Xalid Cemîl Mihemed1. Rewþa Zimanê KurdîGelê Kurd, bi dirêjiya dîroka xwe, ji bo jiyan, serxwebûn, nasname û hebûna xwe liber xwe daye û hêj di wê kêferatê de berdewam e û ketiye warekî, ku bi hemû erk û belgeyan mafên xwe yên yasayî, mirovî û neteweyî bisepîne, di nav de jî xebata di ber ziman de, ku ew yek ji bereyên wê berxwedanê ye û ne tenê ji aliyê dijminên gelê Kurd ve, ew ziman hatiye binpêkirin, lê belê bi awayekî berfireh û berbiçav, ji aliyê xwediyê xwe ve jî, hatiye perawîzkirin û piþtguhxistin. Êdî rewþa vê berxwadanê çawa ye, ku Zimanê Kurdî tê de ye û çawa dikare serkeftinê di vî warî de bidest bixe?
Bi sedên salan serdestên desthilatdar ên li ser jiyana gelê Kurd, rê
nedane Zimanê Kurdî ku pêþxistinê bibîne, ango rê pê nehatiye dan ku
geþbûn û dewlemendiyê bibîne, herwiha di nav xwe de jî, xebata ku gelê
Kurd, di vî warî de kiriye, ji ber gelek hokar û sedeman, ne li gorî
pêwîst û daxwazê bû, tevî ku di vê serdemê de, hinek gav hatine avêtin,
lê negihiþtine asta ku ev ziman cihê xwe di platformên cîhanî û
navdewletî de bibîne û bi berfirehî bibe zimanê sereke yê dahênan,
lêkolîn, zanist, perwerde û nivîsîna gelê Kurd, li her çar parçeyên
Kurdistanê û li diyasporayê jî.
Hinek zimanzanan, ziman weke dara
biber pesin daye, wiha jî dîtine ku eger guhdan bi wê darê nebe û ew dar
neyê geþkirin, pêþxistin û parastin, êdî metirsiya hiþkbûn, zuhabûn û
nexweþiyê li ser peyda dibe. Ne tenê koka darê, lê belê reh, þax, çiql û
pelên wê jî, pêwîst dikin ku cihê guhdanê bin. Bi wê parastin û
guhdanê, ew dar hebûn, jiyan û nasnameya xwe jî, jidest nade, hevdem ew
dar dîrok û fîlosofiya xwe jî bi xwe re hildigire.
Di vê çarçoveyê
de, bi egera ku Zimanê Kurdî bê jinavbirin û tunekirin, êdî kultûreke
dewlemend ji berhemên astbilind ên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqeyê
Teyran, Macin, Nalî û Mehwî û yên din wê bêne windakirin.
Zimanê
Kurdî ne tenê amêreke hevtêgihiþtinê ye, lê belê gencîneyeke tijî
zanyarî, zanîn, kultûr û nerînên gelê Kurd e, derbarê hebûn, jiyan,
þaristanî, civak, dîrok û pêvajoya dem û gerdûnê. Ango ziman hilgirê
fîlosofiya gelê Kurd e û yek ji amêrên berxwedan û kêferata wî ye ji bo
jiyan û hebûnê.
2. Metirsiyên li ser Zimanê Kurdî
Pêþxistina
Zimanê Kurdî, weke hemû warên din ên jiyana gelê Kurd û civaka Kurdî,
bi diruþm û siloganan, ti encameke erênî nedaye û nade, lewma pêwîstî bi
gavên kirdarî heye, ku ew jî girêdayî ast û awayên bikaranîna wî zimanî
ye.
Þikestina di warê pêþxistin û geþkirina Zimanê Kurdî de,
vedigere gelek rehendan, li ser asta civakî, hizrî, siyasî, ewlehî,
derûnî, abûrî, neteweyî, navxweyî û cîhanî, ku ew hemû rehend, bandorên
nerênî yên mezin li ser çarenivîsa gelê Kurd dirust dikin.
Di vî warî
de, ji bo pêþxistina Zimanê Kurdî, pêwîst e gef û metirsiyên li ser vî
zimanî bêne rakirin, ew gef û metirsî li ser sê terwereyan têne
dabeþkirin:
2/1. Tewereyê navxwe: Ew jî bi bereya navxwe tê naskirin,
ku di cudabûna navbera þêwezaran û þaxên þêwezaran de, diyar e, bi
awayekî ku heta niha li gorî pêwîst þêwezarên Kurdî sûdeke mezin û
berfireh ji hev nedîtiye, bi wateya ku hebûna wan þêwezaran bibe
dewlemendî ji Zimanê Kurdî re, li þûna ku bibe sedema cudabûn û
hevtênegihiþtinê.
2/2. Tewereyê ragihandinê: Ew jî amêrên ragihandinê
û medyaya civakî, di nav de jî, rêklam û pankartan li xwe digire, ku li
ser bereyekî berfireh bandora wan heye, lê bi qasî ku ew bandor nerênî
ye, ne erênî ye, ji ber ku heta niha, bi piranî, Zimanê Kurdî, li ser
asta ragihandinê, tûþî wêranî û têkdanê dibe û bi piranî jî, zimanekî
þikestî û nesaz nîþan dide, êdî li þûna ku Kurmancî be, dibe Erebmancî
yan Tirkmancî.
2/3. Tewereyê derekî: Ew jî girêdayî desthilatên
serdest ên Tirk, Faris û Ereban, ku hewlên wan di tunekirin û pijavtina
Zimanê Kurdî de, berdewam in û herdu tewereyên yekem û duyem ên bûrî jî,
bi wan re dibine alîkar.
3. Kêmguhdana bi Zimanê Kurdî
Kêmguhdan
bi pêþxistin, dewlemendkirin, bikaranîn, vejandin û geþkirina Zimanê
Kurdî û perawîzkirina wî li ser asta takekesî, civakî, perwerdeyî,
siyasî, abûrî, bazirganî, pîþesazî, medyayî, navxweyî, herêmî û cîhanî,
vedigere gelek sedeman, ji wan jî:
3/1. Guhdana bi zimanên biyanî
bêhtir ji guhdana bi Zimanê Kurdî, di xwendin, nivîsandin, dahênan,
rêxistin û dezgehan de, bi taybetî zimanên Erebî, Tirkî û Farisî, ku ji
bo Zimanê Kurdî ew dibine hokarên pijavtin, têkdan, jinavbirin û
tunekirinê, di demekê de, ku li þûna Zimanê Kurdî, êdî ew ziman geþtir û
xurtir dibin. Herwiha þanaziya dezgehên ragihandina Kurdî bi bikaranîna
peyv û þêwazên dariþtin û derbirrînê yên zimanên biyanî, bi taybetî yên
desthilatên serdestî Kurd û Kurdistanê, weke mînak, bi behaneya
hêsankirina zimanê ragihandinê, êdî berê xwe didine bikaranîna peyv,
þêwaz, dariþtin û derbirrînên bi zimanên Erebî, Tirkî û Farisî li þûna
yên Kurdî, ku pêwîst e di ragihandinê de cih bigirin û xelkê li ser
perwerde bikin. Tew gelek dezgehên ragihandinê, bikaranîna peyv û
þêwazên biyanî li þûna yên Kurdî, weke serkeftin, pêþketin, þaristanî,
bajarvanî, taybetmendî û serbilindî dibînin, di heman demê de,
bikaranîna peyvên Kurdî yên resen weke kêmasî û þermezariyekê dibînin, û
li hinek deveran jî, pabendiya bi Zimanê Kurdî yê resen dibe cihê tinaz
û henekpêkirinê jî, bi behaneya ku zimanê resen û xwerû peyama
ragihandinê têk dide, ew jî behaneyeke têkder û ziyandar e.
3/2.
Bikaranîna lawaz û þaþ ji Zimanê Kurdî re, li xwendingeh, dibistan,
peymangeh û zanîngehan, herwiha li ser rûpelên tora medyaya civakî û di
ragihandinê de.
3/3. Piþtguhxistina pispor û þarezayên zimanzan û
rêgirîkirin li pêþ erkên wan, di warên pêþxistin, geþkirin û
dewlemendkirina Zimanê Kurdî de, bi awayekî azad û zanistî, li
xwendingeh, dibistan, peymangeh, zanîngeh û dezgehên ragihandinê.
3/4.
Bêbawerî bi Zimanê Kurdî, ku weke amêreke berxwedan û bercestekirina
kesayetî û nasnameya gel û mirovê Kurd e, li hember pîlan, ajanda û
siyasetên li dijî gelê Kurd û Zimanê Kurdî têne birêvebirin.
3/5.
Jibîrkirina rola Zimanê Kurdî di dirustkirina serkeftin û hevterazûya
derûnî û hizrî li cem mirovê Kurd, li beramber aloziya hemû warên jiyanê
û krîzên ku mirovê Kurd xistiye jêr dorpêçên tund û dijwar, ku yek ji
wan dorpêça li ser çand û ziman e.
3/6. Têkdan û piþtguhxistina rola
Zimanê Kurdî, di warê rûbirûbûn û berengrabûna astengiyên li ber
derbirrînên hizrî, li beramber sitem û pirsgirêkên ku hevterîpî proseyên
siyasî, leþkerî, ewlehî û abûrî, li dijî gelê Kurd, têne birêvebirin.
3/7.
Zimanê Kurdî hêj neketiye warê sûda abûrî û darayî, ku ev yek jî dibe
sedema dûrketina gelek kesan jê, û guhdana bi zimanên din, ku deriyên
karên cudacuda li ber wan vedikin.
3/8. Kêmguhdana berbiçav, bi
xwendina berhem, lêkolîn û pirtûkên Kurdî bi giþtî, hevdem ligel
guhdaneke bêhtir bi berhem û pirtûkên zimanên din.
3/9. Kêmbûn û
lawazbûna wergera ji zimanên cîhanî ji bo Zimanê Kurdî, herwiha kêmbûna
wergera berheman ji þêwezarekî bo þêwezarekî din.
3/10. Astengiyên
cyografî, civakî û abûrî, di navbera þêwezarên Zimanê Kurdî de û
zehmetiyên hevtêgihiþtinê û lawaziya rola ragihandinê û materyalên
perwerde û xwendinê, di vî warî de.
3/11. Guhdana bi milmilaniyên
siyasî, bêhtir e ji guhdana bi çareserkirina pirsgirêk, zehmetî û
pêdiviyên zimanî, ku dibe bi çareserkirina wan milmilaniyan re, alîkar
bin.
4. Dewlemendkirina Zimanê Kurdî
Ji bo pêþxistin,
parastin û dewlemendkirina Zimanê Kurdî, dibe ku hinek pêþniyar û
rasparde di çend xalan de bêne rêzbendkirin, ji wan jî:
4/1.
Geþkirin, pêþxistin, dewlemendkirin û bihêzkirina pirtûkxaneya Kurdî, bi
berhemên wêjeyî (Helbest, çîrok, roman, þano, rexne, pexþan…), herwiha
bi berhemên zanistî, dîrokî, civakî û lêkolînên corbicor.
4/2.
Pêþxistina ragihandina Kurdî, bi taybetî di warê bikaranîna baþ de, ji
Zimanê Kurdî re, di hemû amêrên ragihandinê de, ji televizyon, radyo,
rojname û malperan, bi awayekî ku pêwendî û danûstandin di navbera
þêwezarên Kurdî de peyda bibe, û ew amêr bibine platformên têkilî û
hevtêgihiþtinê di navbera wan þêwezaran de. Wiha jî arastekirina
sîstematîk ji bo bikaranîna baþ ji tora medyaya civakî re (Facebook, You
Tube, Twitter, Instagram), bi awayekî ku sûdê bigihîne Zimanê Kurdî û
wî dewlemend bike.
4/3. Dirustkirina ferhengên corbicor ên yekziman,
duziman û pirziman, herwiha ferhengên pispor û taybetmend bi mijaran, di
hemû warên wêjeyî, zanistî û hunerî de. Li kêlekê jî dirustkirina
ferhengên têrm û zaraveyan, ligel ensîkolpedyayên berfireh û ferhengên
wêneyan û yên þêwezarên Zimanê Kurdî û etlesên ziman û þêwezaran. Ji bo
vê yekê jî, pêwîstî bi erkdarkirina komîteyên þareza û pispor heye, wiha
jî pêwîstî bi terxankirina budceyeke darayî ji bo cîbicîkirina van
karan heye.
4/4. Guhdana bi wergerê, di asteke bilind, akadîmî,
sîstematîk û plankirî de, ji zimanên din ji bo Zimanê Kurdî, ligel
wergera di navbera þêwezaran de jî.
4/5. Pêþxistina materyalên
perwerde û xwendinê, di hemû ast, pol û qonaxan de, bi rêya damezrandin,
piþtgirî û alîkariya dezgeh, deste û komîteyên þareza û pispor.
4/6.
Handana bi xwendin û nivîsandina bi Zimanê Kurdî, herwiha guhdan bi
pirtûkên Kurdî û çapkirin, weþan û belavkirina wan. Di nav de jî guhdana
zanistî bi Zimanê Kurdî û þêwezarên wî, bi rêya lêkolînên zimanzanîn,
rêziman, rênivîs, dengzanîn û hemû astên pêwendîdar bi Zimanê Kurdî.
4/7.
Arastekirina ber bi bicihkirin û bikaranîna Zimanê Kurdî di bazar,
bazirganî, kolan, dibistan, civîn, tevger, belavok, arme, werziþ û
lîstikan de. Herwiha pêþxistina Zimanê Kurdî di asta devkî, axaftin û
nivîsandinê de.
4/8. Guhdana bi çand, huner, stran, folklor, pend, gotinên pêþiyan, film, belgefilm, rêzefilm û þanoyê bi Zimanê Kurdî.
4/9.
Girêdana Zimanê Kurdî bi derfetên kar ve, bi taybetî peydakirina
derfetên kar li ber kesên þareza bi Zimanê Kurdî, bi awayekî ku sûda
darayî û abûrî jî, jê hebe.
4/10. Pakirina Zimanê Kurdî ji peyvên
biyanî yên ku li þûna peyvên Kurdî yên resen girtine, her di vî warî de
dibe her þêwezarek sûdê ji þêwezarên din bibîne, ji bo dagirtina
valahiyên zimanî û ferhengî, ku peyda dibin, bi wateya ku eger gelekî
pêwîst be, ya baþtir ew e ku ew valahî, bi peyvên þêwezarekî Kurdî bêne
dagirtin, yan jî bi peyvên zimanên din ên ne serdest li ser Kurd û
Kurdistanê, ku di hewla pijavtina Zimanê Kurdî de berdewam in, bi
taybetî zimanên Erebî, Farisî û Tirkî. Lê eger peyva pêwîst di þêwezaran
de nebe, ya baþtir ji zimanên cîhanî yên Ingilîzî, Fransî û yên din bê
wergirtin.
4/11. Kar di ber azadkirin, geþkirin û danpêdana bi Zimanê Kurdî, li ser asta navxweyî, herêmî û cîhanî.
4/12.
Naskirina taybetmendî û ciyawaziya Zimanê Kurdî ji zimanên din, weke
mînak, di diyardeya ergatîviyê de, ku tê de lêkera gerguhêz di dema bûrî
de, li gorî bireserê tê kêþan û kirdar tê tewandin û bireser nayê
tewandin, herwiha cînavên kirdariyê cihê bireser digirin û cînavên
bireseriyê cihê kirdar digirin. Ev diyardeya ku di zimanên naskirî de
peyda nabe. Weke mînak: (Narînê pirtûk xwendin) diyar e ku kirdar
(Narînê) yek e, lê lêker li gorî bireserê, ew jî (pirtûk) e, hatiye
kêþan, û bi rêya lêkerê mêjera bireserê hatiye naskirin, ku pirjimar e.
Ev yek jî tê wê wateyê, ku pêwîst e guhdana bi zîrekî, dahênan û xurtiya
Zimanê Kurdî, bê dan, ku ji zimanên din ne kêmtir, qelstir û lawaztir
e, eger kar jê re bê kirin.
5. Encam
Bi pêþxistin,
dewlemendkirin û geþkirina Zimanê Kurdî, taybetmendî û kesayetiya mirovê
Kurd bihêztir û geþtir dibe. Ji ber ku di çarçoveya fîlosofiya ziman
de, Kurdan hêma, sembol û nerînên xwe nîþan dan û hizr û fîlosofiya
Zimanê Kurdî ava kirin.
Zimanê Kurdî, li kêleka ku gencîneyeke
dewlemend e, ew amêreke civakî û rewþenbîrî ye jî. Hevdem ligel hewlên
pijavtina gelê Kurd, hewlên pijavtin û nehiþtina Zimanê Kurdî jî dihatin
kirin û berdewam in, lewma pêwîstiya gelê Kurd bi wê yekê heye, ku çawa
li ser asta siyasî û abûrî kar û xebatê dike, pêwîst e, li ser asta
Zimanê Kurdî jî, bi heman awayî, kar û xebatê bike û ziman nebe qurbanî
di nav milmilaniyên navxwe û derekî de, ku bandoreke nerênî ya mezin li
ser hebûn û paþeroja gelê Kurd dikin.