Di sala 1970 an de diçe Kurdistanê û têkilî Pêşmergeyan dibe û jiyana wan ji nêzîk ve dibîne. Her wiha berî ku koça dawî bike careke din diçe Kurdistanê û nemir Mela Mistefa Barzanî bi germî pêşwaziya wî dike û rola wî gelekî bilind dinirxîne.
Di roja 04.12.1978, demjimêr 17:00 an de Mîr Kamîran Bedirxan, nivîskar, Helbestvan, Dîplomatkarê Kurd, Doktorê Hiqûq û Profesorê Zimanê Kurdî li Zanîngeha Oryantala Sorbonê, li Nexweşxaneya St Paul li Parîsê koça dawî kir. Berî mirina xwe, termê xwe kiribû diyarî ji Fakultên Tibî re li Parîsê.. Anku bê gor e.
Berhemên Wî:
1 - Elfaba Min, Çapxana Hawarê, Şam 1938, 32r
2 - Langue Kurde, Paris 1953, 253r
3 - La Question Kurde, Paris 1959
4 - Le Kurde Saus Peine, Paris 1965, 172r
5 - Der Adler von Kurdistan, Postdam 1937
6 - Destpêka Xwendinê, Paris 1971, 165r
7 - La Lyre Kurde, Le Calvaire du Kurdistan (Helbestên Fransizî)
8 - Çarînên Xeyam
9 - Dilê Kurên Min, Kitêbxaneya Hawarê
10 - Elfabeya Kurdî Kitêbxaneya Hawarê
11- Xwendina Kurdî, Kitêbxana Hawarê Demascus 1938
12 - Dersên Şerîetê, Kitêbxana Hawarê
13 - Proverbes Kurdes (Metelokên Kurdî) Lucy Paule, Marguerite û Kamûran Alî Bedirxan, Paris 1937
14 - Le roi du Kurdistan (Qralê Kurdistanê) Kamûran Alî Bedirxan û Adolphe de Falgerolle. Paris 1937
15 - Der Adler von Kurdistan (Eyloyê Kurdistanê) Kamûran Alî Bedirxan û Herbert Ortel. Berlin 1937
16 - Der Schnee Des Lichtes (Berfa Ronahiyê) Şihrên Kurdî Kamûran Alî Bedirxan û Dr Curt Wunderlich, Berlin 1937
17 - Edirne Sukutunun iç yuzu Kamûran Alî Bedirxan Celadet Alî Bedirxan Çapxana Serbestî
18 - Ji Tefsîra Quranê, Paris 1971
19 - Le Dossier du Kurdistan du Sud(Dosya Kurdistana Başur) Paris 1965
20 - Fêrbûna Xwendina Kurdî, 1968 Paris 61r
21- Turkçe izahli Kurtçe Gramer çapa 2 Ozgurluk Yolu Stanbol 1977, 60r
22 - Zimanê Mader, la langue Maternelle, alphabet et lectures Kurdes Paris 1965
23 - Zimanê Kurdî Gramera Kurdî, Tirkî Dr Kamûran Alî Bedirxan û S. Şivan Weşanên Kawa Stanbol 1976
24 - Nivîsa min, Mon Livre Cours Pratique de la langue Kurde Paris 1965
25 - Livres Scolaries Kurdes, Damas 1937
26 - Le calvaire du Kurdistan (Helbestên Fransizî) Paris 26r
Berhemên Çap Nebuyî:
1- Ferhenga Kurdî-Fransizî
2 - Tefsîra Quranê (Bi tenê ji hinek sûreyan çap bûne)
3 - Çar Încîl
ji aliyê rastê, Hac Şêxo Hisên , Dr. Kamîran Bedirxan û xanima wî . ( Bêrûd 1971)
Fermo vê nivîsa Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bixwînin, eva ku berî 78 salan di Hawarê de belav kiriye:
Dildizîya Gulekê
Li ber derîyê Diyarbekrê parîzekî mezin heye. Ev parîz bi sosin û rêhanan, bi lale û benefşan xemilandî ye.
Her êvar bayekî xweş û honik bi wan gulêlîkan re dileyize. Bihnûnî di hêlanoka bayî de xwe dihejînin.
Avên zelal ji sîngên quleteynan divizikin. Ji ezmanî, stêrik, bêdeng li wan fedikirin.
Di bin wê erdê de, di bînaniya hîmên wî parîzî de kortalek heye. Kortal, kortaleke tarî.
Di wê kortalê de Şêx Seîd bi hevalên xwe ve vaşartî ye. Ji wê kortalê deng nayit. Kortal ker û di guhdarîyê de ye.
Di wî parîzî de her şev gulek vedibit. Rengê wê ji lêvên bûkan sortir, pelên wê bel û geş in.
Gava destekî biyanî drêjî wê dibe, pelên gulê tên yêk.
Ew gul, guleke bi nav û deng e. Kurdên ku di şerê welatî de hazir bûn, dildizîya wê gulê dizanin. Dizanin ko spehîtî û geşînîya gulê nîşanek ji imîda Kurdistanê ye.
Dizanîn jî ku di nav her pelê wê gulê de hezar axên birîndaran, hezar evdên şehîdan, bi hezaran hêsirên sêwî û jinûbiyan, bi hezaran şînên welatîyan di xew de ne.
Şevkê, zabitekî dijmin, bi delala xwe ve hat û ket nav wî parîzî. Bi gavinên hişk û kanc pê li çîman û bihnûniyan kir.
Hêşînahiyên zirav şkestin, pelên kulîlkan ji hev ketin.
Di nav bayê êvarê de nalîneke zîz û zelûl hebû.
Zabit, çengê wî di bin çengê delala wî de, xwe da ber gulê û dest avêt gulê. Gul dil kir xwe bigre. Lê ewî ew çinî.
Wekî gul ket nav destên wî, sînga xwe vekir, xwe geş kir.
Her duwan ew bihn kirin û mirin.
Mîr Dr. Kamîran Bedirxan
Hawar, hejmar: 5, 1932, Şam.