Di 06-01-2007 kongirê damezrandinê yê fedrasyona komelên kurdistanî li nerwic li darket, bi amadebûn u piþikdariya nûnerê bêtir ji 30 komelên xebatker yên kurdî u kurdistanî li nerwic, u kesên rewþenbîr yên giring ji penaberên kurd li nerwic, u bi amadebûna nûnerên hemî rêxistinên kurdistanî li nerwic (HEVKARI), u nûnerê fedrasyona komelên kurdistanî li siwêd.
wefdekê mezin ji komela kurdên surî li nerwic bi serokatiya Þêrwan Umer serokê komele u beþdariya endamê komîta rêvebir u yê komîta ragihandinê u berpirsa komîta jinan u berpirsê komîta xortan, li vî kongirî amade bûn.
Kongir bi kêlikek bê deng li ser canê nemirên tevgera niþtimanî kurdî u kurdistanî u bi sirûda ey reqîb dest pi karê xwe kir.
Edi komîta amadekirinê hate ji hevxistin, u komîteyek nû hat cekorin ji bo rêvebirina kongir u ji bo çavdêriya hilbijartinê, berêz Rodî Yelgin ziman hal u berpirsê girûpa rêxistinên siyasî kurdî u kurdistanî li nerwic (HEVKARÎ) bi gotinekê xêrhatine kongir da vekirin, di gotina xwe de li ser giringiya damezrandina fedrasyona kurdistanî li nerwic u li ser giringiya karê kurdî yê hevbeþ li nerwic dirêj sekinî. u paþê ji Dr. Erþad Meirûf nunerê fedrasyona kurdistanî li siwêd gotinek pêþkêþ kir têde li ser vê buyera dîrokî sekinî upesnê wê da, u dirêj li ser karê xwe li siwêd sekinî, u bi navê komîta rêvebir ya fedrasyona kurdistanî li siwêd alîkarî u piþtgiriya fedrasyona kurdistanî li nerwic dikir.
dûre her komelekî beþdar xwe da nasîn u çalakiyên ko pê rabûbûn dane nîþandan, u dektor Þerwan Umer serokê komîta rêvebir ya komela kurdên surî li nerwic raportek dirêj pêþkêþkir li ser armanc u daxwazên komele u çalakiyên ko li welatê nerwic pê rabûne pêþkêþ kiribû.
di runiþtina diwan de beþdaran dan u sitandin kirin li ser reþpelika pirogiramê giþtî u rêxistinî yên ko hatine pêþkêþ kirin ji alê komîta amade kirinê, u pirogirama giþtî u rêxistinî hatin erê kirin, u dan u sitandin pir kûr u binerx bûn, u ji hemî aliyan ve li ser hat sekinandin. u ji biryar hat sitandin ko komiteyek ji 5 endaman were helbijartin karê vê komîtê ewe ko destûrê bidin rastkirin u pêþkêþi kongirê giþtî bikin yê yekem ko di pêþde tê, u komîta rêvebirinê ji 14 endaman helbijartin.
wefdê komela kurdên surî li nerwic guhdanek kiribû bi pirojeyên hatî pêþkêþkirin, u pêþniyarên giring pêþkeþî kongir kiribû, u keysa xwe dît ko xwe bide nasîn bi komelên beþdar re u pêwendiyên xwe bi wanre xwirtkir.
di runiþtina siyan de derî hat vekirin li ber beþdaran ko xwe bidin helbijartin ji bo komîta rastkirina destûr u komîta rêvebir ya fedrasiyona Kurdistanî li nerwic.
u serokê komela kurdên surî li nerwic Þerwan Umer hat helbijartin ji bo komîta rêvebir ya fedrasyona kurdistanî li nerwic, u rojnamevana kurd Sidar Kohin endama komela kurdên surî li nerwic u endama komîta ragihandinê di komele de hate helbijartin ji bo komîta rastkirina destûr.
U bi sirûda ey reqîb pirogirama karê kongir bi dawî hat.
Endamên komîta rêvebirinê yên ko hatin helbijartin di kongirê damezrandinê de evin:
· Kenan Nûdem
· Gulbax Fetahî
· Mihemed Kadan
· Qadir Ezîz Bekê
· Avîn Ezîzî
· Razwan Ebû Zêd
· Bêkes Berwarî
· Þerwan Umer
· Hemza Raþîdî
· Esad Fetahî
· Rencber Ebdule Ibrahîm(Hunner)
· Pêþwa Gulanî
· Soghra Heyderî
· Xelef Babaw
Komela Kurdên Surî Li NerwicBÎROYA RAGIHANDINÊ
10.01.2007