Ev mîjok çarçeyê giftûgoya ferhkirine, û ferehdikin, û pirsê giring li ser sedma hebûne jiynê dana xweyakirin û her tim pêþkêþdikin.
Goman, wek pirske bê dawî û bi gelek bersiv, destpêke mijûlbûne mirovanê, û avakirne rewþenbîrê bû. Di destpêke zanabûnê de, deme ku mirov ji zarokatê derdikevê yan ji deme ku ew ji çarçeve hovîtiyê cidebûya, li ser vî warî pirsê wî zêdebûne, û kûrbûne, wek pirsê zanebûne mirovatî, calakiyê ji bo jiyanke xweþtir, û pêra gelek sedmê avakirine þehrestaniyê û rexnandinê wê hatine xwiyakirin.
Pirs di warkî de ne rawistihaye, piþtî demekê ji mijulbune mirova mîjokî, dedighê zanistiyê hatine avakirin û pêþketin, di wê demê de felesûfê herî xûrt, ji gomanê zanebûne xwe dest pêkiriya, li cem wa wek pirseke her tim bê bersiv cihê xwe girtiya. Her wehe piraniya ola – bi teybet olê xwedayê ( Azmanî )- binghe bîr û beherê xwe avakiriya li ser pirsên bi gomanêve girêdayî, û xwestine habûn û nabûne xwedê ji vi werî derxin, çarçavk hiþk û bilind li dora gomanê avakirin, pirs kirne warê ( kofrêde ) bi kesayatiya ku hemû bersvê xwe xistine destê wî de û nave wî kirne ( xwedê) û wilo oleperstiyê xwe ji mîjokê gomanê bê bersiv parastin, eu ji heya demeke ne dirêj, dise goman li dore wê fereh hatiya hûnandin, xwedê mijarê bê dawî hatine pêþkêþkirin, piraniya we bi xelekê Sofitiyê ve hatine girêdan.
Goman wek pireske bi mîjokî, bi pêþketne mirovan re û bi demêre ferhedibê; û her tim cihê xwe digrê li cem her kesên ku bi azadî li jiyanê dimayizênin, û amadebûne wan di bê wek mayizandike bê car, di ber barê her tiþîde di rabê, bê ku bighê taliya pirsan, û eu jî bi pêþketine mûjokê ve girêdayîya, û bi tayibet nav bere her dost û mirovekî de, goman ne hatiye avêtin, li ber her daxazikê pirsê lerizî û bê bingeheke bi behwerî derketiye . di warne de daxwiyakirna wê dibê sedma jiyanke xirab û nexweþ.
Rewþenbîr û feylesûf û rêbarê olderistiyê gihane Armance xwe, di warê ku pirsê xwe xistine bin tirsa gomaniyê de, her beþekî ji wan, bi rêke cide, û wek pirske bê azadiye mîjokî birine li ser þaxê jiyanê bi tavahî, bê cilo li ser jiyana mirovan sekinîne, wilo ji kûr li ser ( xerîza ) di navbere mirovan û dewara de karkirine, û her wehe li ser hemû carcevê di jiyanên de sûrûþtê de ( tabiaa ) pêjinine, de bersivên pirsên gomanin xwe bidin, û xwe bi bîr û behwerî bikin.
Li ser sedmê hebûna jiyanê, bi gomanî wek kesê ne olî, fereh giftugo û xebatka mijokî hatiye kirin, gotinên we ji warên oleperisteyê cide dibin, xwedê nabinin berpirsiyarê jiyanê û hebûne wê. di dirokê de nehatiye xuyakirin ku kes û tiþt nayêne guhertin di ware xemkinê û kêfxweþê de û tirse ji mirnê û pêde. hilwest û mijok û jiyan bi tevahî têne pêþketin yan guhartin, wergerandin her tim derdikevin, daxwazi û meyzandin, demne bi pêþve û demne bi paþve têne beyanîkirin, Ev bi gotna navberî de, di ware (ilmî) de, lê mijokvanên (nefsî) nikarin heya vê rojê bighin warekî ku mirov bixê seknandine daxwaziyê de. Nikarin bixwiyanî bidin, bê mirovek her tim kêfxweþe yan jî bihêrza. Di vî warî de pêþketin û ferhbûne helwesta sikoloci bi arikariya gomanê tê xwiyakirin.
Wê cilo ba, ku di warkî mîjokî de. bi serê xwe, bi tene xwe, jiyan mirovatiyê hatibe danîn? Her tim kes kifxweþbe, yan her tim lerizî û xeyidî û kelexî ( qeherî ) bana, yan jî þahînî û xemgînî ji bira wî necûbe? Pirsa yak amin, wê zanestiya mirovatiyê pêþketibe?
Pirs bi giþtî gomanekê didê xwiyakirin, ka mirov têde cawa di meþê û helwestên xwe diþopênê, û dipêjinê ku jiyanke xweþî û zordest, û lerezbûn, qeher, û xemginî…li cem mirove her tim çima di gohertinê deya? mêjî kardikê û wilo ji xwe rehet dikê, bê çilo di pêjinê wilo ji di kevê gomanan û xeman de. mirovê bi jiyane hêdike qayêl dibin hemberî ê ku dixwazin jiyanê tevlêhevbikin pêþketne þehrezayê ser rastikin, di navbere wa de goman amada ye, ji hevdû û ji der dora xwe ne xweþin, kasê daxwaziye þer û xirabî di wanda hatiya çandin himberî kesê bi aþtî der dikevin li ser riwê vê zemînê, û sedem ji vê himberiyê re têne avakirin, jiyan wê bi rêve necê di wek heviyê de. Newekheviya jiyanê mîjokê je hev derdixê, ew bingehe pêþketinêye, bê cidebûnan û newekheviyan þehrezaiytî nayê avakirin, û þehrezabûn bi pêþnakevê. Hebûna kesê ku pir dipêjinin û pêjne xwe dixine bin bingeha gomanan de, ê ku pir di kelixin, ê dipirsin û li dûv zanistiyê dicin, û ê tembel û her wehe kesên din…, jiyanê didine beynîkirin, pirsa kesayatiyê zelal dikin, lê bersivê nikarin bidin, û ev hemû bi gomanêve girêdayîye û bi wê pêþkêþdibê.
Pirsa ku xwe pêþkêþ dike, goman bi xwe ciya? û çi xweþî û naxweþî ji derdikevin? û çime li cem hin mirvan xûrte û li çem hine melûle? Ev pirs ji nav gelek pirsên din bingiha dexwaziye pir kesaya.
Bê çilo felsfê li ser warê gomanê ferehbûna zanistê avakiriya, wilo jî sofitiyê li ser mijoka habûna xwedê li ser avakirya, dijî behweriyên olderestiyên xwedayê, û bahwerî bi habûna piþtî jiyanê aniya, û di navda pêjiniya û kûr xebitiya, û li ser sedmên hebûnê sekiniya û pirsên bi goman danina ber xwe. Di navbere herdû beþê zanebûnê de ( Madî û rûhanî) jiyan û sedmê hebêne wê, ketiya warê jev cidwe de, û gelek pirs dimênin ne xwiya, û ne naskirî, lî ser ku nakokiyê xurt di navberê de hatine avakirin, wilo ji warin mîjokî ferh kirine, li cem kesr û derdê oldeste ji bone habûne xwedê ne sekinîne û karkirine ku nepirse we li ser xwedeyê bê goman windabikin, û bi vê xebatê mirov ji pirsên bi goman dûr neketine. Lê pirên oleperistan li dûv bîr û behwerinan mirovatiye xwe jibîrkirine, di bin kolê dînbûne mêjokî, yan ji ya oldestî, hatine girêdan bi ruhaniya bi pirs û bê goman ve, bahwerî di warê mirnê de maya di bingehe gomaneke ferh de. Kasê wilo di kevine jiyaneke bê xem de, û çi karekî bitirs û zor û xeter habê xwe di wirde dibînin, ji ber ku jiyan li cem wa neme behaya.
Di vê ramanê de, goman di hemû werên xwede û hemû çarçevê li ser pirsan, tê xwiyakirin bi hemû rengê xweve, wek mirov di himberî jiyanê de, yan ji di were bîr û bahwerê xwede li hebûna piþtî jiyanê, rojê wek hevî di jiyana kesa de çi li cem we didê pêþkêþkirin, bi taybet deme ku temnê xorte gelek guhertin têde çêdibin, herkes dibînê û dihnê xwe didiyê û goman di vê demê de cihê xwe digrê, lê pirsê bi goman û bê behwerî bi kesê li ser wara dimênin û dikevine warên giftugoya de, û eve ya ku lebtandinên xorten ên mîjokî ji her rewþenbîrekî þehreza têxwestin, ku riya pêwist ji wan re pêþkîþ bikê…. her tim û di her warî de pirsên bi goman dimênên ên herî giran, û pêþkêþ.
…
Ev rûpelin ji pêþgotine Ramana min ya bi nave ( Goman ) hatiya nivîsandin, di sala 1973 de.
Dr. Mehmûd Ebas
Amerîke