Ji folklora Kurdî: Çîroka Malo û kalê Þîretfiroþ
Dîrok: ÇáÓÈÊ 27 ãÇÑÓ 2021
Mijar: Nûçe



Rêwan Mîranî/ Kurdistan

Hebû nebû kes ji Xwedê mezintir nebû.
Tê gotin ku di çerxekî de li gundeke Kurdistanê hiþkesalî di ser deverekî de hat, zelamên wê deverê neçar bûn ku derkevin û ji jin û zarokên xwe re li kedekî bigerin heta ku pariyeke nan peyda bikin.
  Piþtî borîna çend mehan yek ji wan zelaman ku navê wî Malo bû kar dikir kû vegere mala xwe piþtî ku bayî sê zêran kar kiribû. Di riya vegerê de li kalemêrekî rast hat, silav dayê û jê pirsî:
_Kalo tu ji kû tê, tê herê kû û ti çi karî dikî?


_ Ez kalê Þîretfiroþ im, li dunyayê digerim û þîretan difroþim.
Malo bi herdû destan bi zikê xwe re girt û bi dengek bilind kenî û got:
_Kalo ma ev kar e tu dikî, here ji xwe re Karek din bike ji te re baþtir e ji vî karî!
_ Ez zelamekî kal im û ti kar ji min nayên, lê jiyanê gelek wane nîþa min dane, ew wane jî bûne þîret, eger tu þîretan ji min bikrî tê buha yê þîretê  min bizanî.
Malo demekî mendehoþ ma, û ji xwe re got "ka ez li þîretên vî kalî binêrim ev çi sosret e!"

_ Kalo ka þîretekî bide min, ez dixwazim bextê xwe taqî bikim.

_ Ka zêrekî buhayê wê bide min berî bêjim.
Malo zêrek ji binê berîka xwe derxist û kir di destê kalo da.
_Þîreta min li te ti caran li newalan nenive.
Malo da hizra xwe û got:
_ Ma ez ê çi mifayê ji vê þîretê bibînim ev e min zêreka xwe ji dest da. Yan bila tiþtek baþ be yan bila nebe. Ez ê þîretek din jî bikirim, dibe ya din baþtir be.
_ Ka bayê vî zêrî jî Þîretek din bide min Kalo.
_ Þîreta min li te ti caran bila bahweriya te bi zelamên çavþîn û diran ferq nehêtin.

Malo carek din bi hêrs got, Kalo ma ev çi þîretin tu li min dikî, ma ez ê çi mifayê ji wan bikim, ev bo demek dirêj min zarokê xwe nedîtî û ez ji wan re çû bûm kedekî bikim, yek zêr bi min re ma bila ew jî ji te re be, ka þîretek din jî bide min dibe ya þêyemîn buhayek hebe.

_ Þîreta min li te ji berî her karekî bikî divê tu piçekî bi hêmnî ji yekê heya dehê bihejmêrî.

Malo bi dilek melûl ji cem kalo rabû û berê xwe da riya malê.
Bi rê de hizrên xwe dikir û hest bi bextreþiya xwe kir. Ew demek dirêj bû ji mala xwe, zarok û hevjîna xwe dûr ketibû, ew jin û zarokên birsî li hêviya babê xwe û keda wî bûn.
  Li newalekî li ser riya vegerê Malo rastî karwanekî hat, xwe nêzîk wan kir û bi wan re têkel bû. Heya þev di ser wan de hat, karwan biryar da ku wê þevê di wê newalê de bimîne. Malo da hizra xwe û ji xwe re got "Min zêrek bi vê þîretê dabû Kalê Þîretfiroþ, ez ê li ser gir binivim."
Bû sibe Malo ji xew rabû dît ku lehyek hatibû û ew karwan ji nav biribû. Li cihê kawrên sekinî, dît ku kîsek zêr li cih mabû, ji keyfan hilgirt û berê xwe da riya malê.

  Hindek din rêva çû heta li zilamekî çav þîn û diran ferq rast hat, silav dane hev û li bin darekî bêhna xwe vedan heya dunya bû þev û bû demê xewê. Þîreta Kalo ya duyemîn hate bîra Malo dema jê re gotî "baweriya xwe bi zilamên çavþîn û diran ferq neyîne", wî zelamî piþta xwe da Malo û kurkê xwe girte serê xwe, her wekî ku nivistî be. Lê Malo hêdî hindek cilik deynan cihê xwe û kurkê xwe girte ser û li piþta darekî nêzîk çavdêrî kir, heta dît piþtî demekî ew zelamê çavþînê diranferq rabû ser xwe, xencera xwe derxist û nîva kurkê Malo da, lê Malo ji piþt darê derket û bi lez xencerek li wî zelamî da.

Roja paþê Malo rabû da rê heta ku nêzîk mala xwe bû dunya bibû berê sibê hîna tarî bû, nexwest deng bike û hevjîn û zarokên xwe ji xewê rake hêdî dergehê mala xwe vekir dît ku va yek di bera jina wî da nivistiye, xencera xwe derxisr da ku wî kesî bikuje, lê Þîreta kalo ya þêyem hate bîra wî, bêhnek kiþand û ji yekê heya dehê hejmart, ji niþkê ve jina Malo deng li kurê xwe yê di hembêza wê da razayî kir û got kurê min va roj derket rabe lavêjan ji Xwedê re bike.

Wisa jî Malo bi bextewerî û dewlemendî vegerya nav mal û zarokên xwe û buhayê þîretên Kalê þîretfiroþ zanî.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5504