Xewên xilmaþbûyî li hêviya bidawîhatinê bûn
Lêbelê dawîhatin bi kesera te dest pê dibû
Em di terkên nenas de ber bi bênavnîþaniyê ve digindirîn
De min ragire!
û zimanê xwe li þûna vê xweliyê li cih bihêle ey sefer!
Û qîlên xwe ji nav parsûyên bîranînên birîndar bikiþine!
Dayika min ji te hez nedikir
û ne jî ji bagera te
Bavê min zimanþikestî ji hevdîtina te vegeriya
Biþkojên peyvê radestî destana te dibûn
Ewrên te saw di pêsîrên jinebiyan de diçandin
Lê tu bi nexweþiya tozê diketî, ey zersosina vegerê!!
Berî her pizanê tu bi karwanekî laþên lal ber davêjî
Û sirûdên xwîna te asoyên xwe dikujin
Mirîþo di govenda kurtêlxwarinê de serxweþ dibin
Ne darbesta te hêjayî mirinê ye û ne jî mirina min têra axa te dike
Tu di devê topa nehezkirinê de nifirek î
Tu bi þevçirayên xwe xewna dayika min dilorînî
De destê xwe ji paxila bêrîkirina min bikiþîne û bîna êvarê bi ser berbiskên çîrokê de nerijîne!
Bila siya terkên te nebe hîzarê destbirîna me
De bila darhinara te welatan dorpêç bike û de bila Cûdiyê te hînî xemsariya pêxemberan bibe û çiyayên bûzgirtî ji tîna te ta digirin
Min xwelibakirin û semageriya þînîgiriya te dipesinandin
Û min bi heyvanê te êþa xwe dimeyand, va ye tu min di meþka xwe de dispêrî dewkêlên çavnebar ên berbangê
Reþgirêdana te ne bi dilê min û ne jî bi dilê þevê bû, reþgirêdana te wek dastanekê hêjayî xwekuþtina gulê bû
Di bêdengiya kêliyan de hezar þevên kanûnê derbas dibûn Û dema ku axîna min pêrgî nexþeya te dibû, sînorên te di dilê min de diteqiyan û min bawer nedikir
Siya xwîna min dibû xaçerêka pevgirêdana zîvalên te û destên min ji cegerdariya kêla te nedibûn
De hilbe ey xwedayê seferê û mohra xcwe ya ji bêhûdayiyê li ser eniya rêçcen qederê li þûn bihêle!
De were û bargehên xwe yên nenas, nejdeyên kêferata xwe, hespên serberdayî yên nifira xwe di rûpelên qonaxê de daçikîne û vê xweliyê hînî sistegavên penaberan bike!
Wêneyên kulên me li hemû koþeyên axên perçebûyî bi dar veke
Û ji karwanê berbeyabiyê re bibêje:
Xelata reçên seferê helbest e
Xelata rêçên seferê darbest e...
Têbînî:
* Ev helbesta hevpar, di 2000/ 11/ 24`ê de, di trêna navbera Bruksel û Kolnê de hatiye nivîsandin.