Dr. Ebdilmecît Þêxo
Çawa tevgera gelê Kurd li Kurdistana Rojava bi dilekî þikestî û xemgînî nûçeya girtina têkoþer M.Þ. Alî bihîst, bi hemî awayên þaristanî nerazîbûna xwe derbirî û rûya karbidestên Sûriyê di qada cîhanî de reþ û þermezar kir. Îro jî piþtî du mehan, tevgera Kurd û gelê Kurd bi dilên dilþad û þahnazî mizgîniya azadîbûna rêzdar M.Þ.Alî pêþwazî kir.
Serbestbûna têkoþer M.Þ.Alî, beþek e ji serbestbûna vîna tevgera Kurd û dêmokratîxwazan li Sûriyê, ji ber ku birêz M.Þ.Alî di jiyana xwe ya siyasî de herdem li gor nirîn û baweriyên xwe vîna gelê Kurd û vîna hêzên dêmokrat li Sûriyê li ser bingeha biratiya gelên Ereb û Kurd di çarçewa dewleta Sûriyê de derbiriye û berevaniya berjewendiyên niþtimanî bi pîdarî kiriye.
Bi vê bûneya pîroz de, pêwîst e em hemî çalakîyên partiyên Kurd, rewþenbîr, niþtimanperwerên Kurd, her wisa jî helwestên rêxistinên navnetewî, gelek partî, kesayetiyên Ereb li Sûriyê û li dervayê welêt di azadiya têkoþer, sekretêrê P Y D K de pir giranbuha binerxînin û em serê xwe li ber têkoþînên wan ji bo azadiya peyvê, serbestiya gelan, parastina mafên mirovan ditewînin û ji hemûyan re dibêjin, azadîbûna sekretêrê P Y D K li me pîroz be .
Lê divê em dîsan jibîr nekin jî, ku bi sedan kurdperwer, siyasetmedarên Kurd û dêmokratîxwazên Ereb hîn di zîndanên destlata Sûriyê de jiyanên xwe bi setemkarî û jan têper dikin. Em lava û hêvî dikin ku têkoþînên azadî û dêmokratîxwazên kurdistanî, cîhanî ji bo goristankirina peyvên mîna "þoven", "dîktetur", "bindest" û bilindkirina ala azadiyê berdewam bibin. Herweha jî dilxweþbûna gelên Sûriyê û hêzên dêmokratîxwaz bi serbestbûna hemû girtiyên siyasî, dê hîn bilindtir bibe .
Her bijî xebatên hevbeþ!
Her bijî tevgera gelê Kurd!
17.02.2007