Di civîna dil û helbestê de
Feqe mîr bû..
þevbuhêrk bi Xanî re,
xweþ bû..
Di xatir xwestinê de
bi þêrîn zimanî
Cizîrî ken li rewanan geþ kir..!!
2
Kilçav
gazinan meke
demsal dibuhirin
herdem
tu
çavan le havînî degerinî??
3
Li hêviya bersivê
bi þevê re westiya
pala xwe spart tava heyvê
û stêrk jimartin,
tariyê rê da ahînan..!!
4
Xwe li germa
bihinvedanê girt..
Mîna goþîkî
hêlîna zêrîn vegirt,
dara gulan jê re bû sîwan
û bi siya evînê hate parastin..!!
5
Bi firîna kewan
evîn hate ziman
rêka winda diyar bû,
pîvazên nêrgizan
ji nû ve zîl dan…
Dilo
dîsa ba ne þopîne;
êþê tev raneke
bera gula jiyanê ne çilmise..!!