5ê Nîsanê Salvegera koçkirina xebatkar û rewþenbîrê Kurd Hemze Begê Muksî ye
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 07 ÃÈÑíá 2015 Mijar: Nûçe
Newafê Biþar
Di bîranîna koçkirina xebatkar û rewþenbîrê Kurd
ê navdar Hemze Begê Muksî de,vê sibê, em birek ji rîsipî û hezkerên zimanê Kurdî
bi gurzek gul çûne Dugirê û li ser gora wî civiyan. Me ew bibîr anî. Mamoste
Konê Reþ gotineke devkî li ser rol û xebatên buhuþtî pêþkêþ kir, û min jî ev
kurte gotina jêr ji beþdaran re xwend: Hemze Beg, ey "Rehberê
fîdakar"! Vaye îro, em birek ji Kurdhez û þagirdên we bi gurzên gulan li ber
serê te civiya ne, bi xemgînî em wê helbesta ku hozanê Kurd ê navdar"Hejar
Mukiryanî" li ser kêla gora te nivîsandiye dixwînin, ew a ku tê de, soz û peyman
dabû, eger ew roja azadiya welêt bibîne, ewê bi xwe mizgîniyê ji te re bîne!...
Lê, mixabin ku, wekî çawa ew kul û hesreta giran bi gelek xebatkarên Kurd ên
dilsoz re çûye gorê, wisa ew bi we re jî çûye.!! Li her çar parçeyên welêt
îro keç û lawên te rabûne ser piyan, daxwaza mafên xwe dikin û di qadên þer de,
ew mêrxasiyeke bê mînak nîþan didin. Raste em nikarin mizgîniya azadiyê ji te re
bêjin, lê em dikarin dîtina çirûskên wê ji te re dupat bikin, û em bawer in ku
tê wê mizgîniya þêrîn jî bibihîzî. Silav ji giyanê te yê pîroz û yê hemû
sembol û mezinên gelê me re. Û spas ji beþdariya we re.
|
|