Þepal Hêvo
Di cejna jidayikbûna helbestê de we diyarî xwe dikim))
Rûdêmên te li ser piþta vî bajarê jiberbûyî peya nabin, tu yê mîna belavokên bêguneh ...
Û dengê te,ew dengê nixumandî bi meþa dotkerne bêjî,salan ji tenêtiyê kesax dikin,hêdî hêdî tu û kesrê di destê sêwiyan de newq dibin,malkambaxo qey tu nizanî? Bê kenê Ehmedê Xursî heyvanê mirinê ye, qey tu nizanî? ew ken bi qaçaxî xwe li sînorê dil dide..
na ne tu û ne yên ku bên.
Tu, ew tiliya bombe kirî, dema nêzîkî zaroktiya vî bajarî dibî... û di gorçika wî ya pîne kirî de li parçeyek ji topê azadiyê digerî, Xemgînê Remo giriyê xwe ji keçkanî dixîne,gorekê ji raman re dikole û di wir de gotinên xwe bi lêvên Têlî dixwîne.
Tu, ew niviþta raketî di nav nigên vî bajarê kunemîzî de...û dema gavekê ber bi keçkaniya helbestê didî,û þûrê xwe yê rep li hemberî wan gotinên sîpe hildidî,bînefiþk bi pênûsa wî dikeve , ew kesê ku hîn jî dilbijê tenêtiya xwe ye.
Tu, ew siwarê xapînokî, dema tu bi riþma vî bajarê kulek digrî û berê wî didî Çemê êvarê...
Wate bêhiþ diherikin,gotinên gundewarî xwe li ser kezeba oxirê moxil dikin û hê jî ew diherike.
Tu, ew sitrana pîxwasî, merdewana xwe li ber bejna vî bajarê rik-rikî datînî,û bi lez tu hildikþî,qena tu banê wê êþa bilind bibînî.
Erê ...tu ew xewna serjêkirî ya ku di damarê xewleyê de li çavekî derveder digeriya,û niha di pêsîra vî bajarê sergêj de tu bi çarlepikên xwe yên tûj deriyê helbesta Ciwan Nebî vedikî
û Hewildanên wî yên kuh Sinet dikî.
Tu, ew Keleþêrê korî, dema ev bajarê tazî ji xwînê þiyar dibe û çavên xwe yên qemûþk girtî bi guriya þermola kil dike, tu mizgîniya þewateke din di zimanê Qadir de vêdixî û wî di ferhenga zaroktiyê de tarûmar dikî.
Tu,ew girêza boyaxkirî bi mamikên tirsê ,dema li ser memikên gotinê dirjî û tixubên hinekirî derbas dikî,Pejal darbesta kenê xwe yê mezrone di celdeyên hewarê de dixindirîne û xwe bi tarîbûna Biyaniyo didoþe.
Û hîn jî dibêje!: Riyên te yên zerhimî pesnê xwe bi meþa me ya nermok didin,rojên te yên beredayî xwe di bînberdana me de kok dikin.