Sersaxyek ji Kon Re bo Prof. Ezz Zyo Bedirxan
Drok: 10 2020
Mijar: Ne



Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan!
Civaka kurdan ya Kazaxistanê!
Hêjano! Bi mixabinî û dilekî ikestî me li Qamilo, nûçeya koçkirina xatûna kurdên Kazaxistanê (Gulistana Hemo Bedirxan: 1925-2020), li bajarê Amata bihîst.. Eva ku ji ber qencî, dilovanî û rehma wê li ser hejar, belengaz û feqîran di nav civaka kurdên Qafqasayê de bi navê (Dayika Kurdan) û (Dayika Têrêza) dihat naskirin.. Xwedê wê bi dilovaniya ad bike.. wek ku kurdan gotiye: êrejinek Kurd bû, stûna malbata Zîyoyê Bedirxan bû..
 Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan!
Xwe li bîra min e dema ku di sala 1992an de tu hat Qamilo.. Me li mala rehmetî Dr. Alî Loqo hev dît û ba em bi hev re li dîroka malbata te (Bedirxaniyan) sekinîn.. A dinî rojê, em bi hev re çûn Eyndîwerê, raserê bajarê Cizîra Botan, da ku tu ji wir bajarê (Cizîra Botan), hêlîna bapîrên xwe bibîne.. Hingî, min tu naskir.. Min reseniya te naskir.. Min Bedirxaniya te naskir..


Jixwe wek ku tê gotin; bavê te Zîyo Bedirxan bû, yê ku di sala 1953an de, pitî mirina Stalîn, bû rêber û alîkar ku Barzaniyê nemir ji Taqendê here Moskoyê û çav bi Xorov keve..
Belê, wek ku mamoste Hemîdê Hecî Derwê her dema ku dibû behs û qala Bedirxaniyan digot: "Bedirxanî li kû bin, Kurdistan li wire.." Li gor opandina min ji kurdên Kazaxistanê û bi taybetî yên ku li bajarê Almata ne, rola te wek Bedirxaniyekî di nav wan de zor mezin e, tu bi wî erkê xwe yê kurdewariyê radibe.. Mala te ava be..
Belê ezbenî Prof. Ezîzê Bedirxan! Xwedê dayika te (Gulistana Bedirxan), dayika Kurdan, bi dilovaniya xwe ad bike.. Buhit mala wê be.. Serê te û malbata te sax be.. Serê kurdên me li Kazaxistanê sax be û  serê gelê kurd sax be.

Konê Re/ Qamilo

10/7/2020
   








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5273