Dr.Ebdilmecît Þêxo
Ez jî mîna hemû kurdperweran bi koçkirina þahê tembura kurdî, þahê sazên kurdî yên kevneþopî apê me, apê Adîk pir xemgîn û bê zar bûm.
Cara yekem min hunermendê kurdperwer û rûmetdar di sala 1993 an de di yekemîn mîhrecana roja helbesta kurdî de li "Kela Horî" nas kir.
Temenê wî di ser 80 salî re bû, gava me ewa bi navê komîta amedekar û bi riyê hevalekî me vexwendî mîhrecanê kir, ewî goti bû, ez mirovekî kal im, ez naçim þahiyan û zemawendan, lê eger eva mîhrecana helbesta kurdî ye, ezê ji bo xatirê kurdweriyê û ji bo xatirên hevalên welatperwer li mîhrecanê beþdar bim. Di rastiyê de jî apê me, sazbendê mezin bi rewþenbîr, helbestvan û nivîskarên gelê xwe re li " Kela "Horî" tev tembura xwe amede bû, ewî bi sazên xwe dilên me vejand, ewî li ber sazên tembura xwe hestên helbestvanan germ kirin, ewî bi sazên xwe lat û nerdewanên "Kela Horî" yên bêzar, sernûve rûgeþ kirin, ewî tev dengên helbestvanên xwe mizgînî ji bavpîrên Kurdan re diþandin. Ew roja hîn di bîra min de ye ku çawa dîmenên derdora me, çûk û balindên li ser daran bi sazên hunermendê me re dikeniyan.
Ez dixwazim dilþadiya xwe jî hûnim zimên, gava min keç û lawên gelê Kurd li ser rûpelên malperên kurdî li derdora terma apê nemir Adîk dîtin, eva dîsan tête vê wateyê ku gelê me û rêxistinên tevgera me ya dadmend tucarî hunermendên niþtimanperwer jibîr nakin, bi ya min be jî, ewa rudaweke þaristanî ye û nîþana pêþketina tevgera me û gelê me ye .
Ez bi bûneya vê bûyera reþ serxweþiya malbeta hunermendê gernas û gelê Kurd dikim, û dibêjim; bila dilên we hemûyan hêmin bin, apê me jî niha tev karwana pakrewanên Kurdistanê di buheþtê de ye, ew niha li gel hevalên xwe, dengbêj û sazbendên nemir ahengan ji bo pêþerojeke geþ ji gelê Kurd re li dardixin.
Careke din serên we hemûyan xweþ bin !
Bila sed gurzegul li ser gorna nemir apê ADÎK bin.
Almaniya
8.06.2007