Ev komkujîya mezin ya pêşîn bû di sedsalê bîstê da li cîhanê û li ser cografîyeka hevbeş navbera ermen û kurd û aşûrî/suryanî û wisa li ser yûnanîyan jî. Di tengên h´ukûmeta turk yên herî bilind da hate plankirin û wisa jî plankirî û bi rêya leşker û çeteyên xwe ev plana qirêj pêkanîn. Komkujî berê jî çêbûbûn, lê sala 1915 gihîştin radeya herî bilind. Sîyaseta Turkîyê ya fermî piştî 100 salî jî ji vê îdêolojîyê rizgarnebûye.
Weke min li jor got, tiştê erênî di van rojan da ev şermezarkirina pirralî û tawanbarkirina Turkîya wê demê bi komkujîyê gelê ermenî ye û nasîna
„genocide“ e . Ev helwesta dibe wane û tirs ji hemû zordar û xûnxaran ra li seranserê cîhanê.
Em, wek netewa kurd pêwîste di tenga kesayetî, rewşenbîrî, hunerî û civakî da lê bi taybetî di sazîyên xwe yên fermî da bi xurtî yekdozîya pirsa kurdî, ermenî û aşûrî/suryaî her tim bînin meydana karê hevbeş. Gelên me kevnarên Rojhilata Navîn in, xaş û nexaş em bi hev ra hezarsalan jîyane. Em kanin di nav sazûmaneka dêmokrat û dademend da îro û di sibarojê da jî wekhev û azad bijîn.
Tevgera kurdî ya sîyasî bê rawestan di wî warî da kardike; çi li Bakurê Kurdistanê, çi li Başurê Kurdistanê û çi li Rojavayê Kurdistanê. Wek nimûneya li meydanê
Peymana Civakî, destûra
Xweserîya Dêmokrat li Rojava, ko kane bibe rêbaza hevjîyana hemû gel û olan li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn.
Ew çend bîrewerên min li pêş nivîsîn tenê nîşanên hevjîyana me ne weke çawa min bi xazayî dît. Pir caran di van 40-50 salên hişyarîya min ya netewî da dema em hatine ser komkujîyan, serhildanan, zulm û zordarîyên li gelên me dibin, em rastî êşên hevbeş û hêvîyên hevbeş hatine. Ferman û komkujîyên li ser gelê me yê êzdî, elewî, aşûrî/suryaî û ermenî hema hema tim ji yek jêderê ne.
Li dawîyê bi kurtî ez dixazim bêjim, em hemû di yek gemîyê da ne. Ez pir hêvîdikim, em bi hev ra bigihên aştî û azadîyê li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li seranserê cîhanê.
22.04.2015