paşê min dê bigota hez ji 8 pirtûkan û hemî destnivîsên ku jê mane dikim, biser ve jî min dê weke ravegêr bersiveke wategiran û mafseza wilo bida.
Min hez jê dikir… ji ber ku: nemir erk û egersezayên serdemê weke keys û derfet destnîşan dikirin, û weku pêdivî pê hebû rêdemî lawên qûnqxa xwe dibû, bi lezbîrî û di pêşgavên temenê ciwan de têgihişt û haydarî kêşeya gelê xwe bû, xemxur, berketiyê rencekêşana gêl û kewdaniya civaka paşverû bû, kul û derdên giran ji destê perçebûnê û etlesa veçirrî ya çar pîne li ser rûberê dîrokeke dirêj herkêm 80 salî di nava xwe de gencîne kiribûn, her wiha xewna gewre û evra ji bo wî ewbû ku tevgera kurdî di sûriyê de, gelê kurdistanî bi giştî di peymaneke hevgitî û rêkeftî de, di jiyaneke aza, aştiyane û serbixwe de berya mirinekê bi pelîne.
Min hez jê dikir… ji ber ku: ne mîna gelekan li dûv sawêrên zir û derewîn, pesin, çepik navdariya xwe û paşkokên hoza xwe di beziya, hîç weke rewşenbîrekî kurd ne lagirê çanda koletiyê, ne derûnlawaz û peyrewî, ne dîkê şer û tenha helbestvanê helkeftê bû, an jî lebok û qurreyê zêdekar û niwînerê bêkêr bû, ango çepla û tundrewî, bê encam û çare qet ne diramiya, dexsokî, çavnebarî û dilreşî ji ferhenga wî jimêj de barkiribûn, lêbelê xwedî helwesteke bîrkêş, aram, hişmende, yekrû û newenewe bû, şasiwarê hevoka çêjdar û ronakbîriya ser binaxeke zanistî û şaredarî, dadiya civakî û wekhevî, zimanekî rewanbêje û fermî di kurdistaneke azad, dîmuqrat û yekgirtî de destegul mebest û armanca wî bû.
Min hez jê dikir… ji ber ku: Têgeha yekbûnê li bal wî ji serî de çand û ziman mîna alavên tundhêz û coşdar, nemaze ku giyanê xweragirî, kar xebateke bê vewestan di seqake têr kelem û stirîdirk de, di mercên têr aloz, arîşe, qedexe û çewsenkarî de, civakeke tar û mar, tevgereke jihev pijilî partiyên wê bi jimara êlan bin, mixabin heyîn û netewnameya xwe di nêv derbendên çarenûsên mûrangirtî de kefteleft dikirin, her wekî dîmen û henas bê reng û deng di bendemanê de tavilîman û sed bazî di nava wî de li xwe dixistin, li radeyekê hinga û tanî nuha jî mirovê kurd bê sûc dibe tewanbarê gunehê ku bi yek carî nekiri ye.
Min hez jê dikir… ji ber ku : mirovekî çakbîn bû û şabextî di nêv civaka kurdî de mîna xelateke giranbuha û payebilind ji gelê xwe wergirti bû, henasên dêman û gernejîna geşbîn, pêşbîniyên pêşerojê çakbext û sûdwer pêre eşkere dihatin xwendin, demdar di hêmeniyeke hûr û kûr de mîna milîtanekî nependî ji dil û can stûbariya xwe di bijart û tevlî berxwedan û raperîna gelê xwe bê derengî û bê birrîn dibû, zor û sitemî, newekhevî û qilixadrî ji bo hemî çîn, tîre û hûrgelên bindest û gişê hevgarên mirovaniyê di civaka navnetewî de dupat û şermezar dikirin, û bi dilbarî pênûsa xwe tu carî nedikire kalan û xîmav jî di diwêtê de dîl ne dihişt, bi halana sirûdê, bi derbirîna helbestê, bi kêra tekoşîna namedar weke cengewarekî xamesoz û nemekdar ji heman bêdengiyê di guhê cîhanê de qîr didan.
Min hez jê dikir… ji ber ku: nemir tu gilî û gazind ji êşa canê xwe penceşêra xopan nedikir, û bi ser de jî şopgerînê peyva resen bû, dengvedana han û halana helbestê bû, di hemî mercan de û ji bo hemî hêlekarên jiyanê, ji bo hemnîjadên xwe hergav bervedêr û kargoriyê bergeya tekoşînê bû, tenha dagîrkerên sixtekar ji pênûsa kesên weke wî saw digirtin, loma lebatkarê nemir navendeke pesende û pêşiwar, rêzgirtî û payeberz weke rêzanekî ji xwebawer di dilê tevgera siyasî de, di navkutka civaka kurdî de digirt, bi heman pênûsa çalak çiya, çem û derya, deşt, gelî û daristan, xwerista gulîzarên hemereng yên kurdistana dîlber bê birrîn jêre daçek û êmîşên ku pê hêmanên helbesta xwe dihûnand, û ji baxê ferhenga peyva kurdî paşaxa hevoka kêşesaz û pexşaneyê dikir, bi pariyekî nan ji zeviyên Bizgûrê û berriya Mêrdînê, qurtek av ji kaniyên zêmdar yên qûntara çiyayên Araratê, geliyên zozanê Hindirînê û çirra janê ji Mehabadê, bi misteke ax ji pînakî pîroz ji goristana Qidûrbeg li Qamişloka leheng qayil bû, her wiha wê jî bi dilovanî argûşkên xwe lê dane hev û di ahenga xatirxweztinê de navê Keleş li ser lêvên wê bûn. Belê min hez jê dikir… ji ber ku: lawê nîjadê min bû, hevkar û yekparê armanca kurdewariyê bû.
Zindarî bo helbestvanê hêja nemir seyda yê Keleş.
Sersaxî bo malbat, xizm, heval û hogirên wî di p.d.k ya pêşverû de û gelê kurdistanî bi giştî…zor sipas.
Mihemedê Seyid Husên…Qamişlo---18- 6 -2007
gorican@hotmail.cim