Romana «Bêhnekê bidin miriyan» yekemîn karê helbestvan û romannivîsê kurd Mamo Kader e
Dîrok: ÇáÓÈÊ 02 ÝÈÑÇíÑ 2019
Mijar: Nûçe



Samya lawand

Nivîskarên kurd salane berhemên xwe belavdikin, bi þêweyekî berdewam li ser hemû cureyên jiyanê û bi hemû rengên wêjeyê wek çîrokên kin, helbest û roman, û yek ji nivîserên ku afrandin di warê nivîsîna romanê de kir nivîser Mamo Kader e.

Nivîskar û romannivîsê kurd Mamo Qader pirtûkeke nû amade kir bi navê “Bêhnekê bidin miriyan” di vê romanê de sê beþên sereke û 146 rûpel hene, û bi zimanê kurmancî hatiye nivîsîn.


Di derbarê vê Romanê de nivîser di daxuyanîyekî de ji bo "Kurdistan" dibêje: "Xwe di avêje paþila jineke bêkes ku di jiyana xwe de li tûþî gelek astengiyan dihêt û bi þêweyeke hovane ne tenê ji aliyê desthiladariyê ve dihêt êþandin lê her weha ji aliyê civakê ve jî".

Her weha Kader berdewam dike: "Ew jina ku bi gotinên xwe yên kelûgirî destê xwe dirêje hevsarê çîroka ziwariya lê bûyî dike û wê ber bi xwendevanan ve ço dike".

Nivîser di Romanê de xwe bi mijarekî tenê ve girênede, bi gelek mijaran ve xwe mijûl dike û wan tev ra dike, wek “Destdirêjiyên seksî, femenîzm, kujtin, siyaset, xizanî, heyf-hilanîna xwînê, desthilatdariya nêraniya li ser civakê û zordariya li dijî Jinan dihêt bikarhanîn û binpêkirina mafên mirovan, ne tenê ji aliyê desthilatdaran ve lê her weha ji aliyê civak û nas û dostan ve jî”.

Roman her di wî warî de rêya xwe digire û gelek mijarên din dihîne holê, ewên ku ta vê radeyê roleke xwe ya mezin di paþvemayîna gelek civakan de heye.

Nivîser Mamo Kader di dawiya axavtinên xwe de dibêje: ”Ez bi hêviya wê yekê me ku ez di rêya romana xwe re, bikaribim sûdekê li kultûr û civaka kurdî bikim û bala gelek kesan bikiþînim ser hebûna mafê her endamekê/î vê cîhanê bo azad û bi rengê ew dixwaze bijî” .

Tê zanîn ku Mamo Kader li bajarê Kobanî ji dayik bûye, û ew derçûyê zimanê English e, û yek ji endamên rojnameya guhertin a bi kurdî, erebî û îngilîzî dipeyve, û ev pirtûk dibe karê wî yê yekem di warê wêjeyê de bi giþtî.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4929