatkirin? Bi van du pirsan pêwîst e berbijêrên xelatkirinê bêne naskirin, kî ne, çi berhemên wan hene, heta çi radeyê hêjayî wê xelatkirinê ne?.
Ji bo destnîşankirina kesekî ku bibe berbijêrê wergirtina xelatekê, pêwîst e berhemên wî ji aliyê kesên bêlayen û pispor ve, bêne nirxandin, ku baweriyê bi şiyan û karîna wî peyda bike, herwiha komîteya ku wî kesî berbijêr bike, li gorî berhemên wî, sedemên berbijêrkirina wî eşkere bike.

Corê xelatkirinê
Hebûna xelatan palnereke hanê dide dahêneran, ji bo ku di berhem û çalakiyên xwe de berdewam bin û berhemdartir bin, herwiha bibin nimûne ji bo kesên din jî, ku çav li wan bikin. Ji bo ku bihayê astbilin ê xelatkirinê parastî be, pêwîst e awa û corê xelatkirinê ne hêsan bin, bi şêwazekî ku her kesek bixwaze yan bê kar be, ji xwe re xelatekê dirust bike, lê belê divê awayê xelatkirinê bi rêkxistin li ahengeke fermî be, bi amadebûna kesayetiyên pispor, hevdem bi pêşkêşkirina bernamekê yan gotûbêjekê yan semînareke kurt, di asteke akadîmî ya blind de, ku li gorî wê helkeftê be, ango li gorî bejna herdu aliyan be, aliyê ku xelatê dide û aliyê ku xelatê werdigire.
Xelat jî, ne tenê kertonek yan bawernameyeke rêzlêgirtinê be, lê belê divê bihayê wê yê darayî jî hebe ji bo ku ne erzan be û piştî van hemû salan ji ezmûneke wiha, êdî divê ji warê sivkayetiyê derkeve. Di encama xelatkirineke wiha rasteqîne de, ku ne sext û ne erzan be, derî li ber dahênaneke berfireh û baştir vedibin. Wiha jî, hemû ew xelatkirinên ku bi radestkirina tibabeke pereyên hêja bêne encamdan, bihayê xelatê û kesê xelatkirî bilindtir dikin û alîkariyekê pê re dikin ku berhemên baştir bide, lê bi nebûna xelatkirina darayî, her kes dikare her kesî xelat bike û her kes dikare kertonekê pêşkêşî kesên din bike.
Xelatkirin herwiha dibe ku bi binavkirina gorepanekê, kolanekê, parkekê, nanendekê yan dibistanekê be, li ser navê kesê xelatkirî. Eger xelatkirin bi saxî be, herî baştir e, lê piştî mirinê, kesê xelatkirî ti sûdê ji wê xelatkirinê nabîne, bi awayekî ku nabe kesê hêjayî xelatkirinê be bimire piştre bê xelatkirin, ango hêlehêla piştî mirinê pûç û vala ye û karekî bê sûd û bê hûde ye.

Nimûneyên xelatên biyanî
Li beramber vê rewşa xelatkirinê, li nav civaka Kurdî bi giştî, û li nav civaka Rojavayê Kurdistanê bi taybetî, tevî hebûna têbînî, rexne û kêmasiyan di xelatkirinên Erebî û cîhanê de jî, lê tiştekî ronî ye, ku çendîn cudabûnên mezin û kûr, di navbera awa û şêwazê xelatkirinên civaka Kurdî û wan xelatkirinan de, hene. Di vê derbarê de, naskirî ye ku bêhtir ji 10 xelatên Erebî û cîhanî hene, bi awayekî gelekî birêkûpêk û gelekî giranbiha, kesên berbijêrkirî xelat dikin. Wiha li ser asta Erebî û cîhanê, tê dîtin û naskirin ku ji çend deheyan ve, pêşketineke mezin di warê xelatkirinê de peyda bûye, ji bo ronîkirin û zelalkirina vê mijarê jî, pêwîstî bi çend mînak û nimûneyan heye. Wiha jî di her salê de, li ser asta gelek welatan, bi sedan nivîskar ji kêşeya darayî rizgar dibin û dikevine rewşeke baştir.

Xelata Nobel
Ji bo Xelata Nobel, ku li ser navê (Alfred Nobel 1833-1896) e, Cotmeha her salê, navên kesên serkeftî têne ragihandin. 10ê Berfanbara her salê jî, ku bîranîna roja koça dawî ya Nobel e, bi amadebûna malbata şahane ya Swêdê, li Stokholma paytexta wî welatî, ahengeke mezin ji zana û wêjevanan re, tê lidarxistin û xelat li ser kesên serkeftî têne dabeşkirin. Lê Xelata Nobel a aştiyê, li gorî qewîtiya Nobel bi xwe, li Osloya paytexta Norwêcê tê dan.
Sala 1900î yasaya Şah Oskarê Duyem hate ragihandin, ku derbarê damezrandina Saziya Xelata Nobel bû. Sala 1901ê, yekem car, Xelata Nobel hate dabeşkirin. Mekanîzmaya hilbijartina kesên serkeftî di wê xelatê de, bi rêya berbijêrkirinên nivîskî, ji aliyê kesayetî û saziyan ve dibe. Hilbijartin ji destpêka salê ve, ango berî 10 mehan ji dana xelatê, destpê dike. 6 hezar berbijêr ji bo hemû warên xelatê, bi awayekî ku ji bo her warekî hezar kandîd bin, nav têne berbijêrkirin. Ji wê hejmarê tevî, ji bo xelatên her şeş waran, di navbera 100-250 berbijêrî têne destnîşankirin.
Li gorî rêkarên wê xelatê, pêwîst e endamên komîteyan pêşniyarên xwe derbarê şiyawbûna kesên ku berbijêr dikin, diyar bikin. Heta niha nêzîkî 960 xelatên Nobel hatine radestkirin, ev jî nîşanê bi wê yekê dide, ku alîkarî bi çend kesan re hatiye kirin. Xelata Nobel ji (Deplomata Nobel, medalyaya zêrîn û birreke pereyan) pêk tê. Sala 2020an jî, ew pere bi nêzîkî 10 milyon kronên Swêdî hatibû destnîşankirin, ku dike derdora yek milyon dolarê Amerîkî.

Xelat Booker a Wêjeyî
Xelata Booker a Cîhanî, ji bo romana Ingilîzî, sala 1968an destpê kir. Yekemîn xelata wê, sala 1969an hate dan. Armanc jê handan û piştgiriya çand û rewşenbîriya bi Zimanê Ingilîzî bû. Bihayê wê yê darayî 50 hezar poundên Sterlînî ye, ku dike derdora (67,000 dolarên Amerîkî).

Xelata Dublin a Irelandî
Bi serperiştiya Encûmena Bajarê Dublin, li Irelandê. Ji bo wergerê ye. Sala 1994an hate damezrandin. Sala 1996an yekem xelat hate dan. Bihayê wê 100 hezar euro ye, ku dike (75,000 euro) digihêjin nivîskar. (25,000 euro digihêjin wergêr).
Bookera Erebî (Xelata Cîhanî ya Romana Erebî)
Ji 2007an ve, li Ebû Dabî, li welatê Îmarat destpê kir. Xelateke salane ye, ji bo baştirîn romana Erebî. Navenda Ebû Dabî ya Zimanê Erebî li Îmarata Erebî ya Yekbûyî serperiştiya wê xelatê dike, lê piştgiriya wê ji aliyê Saziya Xelata Booker li Londonê tê kirin. Lîsteya dawî ya kurt a berbijêrên wê xelatê ji 6 romanan pêk tê. Bihayê wê 50 hezar dolarên Amerîkî ye, ji bo romana yekem. 10 hezar dolar digihêje her yekê ji wan 6 romanên lîsteya kurt. Berhemên serkeftî jî, têne wergerandin bo zimanên din. Komîteya nirxandinê ji 5 kesên pispor û rexnevan û romanivîs û akadîmisyenî pêk tê, ku li ser asta cîhanê û welatên Erebî têne diyarkirin.

Xelata Katara ya Romana Erebî
Xelateke salane ye, sala 2014an, ji aliyê Saziya Giştî ya Taxa Rewşenbîrî – Katara ve, hate ragihandin, ew bi xwe jî serperiştiya wê dike. Navenda wê li Qeterê ye. Berhemên serkeftî werdigerîne zimanên Ingilîzî, Fransî û Spanî. Bihayê wê yê darayî 60 hezar dolar e, ji bo romanên weşandî, û 30 hezar dolar e, ji bo romanên neweşandî, û 15 hezar dolar e, ji bo lêkolînên li ser romanê, 10 hrezar dolar e ji bo romanên ciwanan. Tevaya xelatên 5 berhemên weşandî yên serkeftî 300 hezar dolarên Amerîkî ye. Tevaya xelatên 5 berhemên serkeftîn yên neweşandî 150 hezar dolarên Amerîkî ye. Tevaya bihayê darayî yê hemû beşên wê xelatê, 750 hezar dolar e.

Xelata Şêx Zayid ji bo Pirtûkê
2007an li Ebû Dabî, li Îmrata Erebî hate damezrandin. Desteya Ebû Dabî ya Çand û Kultûrê serperiştiya wê dike. Bihayê wê yê giştî 7 milyon dirhem e, ango 1 milyon û 905 hezar û 799 dolar e. Ji bo her warekî ji xelatê, bihayê 750 hezar dirhemî (204 hezar û 192 dolar) û medalyayeke zêrîn, û bawernameyeke rêzlêgirtinê ye. Yek milyon dirhem (272 hezar û 257 dolar) ji bo kesayetiya salê.

Xelata Şarîqa ji bo Dahênana Erebî
Li Îmarata Erebî ya Yekbûyî ye. Bi serperiştiya Saziya Rewşenbîrî û Ragihandinê li Şarîqa-li Îmarata Erebî ya Yekbûyî. Sala 1996an yekem car hate dan. Di 6 waran de, ji bo 3 serkeftiyan di her warekî de, (Kurteçîrok, roman, helbest, wêjeya zarokan, şano û rexne). Bihayê giştî yê xelatê 13 hezar dolar e. 6 hezar dolar ji bo serkeftiyê yekem, 4 hezar dolar ji bo serkeftiyê duyem, 3 hezar dolar ji bo serkeftiyê sêyem, ligel çapkirina berheman jî.

Nimûneyên xelatên Kurdî
Li Rojavayê Kurdistanê bêhtir ji 20 xelatên salane hene, ev jî tê wê wateyê ku guhdaneke mezin bi xelatkirinê heye, lê gelo ew guhdan li gorî pêwîst e û ew xelatkirin bi awayekî baş birêve diçin? Bersiv, na, ji ber ku piraniya wan xelatan tenê ketroneke yan wêneyeke pirwazkirî ye, bi piranî bêyî ku bihayekî darayî jê re hebe, herwiha bêyî ku ahengeke fermî, hêja û li gorî bihayê xelatkirinê û kesê xelatkirî be, tevî ku hewline biçûk dibin ji bo ku asta xelatkirinê bilindtir bibe, lê hêj ew hewl lawaz û kêm in. Ji wan xelatan jî:

Xelata Osman Sebrî
09/01/1998, li Şama paytexta Sûriyê, pêşniyara damezrandina xelatekê bi navê (Xelata Osman Sebrî) hate kirin. Ev xelat her sê salan carekê ji bo kesekî biyanî (ne Kurd) tê pêşkêşkirin, bi mercê ku xizmet û xebatên hêja û girîng ji bo gelê Kurd, di warê ziman, wêje, dîrok, huner, şaristanî, polîtîk yan mirovatiyê de kiribin. Ev xelata perçeyek zêr e, wêneya Osman Sebrî û diruşma (Xelata Osman Sebrî ji bo Dostaniya Gelan) li ser e. 21/07/2000 yekem Xelata Osman Sebrî li bajarê Enqereyê ji bo Dr. Ismaîl Beşikçî hate pêşkêşkirin. 2004 duyem xelat pêşkêşî Danyal Miteran bû. 2009an sêyem xelat pêşkêşî Muznir Elfedil bû.

Xelata Cegerxwîn
19/12/2002 yekemîn Xelata Cegerxwin gihişte Seydayê Keleş û heta niha berdewam e.

Xelata Festîvala Kurteçîroka Kurdî
Ji sala 2014an ve, 6ê Hezîranê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê, Festîvala Kurteçîroka Kurdî her sal heftiyekê, li bajarê Qamişlo lidar dixe û xelatekê dide baştirîn çîrok. Komîta nirxandinê ji pênc nivîskaran pêk dihat. Her nivîskarek beşdarî di festîvalê de bike rêznameyekê werdigire. Piştî ku Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyayê (Y.N.K.S) kete bin siya Rêveberiya Xweser, xelatên darayî jî hatin dan, weke mînak: 01/7-5/7/2021an di heftemîn festîvala kurteçîroka Kurdî de, xelata yekemîn gihişte çîroknivîs Merwan Berekat, bihayê wê jî (1 milyon û 500 hezar lîreyên Sûrî bû) ango kêmtir ji 600 dolarên Amerîkî. Xelata duyemîn, bihayê xelata duyem jî (1 milyon lîreyên Sûrî) bû, ango kêmtir ji 400 dolarên Ameîrkî, lê bihayê xelata siyem (500 hezar lîreyên Sûrî) bû, ango kêmtir ji 200 dolarên Amerîkî.

Xelata ARTA ya Dan û Dahênanê
Ji aliyê Saziya ARTA ya Ragihandin û Geşepêdanê ve tê pêşkêşkirin. Salên 2016-2017-2018 mertalê xelatkirinê û 500,000 lîreyên Sûrî, pêşkêşî hejamrekê ji hunermend û kesan hate kirin.

Xelatên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)
Her xelateke HRRKê, 1,000 dolarî pêşkêş dike. Eger 2 kes bin, ew xelat bi nêvî tê dabeşkirin. Ew jî bi alîkariya Enistîtuya Kurdî li Brukselê ye.

Hejmarek ji xelatên din jî hene, ji wan: Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan-Sûriyayê, Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê (YNRKS), Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava, xelatên wan bê bihayê darayî ne. Herwiha Xelata Ehmedê Xanî, Xelata Mişel Temo, Xelata Mele Ehmedê Palo, Xelata Tîrêj, Xelata Ronî ya Jinên Kurd li Qamişlo, Xelata Tevgera Xwendekarên Kurd li Zanîngeha Hesekê, Xelata Festîvala Helbesta Kurdî, Xelata Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, Xelata Navenda Soparto ya Lêkolînên Zanistî, Xelata Pêşengeha Pirtûkan ya Rojava, Xelata Şanogeriyê, Xelata Şawîşka, Xelata Festîvala Helbesta Kurdî. Ew xelat hemû, ku bêhtir ji 20 xelatan in, bi bê bihayê darayî ne.

Encam
Pêwîst e xelatkirin bi xwe, encama nirxandineke dadwerane be, lê tiştê ku li gorepana xelatkirinê ya Rojavayê Kurdistanê, li welat û diyasporayê tê dîtin, ew e ku gelek kesên ku yên din hildibijêrin ji bo xelatkirinê ne şiyawî wî karî ne, yan kesên hilbijartî bi xwe ne şiyawî xelatkirinê ne, yan jî xelat bi xwe tiştekî bêkêr û erzan e, yan jî kesê ku xelat bi navê wî tê kirin, ne di wê astê de ye ku xelatek bi navê wî bê kirin. Pêwîstiya proseya xelatkirinê bi destpêşxeriyên cidî û xurt heye, ku kesên hêja neyên piştguhxistin û bi awayekî ku li gorî çend xalên jêrîn bê pêkanîn:
Yekem: Sazî û dezgehên fermî û desthilatdar, yan rêxistinên çalak û xwedî karînên mezin, proseya xelatkirinê li xwe bigirin û bi awayekî şaristanî yê pêşketî bi erkên peydakirina pêdiviyên cîbicîkirin û biserîkirina xelatkirinê rabin, ku girîngî û bihayê wê û wergirê wê li ber çavan bê girtin û xelatkirin ji erzanbûnê têkeve asteke bilind ji buhabûna moralî, hunerî, derûnî û darayî.
Duyem: Aliyê bexşendeyê xelatê, li gorî her warekî, komîteyekê ji kesên şareza û pispor pêk bîn, bi awayekî ku ew komîte jî li jêr çavdêriyeke guncaw be, ji bo tûşî gendelkariyê di berbijêrkirin û xelatkirinê de nebe û bi yeksanî û dadwerane karê xwe bike.
Sêyem: Aliyê bexşendeyê xelatê bi erkê dabînkirina hemû alîkarî û pêdiviyên hunerî, teknîkî, lojestîkî û darayî rabin, di nav de jî destnîşankirina tibaba pereyên ku wê bigihêjine kesên ku wê bêne xelatkirin, bi awayekî ku ew pere sûdeke baş bigihîne kesê xelatkirî, weke nimûneyên ku li nav gel û miletên din hene.
Çarem: Xelatkirin di çarçoveya ahengeke fermî baş, birêkûpêk û bi amadebûna kesên pispor û aliyên pêwendîdar, bê encamdan.
-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5653