Xewnên Payîzek kenok
Dîrok: ÇáÓÈÊ 04 ÃÈÑíá 2015 Mijar: Nûçe
Ronî ELÎ
Min û hêviyan Di hêstirên Zarokekî wendayî de Û li ber dîwarê Lêvên ziwa Ramûsanên xatir xwestinê
Ji paþeroja çîrokên evînê Li hev Parvedikirin Ne min Nameyên xoþewistiyê ezber kirin Û ne jî ramûsanan Soz û peyman Di asoyên Çavqurçkirî de Diçespan din De lêxe ... Singûya hestên sînor kirî Di tengala omîdên beravtî Û kendava kenê Ku di gewriya gotinên evînê de Veþartî maye Dibe ku Sibe Siwarê xeman Ji çirûska Þemalên penaberiyê Mizgîna Þahiya Nêrgizan destnîþan bike De lêxê ... Zengilê Sînga Sibehê Di qurmê dilê aware de Dibe ku Barana Payîzeke kenok Ji nû ve Lêvên wehwehokan bixemilîne Û ramûsanên me Li ser piþta Bayekî tenk Bicivîne 442015
|
|