Li ber dergehê Laliþ (Parastin û Guhdana Kurdên Êzidî Serketin û Pêþketine Kurdistaniyanê ye)
Dîrok: ÇáÎãíÓ 12 ÃÛÓØÓ 2021
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

  Roja îro, di navbera gelan û olan de cudahî û berberî hin bi hin kêm dibe.. Diyare ku ew jî ji ber zanîn, giyanê birayetiyê û wekheviyê ye. Pêwîste em baþ bi qedir, qîmet û bihayê vê pêþveçûnê zanibin, xebat û bizavê di ber pêþxistina civata xwe de bikin, da ku em serbilind û serfiraz di þaristaniyek pêþketî de bijîn. Nexasim di vî heyamî de ku civata mirovahiyê bi lez û bez ber bi þaristaniyê ve diçe.. Bayê azadî, demokrasî û mafê mirovan li seranserî cîhanê belav dibe..


  Û wiha baweriya me pir mezine bi gelê me yê Êzidî ku wê zû ji vê kujtariya hovane rizgar bibin u wê careke din li reseniya xwe, li Þengala xwe vegerin.. Careke din wê li dor Laliþa Nûranî kom bibin.. Careke din çiyayê Þengalê, bi darên hejîran bxemilînin.. Þengala Þewitî, Þengala berxwedanê...
  Pêwîste îro em mikur bên, ku em kurdên misilman ji gelek rexan ve deyndarên birayên xwe kurdên Êzidî ne.. Para me jî gelek caran di qirkirina vê ola me a dêrîn de hebû, ew jî ji encamên misilmantiya me.. Tevî ku piraniya me, bi koka xwe li vê olê vedigerin.. Pêwîste jî, ji niha û bi þûn de her yek ji me xelkên vê olê, bîrûbaweriyên wan biparêzin, Laliþa Nûranî û tev perestgeh û þûnwarên wan ji nû ve vejînin.. Alîkariya navend û saziyên wan bikin û keç û xortên wan bi xwendin bidin.. Belê di baweriya min de xwedîlêderketin, parastin, guhdan û pêþxistina xelkên me kurdên Êzidî û ola wan a dêrîn serketin û pêþketine ji tev Kurdistaniyan re.


Wêne: Ez û Þêx Merwan li ber dergehê Laliþ
 
Konê Reþ Qamiþlo








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5587