Idrîs Hiso- Gewîlan
Mihsin Hewaþ Hisên ji xelkê Heseka Rojavayê Kurdistanê ye, lê ji ber cenga li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, Mihsin ji bo debara jiyana xwe û malbata xwe ji sala 2014an ve penaberî Herêma Kurdistanê bû û niha li kampa Gewîlan dijî.
Mihsin di salên 2000 – 2003 ku leþkeriya neçar dikir, li bajarê Humsê yê Sûriyê, bû yek ji yarîzanên tîma topapê ya Polîsên wî bajarî, herwiha di sala 1998an de bo demekê di yaneya Cizîra Rojavayê Kurdistanê de jî lîstiye, ji xwe li welatê Libnanê di salên 2008 – 2011 li yaneya Entiwan Nîcêriyan jî lîstiye.
Lê ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê derfet li ber yarîzanên
Kurd kêm bûn û rastî astengiyan ji aliyê rêjîmê ve dihatin. Mihsin dest
ji wan yaneyan berda.
Lewam Mihsin berê xwe da karê boyaxkirina
malan, di wî karê xwe de jî ku li Sûriyê û Libnanê kiriye, gelekî
serkeftî ye ta asta þêwekarekî.
Ew netenê malên xelkê boyax dike, ji wan re li ser dîwarên malên wan tabloyên gelekî ciwan dinexþîne û xweþiyê dixe dilê wan.
Lê
xewna Mihsin ku ew bibe yarîzanekî topapê berdewam e, lewma li kampa
Gewîlan, rojane û ji 5 salan ve heta îro, bi xwebexþî, zarokan ji keç û
kuran dide hev û wan li ser lîstika topapê rahênan dike.
Derbarê
rahênan zarokên kampê Mihsin dibêje: “Werziþ derûniya mirov û bitaybet a
zarokan baþ dike û kesayetiya wan bihêz dike, herwiha wan fêrî
rêzlêgirtinê dike, lewma topa pê yek ji lîstkên herî þêrîn e li ber dilê
zarokan, ez jî dixwazim bi wan re alîkar bim, gelek ji wan heger
guhdaneke baþ bi wan were kirin, dê di paþerojê de bibin yarîzanên zîrek
û dibe serê welat û welatiyên xwe bilind bikin.”
Ji xwe di kampên
penaberan de astengî gelek hene, derbarê astengiyan Mihsin dibêje:
“Mixabin yarîgeheke guncaw ji bo rahênana zarokan nîne, yarîgeheke me
hebû, ji bo mezin û zarokan bû, lê ew jî niha bikêr nayê û bi temamî
têkçûye, û ti kes jî xwe nade ber ku careke din nûjen bike.” Berdewam
dike: “Ez bi rêya rojnameya we dixwazim dengê xwe bighînim rêxistinên
mirovî û aliyên pêwendîdar ku bi çavekî li van zarokan binerin û
yarîgeheke guncaw ji wan re li kampê avabikin û guhê xwe bidin zarokên
me ji ber ew paþeroja me ne.”
Gelek berhemdêr û çalakvan mîna Mihsin
li kapmên penaberên Rojavayê Kurdistanê hene, lê mixabin ew ji hemû
aliyan ve têne paþguh kirin û xwenên wan ber bi bê ve diçin, Mihsin jî
bi rêka Rojnameya Kurdistan xwest ku daxwaz û awatên xwe ji bo peydabûna
yarîgeheke guncaw, û alîkariyên diravî jibo zarokan ku ew paþeroja
welatê me ne bighîne aliyên pêwendîdar û raya giþtî, bi hêviya ku awatên
wan pêk bên û karibin di paþerojê de xizmeta gel û welatê xwe bikin.
Rojnameya Kurdistan01.07.2020 hejmar 176