Þahê þahiyan, ji «Hedbanê» govendan peya bû!
Dîrok: ÇáÃÍÏ 31 ÃßÊæÈÑ 2021
Mijar: Nûçe



Eziz Xemcivin

Van çend xêzan ne ji bo þînê,
ne ji bo sersaxiyê dinivîsînim û belav dikim..
Na... na!
Zindîdarên miletê Kurd nemir in!
Min þîna bavê xwe jî, ranegehand û min ne got: Bavê min mirî ye!
Çi kesê ko bandor li derdor û li nifþên li pey xwe kiribe û berê wan dabe rêka Kurd û Kurdistanê, rêka Dewleta netewî, axa pîroz û ala rengîn ez wan tucaran mirî nabînim..


Þahê þahiyan, "Selah Resûl" ji zaroktiyê, gêncbûna xwe û heta bi roja wexera dawî dilsozê milet û welatê xwe bû..
Hunermendekî rastgo bû, ne dixwest wek çi kesan be ji bil ko wek Selah Resûl be... Di salên pir aloz de û metirsî hebû, stranên netewî di þahiyan de digotin, tîmeke goga pê bi navê "Selaheddîn damezirand" û her cejna Newrozê zindî divejand..
Selah Resûl ji xwe hez dikir, ji miletê xwe hez dikir, xwedan kesayetî û karîzmeke taybet bû..
Mixabinî ye, ko miletê me û gelek caran ev gotin tête gotin, ha ji zindiyên xwe nîn e, bi taybetî afrêner ew kesên ko jiyana xwe ji rajeya milet û welatê xwe re terxan dikin, bê guhdan in, bê piþtgirî ne! Selah Resûl jî yek ji wan hunermendan bû, li navûdengiyê nedigeriya bi qasî ko amanca wî ew bû ko dengê miletê xwe li ser pêlên qîrîna kesera xwe belav bike..

Silav li canê te hunerbazo!

29.10.2021
Ezîz Xemcivîn






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5630