Ronî ELÎ
Yarê ...
Berî çend rojan .. Çend salan
Gupgupa çavên te
Pirpirînkên þeydê
Di govdeyê min de
Þiyar kirin
Û di navbera çar dîwaran de
Bûme akinciyê welatekî
Bi Aleke
Ji rengê lêvên te
Û sirûdeke
Ji fîxana dilê xwe
Yarê …
Sêpiya Þevê
Hîn rondikên rojê diklîne
Û ji bilî kuzotê
Ti tiþt
Bi devê Meþkê nakeve
Hele were
Ka carekê bi Sosinan re
Em peyman hevsoziyê girêdin
Dibe ku di Biharên bên de
Nivîþkê sibehê
Ji evîna jiyanê re
Bibe berhema guvaþan
Yarê ...
Li banga min
Rewrewa Segên berdayî
Xwedî derketin
Hîn jî lêvên te
Ji ramûsana xwenan
Þiyar nebûn
Birçîne li ber destên te
Nèrgizên sawiran
Ma kengî
Di pêsîra xwe de
Wan av bidî
14/1/2017