Xwendinek kurt ji dagîrkirina Efrînê re
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 23 ãÇÑÓ 2021
Mijar: Nûçe



Hişmend Şêxo

Berî bi sê salan di 20 / 1 / 2018an de Rûsiya çira kesk ji Turkiyê re vêxist, û bargehên xwe yên leşkerî ji (Kefircenê) vekişand , Û di Demjimêr / 4 / piştî nîvro /73/ balafirên cengî yên artêşa Turkiyê derketin ezmanê Efrînê, û navenda bajêr topbaran kirin , ji encama êrîşkirin û topbarankirina beyalî û ezmanî de bi sedan ji xort û keçên gelê me şehîd ketine û bi sed hezaran gelê Efrînê ji xaka xwe bidûrketine û  koçber bûne.


 Di van hersê salên borî de gelê me yên li Efrînê mane  jiyaneke zor dijwar derbas dikin ji girtin , kuştin , derwarkirina bi darê zorê , destdanîna ser mal û zeviyan û operesyonên guherîna demoxrafî berdewam e , Herwiha ne tenê şerê mirovan dibe lê belê şerê miriyan jî tê kirin û heya goristanên Efrînê wêran dikin.
Sed mixabin ji helwestên navdewletî re ku hiştin dewleta Turkiyê berê xwe bide gelê me yê Mirovhez û Azadîxwaz û berê van diz û nandozên ku bi navê (Artêşa Niştimanî ya Sûrî) têne naskirin bidin Çiya , Navçe û gundên ciwan , Herwiha piştî pêncî û heşt rojan ji topbaran kirin , kuştin û wêrankirina vê herêma aram û bêrdar li ber çavên civaka navdewletî û cîhanê bi seranser , Li hember bêdengiya rêxistin û komeleyên mafên mirovan gelê kurd bi kal û pîr , jin û zarokên xwe ve di jêrzemînan de kêliyên mirin û jiyanê bi hevre parve dikirin.
Di roja Yekşemê 18ê Avdara 2018an de, weke îro artêşa dewleta Turk a dagîrker derbasî bajarê kurdperweriyê bû , Berê wan diz û pêxwasan dan navenda bajarê Efrînê bi Ayeta (Fetih Elmobîn) û bi siloxanên ( Elah û Ekber ) dest bi dizî û talanikirina mal û samanên kurdan kirin.
Di destpêka derbasbûna Artêşa Azep de Ji ber kîn û regezperestiya dewleta Turk û bi armanca şikandina hêvî û derûna mirovê kurd û birînkirina rûmeta netewî ya kurdî , Dagîrkerên Turk berê wan diz û nandozan dane peykerê (Kawayê serhildêr) ji ber ku ew ji gelê kurd re simbola Rizgarî , Azadî û serfiraziyê ye, Lewre berê wan çete û çolaxan dane cîgehê peykerê wî li rex nivîsgeha partiya me ya kavilkirî.
Li wê derê, wan çeteyên xwefiroş, bi kîn û zikreşiyeke bêhempa, Bi çanda xwe ya kevneperest berê guleyên xwe dane Peyker û paşê zincîr û qeydên zordestiyê di peykerê Kawayê me girêdan û ew rûxandin...
Piştî wî karê gemar û kirêt, wan aşkere diyar kirin û gotin : ji navenda bajêr siwar radighînin ku ( Xak bi erebî dipeyive û Efrîn ne ya Kurmanca ye, Efrîn, Efrîna me ye ). Ji ber van kiryarên hovane yên dagîrkeran, bi sed hezaran ji keç û lawên gelê me mal, milk, gund, zeviyên zêtûn û hinaran li şûn xwe hiştine û ji neçarî koçber bûne, berê xwe dane çolan, di bin baran, û sermê de, bê xwarin, bê vexwarin û bê nivîn li dora hev hêwirî ne û bi keserên kûr û bi nerînên hejar li bajarê xwe dinêrin!... 
Ji ber vê rewşa dijwar, û di sîbera kerrbûn û lalbûna civaka navnetewî û rêxistinên mirovî de, gelek şîrmij , zarokên piçûk , pîr û kal û birîndarên sivîl jiyana xwe ji dest dane û bûne qurbanên vê êrîşa hovane!.
Wekî em tev dizanin ku di dîroka me ya nûjen de, ev ne cara yekê ye kurd têk diçin û hêviyên wan têne sêdarkirin, Duh li Kerkûkê bû , Berî wê li Mehabadê, Rêkeftina Cezayîrê …û îro jî li Efrînê û Serê Kaniyê ye , Mixabin herdem kurd bûne qurbanê berjewendiyên xelkê û qelenê wê, derbiderî , penaberî û xwîna sor dane!
Piştî her ketin û likumandinekê, Û di bin bandora êş û azariyê de , Li şûna ku em bi Hişmendî li sedemên têkçûnê bigerin da ku di pêşerojê de careke din ew dubare nebin, Em şerê hev dikin û her aliyek aliyên din tawanbar dike, Û wî di ber ketinê de berpirsiyar dibîne.
Di wê Navê de, Em rastiya rola dewletên herêmê û cîhanê û rola herdu dewletên mezin (Rûsiya , Emerîka) yên xwedî biryar di mijara Sûrî de ji bîr dikin ewên ku berjewendiyên wan di ser doza kurdî û di ser her tiştî re ye.

Gelî Efrînê yê Kurdperwer û mirovhez

Aşkere û zelale ku şerê Efrînê ji encama Rêkeftina Asîtana bû , Di navbera Turkiyê, Îran û Rûsyayê de, ku li gora wê, Efrîn kirin berdêl ji Xûteya Rojhilatî Şamê re , Helbet hin xalên din ên ne diyar jî hene , Lê di vê derbarê de, berpirsiyariya Tevgera Kurdî her heye, ew ji vê bêtarê bê sûc û guneh namînin. Bi taybetî (Tev dem) û ( PYD ) ji ber ku biryara şer û aştiyê tenê di dest wan de bû , Herwiha ji wan xirabtir jî ( ENKS) yên ku heya bi vê kêliyê di nav hemahengiya Sûrî de mane.
Di vê çarçewê de dûrî nerînên partîtî , Tenê ez ji dîrokê re dibêjim ku di wê demê de ji nav hemû aliyên tevgera kurdî li Sûriyê vexwendineke fermî ji bo beşdarbûna kongireya Sotşî ji partiya Pêşverû re hebû , Lê ji ber helwesta Rûsî ji şerê Efrînê (Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê) di kongirekî rojnamevanî de helwesteke wêrek û nerîneke zelal da û wisa got : Ji ber helwesta Rûsiya û rêdana wan ji Turkiyê re ji bo topbaran kirin û dagîrkirina Efrînê  em naçin li kongirê Sotşî beşdar nabin û em vê êrîşê şermezar dikin , Herwiha Partiya me gelek pêşinyarên çareseriyê pêşkêş kirin ku Bajarê Efrînê radestî Dewleta Sûriyê bikin ji ber ku dawiya dawiyê Efrîn beşeke ji xaka Sûriyê , daku gelê me li ser xaka xwe bimîne û koçber nebe, Lê mixabin kes bi hawara me nehat û bersivên ne rêyalîst û ne berpirsiyar didan û digotin : Çawa em li Kobaniyê bi ser ketin emê li Efrînê jî bi serkevin..
Bi helkefta vê roja xemgîn ez bejina xwe li hember Lehengên Efrînê ditewînim. Ew kesên dilêr ên jiyana xwe û her tiştên xwe erzan kirin û bi çandeke kurdewarî xwîna xwe li ser vê xaka pîroz rijandin , ji bo berevaniya xaka kurdî û parastina rûmeta vî miletî.

Herwiha hemû kesên ku destê wan di vî şerî de hebûn û berê gelê me dane kuştin , kavilkirin û penaberiyê û bi taybetî kesên ku mayîn di mal û xaniyê sivîlan de çandin û çûn ez nefretê li wan tînim.
Ez hemî xebatkarên tevgera netewî ya kurdî silav dikim û bi taybetî kesên ku hatine girtin û li ser destê wan nandozan kotek , şewat û îşkence dîtine ez wan xebatkaran silav dikim û bang li tevahî gelê xwe dikim kesên Partîzan , kesayetiyên serbixwe û  ji wan re dibêjim : 
Erê bajarên me hatine dagîrkirin , Lê bawerî li ciye û hêvî bilindin ji berdewamiya xebatê re da ku gelê me ji dagîrkeriyê rizgar dibe û dighê mafên xwe yên netewî di welatekî Azad û Demoqrat de.

18 / 3 / 2021 

Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5498