Helbesta kurdî ber bi nûjeniyê ve.
Dîrok: ÇáÃËäíä 01 äæÝãÈÑ 2021
Mijar: Nûçe



Mizgîn Hesko

Bê guman, van rojên dawî pirr ji nerînên cuda di derbarê Helbesta kurdî de hatin holê  û ji wan ew nerîna ku Helbesta kurdî a nûjen lawaz û qels dipejirîne û wê hîn di kirasê raberdûyê( kilasîkê) de dinirixîne.
Nerîneke wiha û her çendîn em ji azadiya derbirînê re rêzê bigerin jî , nerîneke çewt û ne bi dilê me ye û bi hesanî em jê re dikarin bibêjin: dîtin û nerîneke bê bingeh, bê berpirsiyarî.
Bê pirsiyariyeke mezin e ku mirov hîn bi hunera melevaniyê ( avjeniyê ) nezan be û were xwe di deryayê de nuq û bin av bike!


Sedem çi bin, bila bibin ...lê ciyê mixabiniyê ye ku hîn pirraniya mirovên kurd baþ nikarin bi kurdî bidin û bistînin û ji ber ev ê nezaniyê, zimanê me piþt yê serdestan dinirixînin .
Belê rast e ku( weko mînak) zimanê Erebî pirr dewlemend û zengîn e lê divê ku em vê yekê jibîr nekin ku ev zêdeyî 1400 sal in ku ew ziman, zimanê dewletan e, li zankoyan tête xwendin, nûjenkirin û hwd. Zimanê Erebî hîn hêza xwe ji pirtûka pîroz a misilmantiyê werdigere.
Dêmek kurdiya ku ji mêj ve maye bitenê zimanê neteweke bindest ne kêmî Erebî ye, yan kêmî zimanekî dine, her zimanekî taybetmendiyên xwe hene û ev taybetmendî dikarin hêzê bidin heman zimanî û wî ber bi jiyan û cîhanbûnê ve bibin.
Tekez dê li Helbesta kurdî a nûjen û hevçerx vegerim , ne ku ew qels û lawaz e, eger û di destpêka xwe de wiha be jî û ne di asta Helbesta cîhanî de be jî, ev yek sedemên xwe ên rast û dirist hene û li vir dê li ser heman sedeman ne rawestim çimkî ew êdî û ji her kesî re naskirî ne.
Lê dixwazim hema bitenê yek xala girîng li vir li qelem bidim:
Milletekî xwedan wiha serwerî û dîrokeke kevnar, xwedan Imperatorî û olên kevnar, Xwedan Hevqas ji dubeytî û çarînan, ji mamik û tiþtanokan, ji dastan, çîrok û çîvanokan,ji goranbêjî û heyranokan û hwd.
Milettekî xwedan pirtûkên pîroz ên xuro bi zimanê kurdî, Xwedan qewl û sebeq çima Helbesta wî a nûjen hîn nikare xwe ji Kiras û xiftanê duh biparêze û ber bi modernîzimê ve biçe...!?

Belê ta duh dîroka me wiha dewlemend û gulgulîn bû, lê îro rewþ hinekî hatî ye guhertin. Ma ku ji 100% ji me bitenê 7 % bi ziman zana bin , em ê çawa lekeyan bibezînin û sînorên heyî derbas bikin...û kûr û dûr bi metod û teknîka helbestê ve mijûl bibin û li gor hêjabûn û giraniya wê, wiha wê bînin meydan û pêþbirka nirxandin û rexne lêgirtinê...!?

Da ku mirovek yan rexnevanek nerîneke wiha û ji bo xizmeta çand û wêjeyê bîni zimên divêt ku ew baþ bi kurdîya kûr zana be, divêt ku haya wî ji dîmenên Helbesta kurdî a nûjen hebe û baþ li ezmûna her çar parçeyên Kurdistanê haye be .Ma ku ez bi soranî nezan bim, dirist û pêkan e ez vê helwestê  bigiþtî bikim, Aya ma li ba zaravayên din jî rewþ wiha ye...?

Pirr ji helbestvanên cîhanê ên navdar beriya ku ew bi nivîsên xwe sînoran bibezînin û ber bi cîhanbûnê ve biçin, dewlet û millet xwedî li wan derketin. Kolan, dibistan, pirtûkxaneyên xwe ne bi navê serokê û rêberan binav kirin lê binavê wan, wiha ew ji wan millet û netewan re man sîmbolên zindî, ku îro ew nav ji nifþên nuhatî re pênase û navnîþanên sermedî ne.
Ev ji ber ku ew xwedan serwerî û hikmdarî bûn, wan derfet û imkan hebûn û ew derfetên heyî xistin bin xizmeta pênûsên çalak de, ew wergerandin deh û sî zimanên din, pirtûk û þahaserên wan dan çapkirin û belavkirin, bawerî bi xêzên wan anîn,rêz dan nivîsên wan û ew bilind kirin.
Nivîskarekî kurd çi jin, çi mêr û bê derfet ku xal û xwarziyê wî di medyayê de nebin, wî vexwendî mihrecanan nekin, dê çawa millet wî nas bike.
 Belê naxwazim ku bêhtir têde kûr û dûr biçim, gelo çima Helbesta kurdî a nûjen qels û lawaz tête nirxandinê û ne em...?!
 Û li vir dê çend xalên sereke , çend ji pirsên arasteyî civaka kurdî a ronakbîr û hizirmend bikim û dê bersivê ji wijdanê wê re vekirî bihêlim, belko em careke dinê helwestê wiha çewt nebihîzin:

* Gelo û ji berhemên ku niha heyî, me çend  berhem xwendine...?
* Ta kîjan radeyê em bi hunera zimanê xwe dizanin...?
* Di aheng û þahiyên imzekirina pirtûkên xwe de, me çendîn ji berhemên xwe imze kirine û fýrotine..?
* Telviziyon û bernameyên qaþo rewþenbîrî berpirsiyar in yan xwediya Helbesta xwehê ( min bibexþînin )...?
* Gelo em bi pirraniya zaravayên kurdî heyî dizanin, ka çi di Helbesta wan î nûjen de heye...?
* Ma ev helbestên ku di mihrecan û rojên helbestan de tên xwendin, hemû Helbesta kurdî ne....?
* Ma ev hemû qaþo helbestvanên ku beþdarî mihrecanan dibin, bi rastî helbestvan in..?
* Jina kurd a afrêner ku îro dixwaze bê sînor û azad binivîsîne, çi li ser tête gotin, mebesta min ne  ji layê kesên normal ve , lê ew kesên ku qaþo nixbene( (مثقفوا النخبة..?
* Dema ku kesek ji me xwe bike rexnevan, Aya haya wî ji vê tevgera rewþenbîrî û zaniyariya wêjeyî û  hunerî heye, ev ku em bizanibin ku rexnevanên edebiyatê di cîhanê bigiþtî li ser tiliyan tên hejmartin..?
* Gelo haya me ji helbestên Qedrî can, Mihmed Arif, Ibrahîm Ehmed,Goran û pirrên din heye..?
* Ew kesê ku baþ bi kurdî nizane, bi çi riwî dibe serok û rêberê civak, yekîtî û dezgehên rewþenbîr û nivîskaran..?
* Nivîskarê ku di heman demê de, helbestvan e, romannivîs e, gotarbêj e, çîroknivîs e, lêkolîner re, rojnamevan e û medyakar e dixwaze bigihêje kîjan qunaxê..?
* Ew kesê ku bi kurdî baþ dizane, jêhatî û zîrek e, lê ne afrêner e û tê bi vî karî radibe, gelo ew çi hêviyan ji xwe dike...?
* Nivîskarê ku dixwaze nûjen û modern be, azad binivîsîne, ma ne gereke ku ew û weko destpêk di hiþ û giyanê xwe de azad û nûjen be....?
* Wergerandina tekestên heyî ji bo zimanên cîhanî, ta kîjan radeyê li ba me kurdan birêve diçe..?
Kî bi karê wergerê radibe....?


Xwînerên dilsoz: Helbesta ku em wê ji wê re dìafirînin û dixwînin, yekser di hiþê xwe de wernegerînin Erebî, wiha hûn giyan û riha wê sêdar dikin!
Belê ne pirs bi dawî dibin û ne dê guftûgo li vir rawest e. Hûn nikarin Helbesta kurdî a nûjen binirxînin û wê bînin bazara hiþmendiyê û hûn nikarin zimanê me rave û þîrove bikin û ji mala zimên re bibin stûn û dîwarên avaker, Hela dest ji van boçûnên xir û xav berdin û bihêlin ku nifþê me yê nuhatî þanaziyê bi zimanê kurdî û wêjeya heyî bike û xwe li ser metnên heyî bide avakirin û  bi zimanekî kurdî nûjentir ber bi cîhanbûnê ve biçe û bilind bibe.


30. Kewçêra ( Cotmeh) 2021.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5634