Û dayê....
Porê min ....
Îdî......hew dikarim bigrîm
Û çav ....
Bê viya min
Hêsran dibarînin
( vê firqetê ebter kirin feryad ji destê firqetê
jar û zeyf û zer kirin feryad ji destê firqetê )
Û dayê…….
Ji dastana evînê
Dîse…Memek
Di heyecana iþqa te de
Sergovend
Alaveke vêketî…..xuro pêdarî
Kawayekî nuh….. aþtî karî
Di cotmeha çinînê de
Darhinar
Û Qamiþloka min
Bûye pêt û ar
Bandike keç û kurên xwe
Xortno….werin civînê
Û Rojavayê min
Bi yek dengî dilîlîne
Darbesta Miþelê xwe
Bi kulîlkan dixemlîne
Berbi asoyên vejînê de
Bîna endeko
hilma neþtumanî
dergûþa nûbarekî nuh
dihejîne
û dayê …...megrî
hêsrên te
buhan e
hêsrên te
çavê sûriyan bi girî ve kirin
zevî…zevî
kolan ..kolan
în û þemî geriyan
ji bo Miþelê te
baxek gul anîn û rist kirin.