«XERÎBO»
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 31 ãÇÑÓ 2020
Mijar: Nûçe



helbestvan ê bi xerîbiyê ve girêdayî, li vê parzemînê li " Swêd" Adnan Hassan, dîwan a xweyî yekem, bi navê XERÎBO derxistiye , Xerîbo qeftek ji helbestên kurdî rengarenge, tê de helbest a dirêj, helbest û çirûskên helbestî hene, bî þêweyekî bedew û têr, bî zimanê kurdî hatiye nivîsandin .
Tevlî ko yekem dîwana helbestvan ya çapkiriye lê xuyaye ko kevnare û karekî wî dirêj di nivîsandina zimanê kurdî de heye.
Tê bîra min di salên heþtêyî de ji sedsala çûyî, li Qamiþlê ez þevbuhêrkek helbestê ya wî û hin helbestvanên wê demê amade bûm.
XERÎBO di ser 120 rûpela re ye, bi çapek çênî xweþik ji çapxana J&J li Istanbol ê çap bûye.


Ji gulîstana Xerîbo, ZENGIL
Bîst û yek zengilî
bîst û yek carê ez veciniqandim
bîst û yek carê
ez li dora keleha bîanînan geriyam
min bîst û yek derî derbaskirin
li ber her dergehekî
min qetek ji dilê xwe ji te re hiþt
û qetê mayî
min li ser tîpên navê te parvekir
kew ji ser hêlînê terqiyan
û ez hê li benda kewa me
Ko bên li ser sînga min biçêrin

.... kifhat Assad









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5187