Albuma konsera Țivan Perwer, «Țahî û Dilțadî Țivanname 3» derket.
Dîrok: ÇáÎăíÓ 30 ĂÈŃíá 2015 Mijar: Nûçe
Hunermendê hêja û hostayê muzîka kurdî Țivan Perwer, bi helbijardeyeke ji stranên wî yên herî pir tên hezkirin, ku ji konsera Berlînê hatine girtin, bi navê "Țahî û Dilțadî – Țivanname 3” ji alî PEL Recordsê derket. Țivan Perwer ku êța qetlîama 1988an bi strana Helepceyê û dema ku dihatin înkarkirin jî bi coțeke serhildêrane bi Kîne Emê, derd û kulên kurdan dianî ziman, di albuma "Țahî û Dilțadî – Țivanname 3”de cara pêțî ye ku bi saza xwe û dengê xwe pêțkêț dike. Di vê albuma bijarte de li ser hev 10 stranan pêțkêț dike.Stranên “Sebra Malan", "Lê Dotmam" û "Dayîkek" deng û awaz yên hunermend bi xwe ne.
Stranên gelêrî yên wek "Çayê Berbena", "Çik o Sebeb", "Țêxê Canê" û "Li Min Xerîbê" cara pêțî ye ku bi hev re di vê albumê de cih digrin. Her weha stranên ku bi salane tên gotin: "Ez Xelef im","Nazdar" û "Sarê" jî ku di bîra me de ciyekî wan î taybetî heye, di vê albumê de ne. Ev albuma Țivan Perwer ku di sala 2000î de ji konsera Berlînê hatîye girtin û albuma wî ya yekem a sahnê ye, PEL Recordsêçêkirina vê albumê;"Țahî û Dilțadî – Țivanname 3” hilda ser xwe û amade kir û derxist. Li gel enstrumanên otantîk ên wek qanûn, keman, mey, zurne û defê, hunermend bi grûba xwe ya muzîkê re stranên xwe bi awa û țiroveya xwe pêțkêț dike. Hunermend Laleț bi dengê xwe di koroyê de cih digre, muzîsyen Ismet Demirhan jî hem bi dengê xwe hem jî bi mey û zurneya xwe tê de bețdar bûye. Hasan Kanjo li qanûnê, Nahmaddin Najm li kemanê Diler Saaty jî li perkusyonê (def, bendir) dixe û Țivan Perwer jî bi deng û tembûra xwe tê de cih digre. Ev albuma Țivan Perwer; "Țahî û Dilțadî – Țivanname 3” bi awayekî gițtî ji alî Sony Music tê belavkirin. Album li hemû marketên navdar ên muzîkê, li platformên muzîkê yên dijital û li tevahîya Ewropayê jî ji “Amazon” û ji “Kurdish Media Shop”ê tê peyda kirin.
|
|