Dibim dostê mirovê her kesê kû aþtî xwaz
Li ser xakê mîna þêr li azmana teyê baz
Welatê xwe rizgarkin ji devê gûr û hirçê
Ji nêv rakin berberî diþûnê de tiê çê
Tevî bikin þînahî hemî bax û daristan
Ji karker re palûke pir bikin em dibistan
Bi xwe mê bên hebûnê ji nû bêjin em hene
Kûrdistana me yeke ne sînor û perçe ne
Ji nêv rakin sînora tevde bi hevre rabin
Bikin govend û dîlan emê bûka xwe þakin
Welat emê avakin kûrdistanek aþîtî
Va kesa ji nav xwe rakin bê axa û begitî
Ma ta kengî bimînin ji bo dijmin koledar
Bira kûjî nemînî bi dest bigrin em hefsar
Raperînek li darxin ji bo wana nema rev
Xebat bikin bi hevre bikin wek hev dil û dev
Ala rengîn mê hildin li ser lat û zinara
Girtîgeha rizgarkin ji bin destê neyara
Hebs û zindan nemînin li þûna wan pirtûk xan
Da kûrd zigûrd nemîne hemû bibne xwendevan
Vê nameye diþînim yên ji kûrd re bûn rê ber
Ne sipas û aferim ma hûn korin xwelî ser
Dijmin bi we dilîzî mîna þetrenc wekî dam
Li piþta we siware ji bo wîna hûn xûlam
Li ser kûrsî hûn danîn navê we kir sekretêr
Dijmin ji wer danî ev nîþan û taca zêr
Neyar bi we dikenî li ser we tev dibin yek
Da hûn kûrd qir bikin ewya didî dar û çek
Bi kûçik re bi þînî bi gûr re ew dixwî pez
Va talan kir bi carek dexl û mal û hemî rez
Bi xapê we em zanin îro kûrd bûye hiþyar
Xaka þêrîn we firot bi zêr û zîv û dolar
We dest daye neyara ye bexda û sitembolê
Yan li þam û tehranê em tên kûþtin li çolê
Ev dîroka wenî reþ hekesê kû kûrd firot
Her xûrþîdo wê bêjî dil û ceger we lê sot
xursid21@hotmail.comxursid-xelil@fecabook.com