Pirtûkek nû serkeftinek mezin
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 23 íæäíæ 2017
Mijar: Nûçe



Pirtûkek nû ji aliyê helbestvanê navdar û gewre Birahîm Mela Qasim ve hatiye çapkirin bi navê ciwankariya helbesta kurdî (lêkolîn).di vê pirtûkê de lêkolînek kûr û berfereh li ser pêlewaz û sazbendkirina helbesta kilasîkî ya kurdî kiriye û bingihên her pêlewazekê ku ji çend movikan tê avakirin li gel kîtekirina wê û çend bir tê de hene û li ser barê (qafiye)jî baþ rawesta ye û þirovekirina her pêlewazekê bi çend minakan ji helbestên helbestvanên kilasîkî yên navdar wek: Cizîrî , Ehmedê xanî , feqhê teyra , Cigerxwîn , Tîrêj û yên din zengîn kiriye .


Ev pirtûk cihê þanazî û serkeftinê ye him ji bo zimanê kurdî û zengînkirina pirtûkxana kurdî û him ji bo çi helbestvanekî kurd ku xwe di warê helbesta kilasîkî de dibîne pêwîste ku vê pirtûkê bixwîne û sûdê jê bigire him di aliyê zazbendiyê de û him di aliyê pêlewazkirinê de ji bo tu arîþ û astengî li ba wî ne mînin da ku karibe helbestên xweþtir û naziktir bihûne .
Ji ber vê yekê ez ji dil û can pîrozbahiya heval û birayê min î hêja helbestvan Birahîm Mela Qasim dikim ji bo vê pirtûka wî ya nû li gel serkeftin û pêþketinê û li gel daxwaza pêþketinê ji bo her helbestvanekî kurd .
Lazgîn dêrûnî 23.6.2017 Swîsra






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4644