Konê Reþ Seyid Remezanê Berzencî; di nav kurdên herêma Cizîrê de, yek ji navdarên Melayên kurd yên welatparêz û bi rûmet dihat nas kirin. Navê wî Remezanê Silêmanê Îbrahîm e, bi navê Seyid Remezanê Berzencî di nav kurdan de hatibû nas kirin. Ew ji malbata Berzenciyan bû. Ev malbata ku di Kurdistanê de bi nav û deng e. Ew di sala 1930î de li gundê Miherkan, nêzîkî Tirbespiyê hatibû dinyayê, xwendina xwe li gundê Xizna, ber destê Mela Reþîd bi dawî anîbû, ji mela Ebduqudusê Cemîlê Seyda û Seydayê Cegerxwîn fêrî kurdewariyê bibû û di bin bandora helbestên Cizîrî û Cegerxwîn de xwe berdabû nav cîhana tore û wêjeya kurdî.. û dabû pey þopa navdarên kurdan.
Di sala 1949an de li gundê Cimaayê, bareþî Qamiþlo cîwar bibû.
Di sala 1965an de mala xwe barkiribû herêma Kîkan, gundê Þora Þerqî û lê
melatî dikir.. ta ku di roja 6/10/2004an de gundê Þora Þerqî çûye ber
dilovaniya Xwedê û di goristana gund de hatiye veþartin.
Seyid
Remezan; zanyarekî olî bû, herwiha kurdperwerekî dilsoz, wefadar û wêrek
bû.. Di destpêka damezirandina Partîya Kurdî de li Sûriyê, ew ji kesên
pêþî bû ku bûye endam û xebat ji dil û can di ber mafê gelê kurd de li
Sûriyê kiriye û di nav re, gelek caran toþî rêtengî û bersivdanên
emniyeta rêjîmê bûye..
Ji sala 1992an ve xwe dûrî karê rêxistinî
kiribû û dest bi danheva jînenîgarî û serboriya zanyar, oldar û
helbestvanên kurdan kiribû.. Di encam de 5 pirtûk bi navê (jînenîgariya
zanyar û oldarên kurdan di Kurdistanê û sirgûnê de), amade kiribûn,
beþek ji wan, bi navê (Jînenîgariya helbestvanên kurd) e. Digel ku wî
car caran helbest ji xwe re dihûnandin..
Ji þîretên wî ji keç û xortên kurdan re:
(Divê
mirov nebe hevalê pîsan, heta ji mirov bê, qenciyê bike û ya herî baþ
ewe ku mirov netewa xwe biparêze û xizmeta gelê xwe bike.. Razîbûna
Xwedê jî têde heye, ji ber ku her kes berpirsyarê dema xwe ye,
berpirsyarê mal û malbata xwe ye..).
Seyid Remezan baþ ji çax û
demên xwe di ger û serdana Mela, nivîskar û helbestvanan de derbas kir,
da ku jînenîgarî û berhemên wan tomar bike. Min ew wek (Xocakî Xizir)
nas kir.. dema ku ji niþka ve, bi rîha xwe ya spî, þaþika xwe ya kesk û
cibeyê xwe yê dirêj li deriyê min dida û derbas dibû.. Sawa wî diket
dilê min de.. û min ji xwe re digot; Eger Xocî Xizir hebe, Seyid
Remezanê Berzencî bi xwe ye.. Sed rehmet li giyanê wî bibare, buhiþt
mala wî be.
Wêne ji çepê ve: Mele Remezanê Berzencî, Seydayê
Cegerxwîn, Kazimê Hisênê Esed, Mele Þêxmûsê Qerqatî, Mele Þêxmûsê Þêxî û
Mele Sebrî. Ev wêne di sala 1954an de, di xwepêþandekê de li bajarê
Qamiþlo hatiye girtin.
Qamiþlo 17/3/2021