Konê Reþ û Dehemîn Pirtûka Helbestî bi Navê (Qamiþlo-Pol)
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 05 íæäíæ 2020
Mijar: Nûçe



Cemþîd Bagokî
 
  Di dawiya heyva Gulana /2020an de, dehemîn dîwana Konê Reþ bi navê (Qamiþlo-Pol: Helbest û Pexþan), bi çapeke taybet û xwemalî li Qamiþlo hatiye çapkirin. Berî neh, sisê dîwanên wî ji mezinan re bi navê: Welato!: Beyrût/ 1998, Dergehê Jîn û Evînê,: Beyrûrt/ 2001 û Þîhîna Þevbuhêrkên Dîl: Duhokê/ 2010 hatine çapkirin û Sê dîwanên wî ji zarokan re jî bi navê Sîpan û Jîn: Beyrût/ 1993, Þagirtê Bedirxan im, Beyrût/ 1996 û Helbestên Zarokan: Amed (Diyarbekir)/ 2013 hatine çapkirin. Digel ku Sê dîwanên wî jî, ji zimanê Kurdî hatine wergerandin bo zimanê Erebî bi navê; Cûdî Çiyayê Mirada: wergerandina Hejar Îbrahîm, Þam/ 2004, Dara Çinarê: wergerandina Îmad Elhesen, Þam/ 2006 û Gurzek Êþ: wergerandina Xalis Musewir, Qamiþlo 2017, hatine çap û belavkirin.


  Qamiþlo-Pol: Komek helbest û pexþan in.. ji 222 rûpelan pêk tê. Bi pêþgotinek bedew ji rex mamoste Derwêþê Xalib ve hatiye nivîsandin, Lêveger û berg ji rex mamoste Ciwanê Evdal hatiye kirin, tabloya qabê ji rex hunermendê navdar Fuad Gemo ve hatiye çêkirin. Pirtûk bi çapeke taybet ji rex xwediyê wê Konê Reþ ve li Qamiþlo di çapxaneya Pêlla de hatiye çapkirin. Ji bo nanasîna vê pirtûkê ji gotinên mamoste Derwêþê Xalib ku di pêþgotinê de nivîsandine, xweþtir nabînim:
  "Mirov çi kare di pêþgotina pirtûkekê de ji nivîskarekî mîna Konê Reþ re binivîse, ku bi bûyer û rûdawên jiyanê re pêlên coþa hestên wî radibin û bi hunera kela dilê xwe li ser pel radixîne. Bêguman piþtîne û çarçeva vê huner û coþa dil, tevna  ser-pêhatiyên jiyana wî ne, bi taybetî ew qonaxên ku gorînên giring bi serde hatine. Ji destpêka pirtûka Konê Reþ ya di destê we de, sernavê pirtûkê (Qamiþlo-Pol) bala mirov dikiþîne. Wateya peyva "Pol" payetext e, ango wateya navê pirtûkê dibe "Qamiþlo payetexta dilê min".
  Di helbest û pexþanên vê pirtûkê de diyar dibe çawa renc û azeriyên dilê xwe bi êþ û kulên gelê Qamiþlo ve dihûne, çawa rengên þahiya xwe tevlî keskesora hêvî û omîdên belngaz û bindestan dike.. Konê Reþ bi pêtên dilê xwe, gend û gemarê disoje, pak û temîz pêþkêþ dike, bi hestên têr û zengîn, bi awirên tûj û dûrbîn, bi dilsoziyeke resen û avaker xemla hêviyên hejaran dike buxçikek û diyarî we dike. Ez naxwazim li ser naveroka pirtûkê rawestim, ne jî riwên wê yên hunerî û wêjeyî binirixînim, berî hemî ji bo ku xwendevan bi xwe bibe rexnegîrekî serbest.. Xwendevan dadwer e, ew xwediyê biryara dawî ye".
Qamiþlo 06/06/2020
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5250