Nîgarkêþiya Nîzar Yûsif di Hêlîna Xewnan de
Dîrok: ÇáÃËäíä 12 íæáíæ 2021
Mijar: Nûçe



Qado Þêrîn

Helbestvan ew e yê ku bi gotinan, ne bi kamîrayan wêneyê dîmenan dikþîne.
Tu çawa li jiyanê, li der û dora xwe, li dîmenan û li jinê temaþe dikî, tu çawa dizanî hewqasî xweþik pesnê tiþtan bidî, û wan dîmenan wek wêneyekî bedew, bi tîp û gotinan bikþînî. Belkû helbestvan bi tenê dikare wisa be.
Helbest derbirîna hest û wicdanê mirov e, dema wicdan hest dibe, helbest tê nivîsandin, çimkî helbest neynika derbirîna rasteqîneyê ye, û çimkî ne herkes dikare hestê wicdanê xwe wergerîne, derbibire, û bi helbestiyane binivîse, êdî mirov ji wî kesî/ê re dibêje helbestvan dema bi dilsozane, bi hostayetî û li gor xwestek û kêfxweþiya mirov, binivîse, û mirov navê wê nivîsê bike helbest. Êdî, helbestvanek ji dayik dibe, wê demê helbestvanên mezin tên peyda kirin.


Ezê di vê gotarê de, bi tenê qala aliyê wênekêþiyê di helbestên Nîzar Yûsif de bikim, wate, aliyê wêne, simbol û nehêniyê bikim, ango derbirîna bi rêya wêne, simbol û nehêniyan, çimkî ji bo min, belkû ji bo gelek kesan, eger helbesta nûjen ne bi kamîreya gotinan bê kiþandin, ne helbest e. Li gor ez Nîzar Yûsif û helbesta wî diþopînim û dixwînim, ew ji helbestê hez dike, û ji ber ji helbestê hez dike, daye ser piþt û þopa wê. Þop û rêça helbestê jî dijwar e, ne hesan e wek ku hin kes texmîn dikin. Nîzar Yûsif jî vê baþ dizane, ji ber wê, eger mirov helbestên wî dixwîne, mirov piþtrast dibe ku rêzê li xwe wek helbestvan digire, û di dûv re rêzê li helbestê digire, bi texmîna min ew mercek sereke ye ji bo nivîsandina helbesta baþ, eger ne wiha be, hema çi be wê bi navê helbestê bê nivîsandin, di encamê de helbest bê ast û erzan dibe û xwedî jî nabe helbestvanekî baþ û dilsoz.


Baþtirîn destpêk ew e ku em biçin mêvandariya helbesta “Hêlîna Xewnan” a ku pirtûk pê hatiye bi nav kirin.
Hêlîna xewnan :
Heger ji waran nependî bim!
Agir bi dara min werdibe,
Giyan di çepera te de kovan dimîne.
Ku bagera kederan rada ser te,
Bi wêne yên hevbeþ re bipûnije.
Li biskên xwe yên rûxwerên bipirse.
Li bûyerên bi feneran re, vekole.
Heger xwestek razî nebin!
Êvar di hedanê de te venehewîne!
Hestên te li raserî textê dilê min,
Ê xwe bi dar ve bikin,
Merem ê bîrdankê bi vekelandinê re biarînin.
***    ***    ***
Bi te serwext im,
Çendî tu bifirî,
Li hêlîna dilê min vedigerî.
Çendî firtone keleka te bibin,
Li rawestgeha derya ya min qaf dibî.
Çendî warên strêran bi telesm bin,
Dîsa li razê1 pêsîra min dizîvirî,
Li ser balgehê çipil ê min dipekî.
***    ***    ***
Tu giyanê pênivîsê yî,
Çavkaniya ramanan,
Tu rewa zuhabûna min î.
Çiraya þevên tarî,
Jêdera xeyalan.
Mak a temar ên* hestan,
Tu çîrok û mijarên jiyana minî.
Ti pirtûk têrî wênekêþî yên te nakin,
Desthilatdara li ser textê dilî.
Bi texmîna min, ev helbest baþtirîn nimûne ye ji hemû helbestên pirtûkê re. wate, Nîzar bi zanebûn navê helbestê ji bo navê pirtûkê bijartiye. Helbest tije wêne û simbol e. Emê ji  helbestê qala perçeyekî jê bikin,
Bi te serwext im,
Çendî tu bifirî,
Li hêlîna dilê min vedigerî.
Çendî firtone keleka te bibin,
Li rawestgeha derya ya min qaf dibî.
Çendî warên strêran bi telesm bin,
Dîsa li razê1 pêsîra min dizîvirî,
Li ser balgehê çipil ê min dipekî.
Nîzar rasterast êþ û hest û ramana xwe nanivîse, dizane ku gerek helbest bi rêya wêne û simbolan bê nivîsandin, çimkî ew ne gotarê dinivîse, belê helbestê, ji xwe di helbestê de þaþ e ku tu yekser û rasterast hestê xwe derbibirî û binivîsî, asta helbestê nizim dibe. Nîzar di evî perçeyê helbestê de dixwaze bêje; tu bi ku ve biçî, tê li min vegerî, lê, ne wisa rasterast dibêje, belê bi helbestî, ango bi þêweyekî din, wate, bi rêya wêne û simbolan. Ji xwe wêne û simbol û xeyalê dûr û dirêj asta helbestê blind dikin.
Em bên ser perçeyê dawî ji helbestê. Nameyek helbestvan heye, bi rêya helbestê radigihîne, mirov nizane bê ka mebesta wî kiye, dilber e? Dê ye? Welat e, keça mirov e? Ew hin maf dide xwendevan ku li gor xwe û bîr û boçûnên xwe þirove bike, û hin jî xwendevan tev li helbestê bike, wate rolekê dide xwendevan daku, bi helbestê re bilive, beþdarî helbestê bibe, dibe ku li dawî û di encamê de xwe têde bibîne. Helbestvan wiha nivîsandiye;
Tu giyanê pênivîsê yî,
Çavkaniya ramanan,
Tu rewa zuhabûna min î.
Çiraya þevên tarî,
Jêdera xeyalan.
Mak a temar ên* hestan,
Tu çîrok û mijarên jiyana min î.
Ti pirtûk têrî wênekêþî yên te nakin,
Desthilatdara li ser textê dil î.
Helbest mirov li gelek deveran digerîne, û rastî gelek kaþ û newalan tîne, taku mirov dighêje hevoka dawî, mesele piçekî zelal dibe. Di hevoka dawî de, êdî mirov nas dike ku, ji dilbera xwe re wan gotinan dibêje.
Helbestvanê nehêniyan û razan navêje ber xwendevan, wî nelivîne û wî þaþomaþo neke, lawaz e. divê helbestvan xwendevan matmayî bihêle û wî tev li xirecir û liv û tevgerê bike daku, bi helbesta wî re guncaw bibe, biêþe, bijî û rihet bibe. Wate, divê xwendevanê helbestê bibêje; helbest ji min re, belkû li ser min hatiye nivîsandin. Ango ne tenê xwe têde bibîne, xwe wek giyan û egera nivîsandina helbestê bibîne.
Eger em ji pirtûkê, wek nimûne, hin helbestan bibijêrin û li ser wan rawestin, mîna: Gemiyên bi kun(62), Bac ên cengê(70), Du lib Hejîr(96), Çûk ê bê hêlîn im(103), Derya þevê bê kinar e(111), û gelek helbestên din, emê bibînin ku hemû bi wênekêþî û simbolîkî hatine nivîsandin. Çiqasî navnîþana helbestan zelal û rasterast bin jî, lê helbest ne wisa ne, wek ku helbestvan dixwaze mijar û naveroka helbestan zelal bike, lê ku mirov tê helbestê dixwîne, ne wisa ye, bi wêne û simbol û nehêniyan qala mijarê dike.
Eger wek nimûne, lê hema hema hemû helbest bi eynî þêweyî hatine nivîsandin. Wate, bi wêne, simbol û nehêniyan, mîna helbesta;
Derya þevê bê kinar e
Îþev derya þevê bê kinar e.
Bi dengvedana zengilê dengê te re,
Hevjal ên periyan diþêlin.
Di herîkandina meya çavên te re,
Pêlên Feraþînê dibarin.
Bayê dilovaniya min bibe!
Hinek ji rengên gerdenê,
Bi henaseyan re bide kelbûnê.
Avgeh a gulan bifûrîne.
Rêwî me li doþava sor dihizir im.
Li hembêzeke bi peyar,
Bi keder im.
Bi hêzek nîviþkand di ajo,
Rêka temen hîviyên nîvser diþopîne,
Li pêrgî te nayê,
Dest ji sîbera te nagirin,
Lewma xewnên me binavî ne.
Ji ber helbest þirove nabe daku, asta wê neçe, lê çimkî helbest e, nabe wiha bê nivîsandin, îþev þev dirêje, bê pêþî û dawî ye, lê dema dengê wê hat min, ez kêfxweþ bûm, tama hunggiv niqutî ser lêvên min, û me þevek xwe derbas kir. Ev sê çar hevok ne helbest in, lê hin mirov dikarin li ser wan hevokan helbestan ava bikin, Nîzar jî wisa kiriye, wate, bi wêne û simbol û ne rasterast eynî wan tiþtan dibêje, û wiha helbest tê afirandin.
Di helbesta “Mîr ê zimên”(76) de, her kes dizane bê li ser kêye, lê navê wî nabêje, û ya rast wiha ye, çimkî helbest e ne gotar e, wek nimûne, dibêje:
Siruþtê kirasê nû,
Bi ser xwe de berda,
Çand xemilî

Zeviya çandê,
Bi sinbilên geþ tewandî
Bênderan verêj rijandin.
Bi hesanî mirov dizane ku mebesta wî Mîr Celadet Bedirxan e, lê wî bi nav nekiriye û navê wî jî di helbestê de tune, lê mirov bi xwe fam dike ku helbest li ser wî ye, pesnê wî, xebata wî ya ji bo ziman dide, û xizmeta ji ziman re kiriye, kovarên derxistine, hemû ji bo parastina zimanê kurdî ye, lê helbestvan bi þêweyê helbestan e van xalan derdibire, ne rasterast pesnê Mîr Celadet û xebata wî ya di ber ziman de dide, û wiha helbest tê der û derbirîn.
Ferq û cudahiya di navbera helbesta kilasîk û ya nûjen de ew e ku, ya kilasîk rasterast û li hev anîn e, mûzîka xwe ji terazû û ji li hev anînê distîne, belkû ya nûjen ji wêne, simbol û mûzîka hundirîn distîne, ango dema hevok li hev hatî û xweþik bin, tije wêne û simbol bin, mûzîkê distîne. Bi texmîna min, Nîzar hewl daye wê yekê bike.
Li dawî, ne hema ku gotin û hevokan durvê helbesta nû stand, bû helbesta nûjen, na û sed carî na. Nivîsandina helbesta nûjen bi gelekî ji ya kilasîk zor û dijwartir e.
12/07/2021
www.qadoserin.com






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5573