Lê ne ez bûm
Dîrok: ÇáÓÈÊ 17 íæáíæ 2021
Mijar: Nûçe




Rêwan Mîranî

Min hemû pêlavê xwe
Di riya mala te da qetand in
Heta ez pêxwas mam
Te nû got:
Ma tu nizanî, ez pêxwasan nakim!


Min perdeyên dengê xwe
Di bangkirina te da qetand in
Heta ez lal mam
Te nû got:
Ma tu nizanî, ez lalan nakim

Min hemû hêviyê xwe li ber pên te rijand in
Heta ez bê hêvî mam
Te nû got:
Ma tu nizanî ez bê hêviyan nakim

Di dawiyê de tu çû yî û te yek pêxwas, lal û bêhêvî kir
Lê ne ez bûm






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5575