Ebdilmecît Þêxo
-1-
Te heroj di dilê min de
dar ji daristana xwe
bi axnên min diþewitandin.
Te heroj bi hilma xwe ya
genî
gulek di gewriyê min de
diçelmisand.
Te herþev
kenînên
zarokên min
di hembêza dayikê de ,
bi kînên xwe
ji segên xwe re
dibrajtin .
Biyanistan!Biyanistan!
te herdem
pîrên min,
di gulistana giyana min de
-2-
bi diranên qeþmerên har
zamdar dikir,
û rûmeta min li sêdarên tilingan
dixist.
Te!Te!Te!
Di kenînên zarên min de,
þitlên kînan diçand
lê gava ez li baskên
bîranînê
bi artewalan re firîm
li berbanga dayika xwe
Efrînê peya bûm
hemû ramanên te
li ber berfînoka
çiyayê Hawarê
li ber lingên dayika min
beravêtin.
Lê min dîsan stêrkên
zaroketiya xwe
maç kir.
Efrîn .2009