Erdal Kaya: Me ji bo zimanê kurdî li ser dikê şano dikir
Dîrok: ÇáÃËäíä 16 ÃÛÓØÓ 2021
Mijar: Nûçe



Mahir Hesen

Şano yek ji şaxên huner an lîstikvaniyê ye ku çîrok, nivîsên wêjayî li pêşberî temaşevanan werdigerîne û xwedan taybetmendiyên di sêwirandinê de ye. Hemwateya peyva şanoyê bi hunera resen tête bi karanîn, ji ber Lîstik çîrok e, û şano cîh e ku ev çîrok pir bi hêsanî tê lîstin.
Lîstikvanên kurd bûne padîşahê karê şanoyê û bûne amûrek ku nivîsa wêjayî ya ku ji wan re hatî pêşkêşkirin didin nasîn bi rihê kurdayetî, ya ku ew (lîstikvan) piştî hebûna gelek astengkirin û kêmbûna derfetan (bi sedemên siyasî) ji bo wî li ser şanoyê lê dîsa xwe tekez kiriye.


Di nav sedemên girîng de ku kesek bi şêweya lîstikvanek ji me re tîne, gelek sedem hene,û bi jêhatîbûna lîstikvaniyê, jêhatiyek xwezayî, û xwemalî. Lewma balkişandinê yek ji hêmanên aktorek e, û li vir bi me re balê dikişîne ser karakterê ku ew bi veqetîna ji navbera cîhan û kesayeta mirov dilîze û karakterê sereke ji lîstikvaniyê dûrî ji rastiyê nabe. karaktera rastîn a jiyanê bi demkî, pêdivî ye ku lîstikvan fêr bibe ka meriv çawa rola xwe biqedîne çawa ji vejînbûnê vediqete.
Di hevpeyvînê de em bi lîstikvanekî ku bi hestên xwe kariye xweşiyê belav bike û nêzîkatiyek performansê digire û rol bi awayê hestên hundirîn tîne li ser şanoyê re dikin, ew jî birêz Erdal Kaya ye.

Tu dikarî xwe ji nêzîk ve bi me bidî nasîn?

Ez Erdal Kaya, sala 1987 an li Batmanê li gundê Keverzo ji dayîk bûm.
Min li Batmanê bi amatorî dest bi şanoyê kir. Mezûnê Ziman û Wêjeya Tirkî me. Di 2007-an de, ez beşdarî Şanoya Bajêr a Şaradarîya Afyonkarahisar bûm û heya 2012-an di heman şanoyê de min dest bi lîstikvaniya profesyonel kir. Paşê, min li Şanoya Bajêr a Şaredarîya Batmanê lîstikvaniya xwe berdewam kir. Ez naha li Batmanê di koma şanoyê ya "yenisahne" de wekî lîstikvan û derhêner karê xwe didomînim.
Lîstikên ku ez lîstim û min derhêneriya wan kirine;
Koca Dağlar Ağası (Turgut Özakman)
Ah şu Gençler (Turgut Özakman)
Salak Oğlum (Müjdat Gezen)
Memurin Faslı (Coşkun Irmak)
Karmakarışık(Ray Cooney)
Haydi Karına Koş (Ray Cooney)
Boyacı (Tuncer Cücenoğlu)
Canlı Maymun Lokantası (Güngör Dilmen)
Öteki (Lîstika Atolyeyê)
Cimri (Moliere)
Albay Kuş / Serbaz (Hristo Boytchev)
Projeyên sînemayê yên ku ez beşdar bûme;
A.R.O.G. (Jakuzi) (Figürasyon)
Bir Magandanın Son Üç Dakikası (kurtefîlm)
İletişim Karmaşası (kurtefîlm)
Z.A.R. (kurtefîlm)
Beyaz Geceler (kurtefîlm)
Haziriyek Bo Derengmayînê (Alîkarê Senaryoyê)
Şildim Bildim (Bername)
İşev (Rêze) (Baqî)

Ji me re birêz Erdal hinekî li ser Şano biaxive. Şano ji bo te tê çi wateyê?

Di jiyana min de her dem şano hebû. Ez 13 salî bûm min şano naskir û ji hingî ve ez şanoyê dikim û li ser dikê me. Berê derfet kêm bûn ez nikarîbûm şanoyê bi zimanê xwe bikim lê vêga ez şanoya xwe bi zimanê dayîka xwe dikim.

Ji bilî karê şanoyê, Erdal xwe di çi warê din de jî zîrek (jêhatî) dibîne?

Ji xeynî şanoyê mamostetîyê jî dikim lê ez dixwazim tênê karê şanoyê bikim. Mesela jêhatîbûne, ez dibêjim bila temaşevanên me biryara wê bidin dê ka ez jêhatî me an na.

Dema ku te ev serkeftin bi dest ve anîn, tu dikarî wî hestê ku li ba te hatî peydakirin, bi rave bikî?

ez jî bîst salî bêtir vî karî dikim. yên ku min li ser dikê temaşe kirine bi rastî jî dibêjin tu serkeftîyî lê dîsa jî ez xwe her dem kêm dibînim û ez dixwazim her dem li ser zêdê bikim. Paşî ev karê me yî rêzefîlmê çêbû û ez bêtir hatim naskirin ev tiştê kî xweş e lê ez hê jî hinnebûme ku ev qas gelême min nasdîkî û eleqayeke mezin nîşan didin. Ez matmaî dimênim lê ya bi rastî kêfa min jî tê.

Di dema dawî de herî zêde rexne li te tên girtin?

Na, zêde rexne nayîn kirin lê tenê li ser sahneyeke rêzefîlma îşev hat kirin. Lê ew jî ji rexnê pêştir dijun heqeret û tehdît bûn. Em guh nadin dijuna û heqereta. Lê carna rexneyên gelek xweş tên ji me re. Ev jî tiştekî gelek baş e. Rexne ji bo karê ku em dikin giring e û mirov bi saya van rexneyan kêmasîyên xwe dibîne û bi pêş ve diçe.

Em vegerin li ser gurpa we, ev kî ne û çawa biryara vê rêzefîlmê da?

Em şanoger in û di ekîbê cuda de lîstîkvan in. Piştî vê nexweşîya coronayê dike me hatin girtin. Ji ber ku em vala nemînin û lîstîkvanîya xwe bikin me biryara vê rêzefîlmê da.

Zehmetiyên herî balkêş û pirsgirêk ji we re derxistin çi bûn?

Me her tişt bi derfetê xwe dikirin ji ber ku derfetê me yî aborî gelek kêm bûn. Wekî din ekîba me gelek zehmet kişand lê her kes çi ji destê wan hat kirin û me bi kêf xweşî ev rezêfîlm çekir.
Hûn wek yek Gurp xwe dibînin ku we di dema niha de kêm an zêde, Şanoya kurdî pêşve biriye ?! nemaze ji ber ku rêzefîlma "Îşev" bi serkeft.
Ya bi rastî me ji bo zimanê kurdî li ser dikê şano dikir. An niha ji bo şanoyê derfet tinin em li ser medyaya civakî karê xwe dikin. Sibe disiba ew jî ji destên me here emê li kolanan karê xwe bikin lê dîsa bi zimanê dayîkan xwe. Ji bo zimanê kurdî bi pêş ve here çi ji me were em dixwazin bikin.

Karê we dê tenê di Kurdistana Tirkiyê de be, yan pêşerojê de hûnê têkiliyan bi şanogerên parçeyên din yên Kurdistanê re bikin?

Berî vê nexweşîyê têkîlîya me bi şano û şanogerê her parçê kurdîstanê re hebû û me çend komê şanoyê ê kurdîstana başûr li ser dîka xwe xiste mêvan. Di pêşerojê de ku dikê me dîsa vebûn em dixwazin wan şanoya li ser dikê xwe dîsa bikin mêvan û em jî wekî turneyê herin bibin mêvanê wan.

Hûn di plansaziya xweya bê de lîstikên nû pêşkêş bikin an jî hûn ê bi pêşandana Rêzefilmê îşev bidomînin ?

Aniha lîstîkeme yî amede heye, bi navê serbaz. Di pêşerojede emê wê bileyizin. Di hişe me de lîstîkeke dario fo û william shakespeare heye. Ji xeynî van lîstîka rêzefîlmeke weke sitcom jî emê çêbikin. Piştî vê sîtcomê em dixwazin berdewamî rêzefîlma “îşev” bikin.

Heger derfet bo Erdal di warên din de, wekî pêşkêşkirina bernameyan bê, yê wisa bi ser bikeve wek şanoyê?

Ya bi rastî ez pêşkêşkavîyê jî dikim. Em bernameyekê çedikin bi navê “şildim bildim” me 22 beş kişandin û parvekir. Ez çiqas bi serve ketim nizanim, biryara wê temaşavan didin lê bi min tiştek weke şanoyê nabe û cihe şanoyê nagire. Cihe ku ez xwe lê rihet his dikim şano ye.

Gotina dawî ji bo xweştivî û hezkerên te

Bila ji bo ziman bijîn, çiqas ji destê wan were, bila kurdî biaxivin, bi kurdî binivsînin û bi kurdî bixwenin. Silav û rêz ji her kesî re.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5589