Gotin û dîtin nabin wek hev.. (2-3)
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 01 ÏíÓãÈÑ 2010 Mijar: Nûçe
Bihrî Bênij
Miks ya ku di 20/03/ 1998 an de begê wê Nacî Orhan derbarê wê bi Turkî gotîye: Bahçesaray(Miks) …
Bahçesaray bihiştek e Riya wê di pira siratê re derbasdibê Ji tirsa pira wê re xelkê dev ji bihiştê berda **
Her sal bi kêmanî pênc mehan rê girtî ye Millet di navçeyê de bê çare dimînê Jiyan bi zor tê idarekirin Ro bi ro hejar dibê ** Zivistan zehf zehmet e Herkes bo me sebrê dixwazê ji heftan heta heftê salî xelk bi şatrancê dilîzê ** Nizanim çima ev millet xemgîn e?!! Hesab li ortê ye pir dirist e Çi heye, bes du sed rojî Riya wê girtî dimînê ** Wê ji me re bêjin yên mayî li jiyan ji bilî (Baba) pêve derew e Hacî-Bacî filan bihvan Ji me re çarê nayênin ** Kerema xwe re (Baba) bere ferman bê Bere qulbê dîwarê ku riya me girtiye Em zaro ne Tu yî( Baba) Zaro li hêvîya dilovaniyê ne Herweha Nacî beg daxwaza rê kiriye di helbesteke din de dibêjê: ….. ji herkesî re xizmetguzarî pir pir heye bo me tune rê , av , dibistan hêvîyeke me heye bes zivistanê rêyek bo me werê bo me werê ** Hisbkin em jî mirov in Em gelekî şeperze ne Me bi tenê ne hêlin Zivistanê bere arîkarî bo me bê ** … Ajel baytar jêre nayê Miksî doctor nabînê Hukûmet divî derbarî çi dibêjê?! ji vê bersivek bo me bila bê ** ….. Ya ku jêre win dibêjin Mukus Li gor demê li paş maye Bila guhbêdan li çandê Mamoste bo me bera werin ** …. Em hersal felaketdar in Arîkariyê ji kesî nabînin Em li gor xerîtê di Turkiyê de ne Ji bo keşfê werin ba me ** Rêyekê çêkin da xelk rizgarbê Tu bixwazî çep bê yan jî rast bê Bi soz deng ji wan re ne Di hilbijartinan de bi xêr bên cem me … Çi ye sûcê vî miletî Ma zehmet e çêkirina vê rêyê Dehhezar metre gorepan bo me Yê biguherê bere werê ** Bi navê 15000 kesî Ez lava mededê Dikim Werin bi hewara xelkê ve Yê dilê wî ser me biêşê bere werê bo me ** Daxwaza me ji hukûmetê Dumahî bê li vê tûmetê Ti çara me di virde tune ye Yê bê heye bere werê ** Navêm Nacî ye Ez Miksî me Ez nezanim ez gundî me Ezê çawa kulê xwe bêjim seba zarava min heneka li me bikin ). Ev herdû helbest ji 9 helbestên Nacî Orhan in ku 2 ji wan (Vekaletnameya Derdan, Cabek) bi zimanê Kurdî ne 7 ê din bi zimanê Turkî ne(Van, Sevgili oğlum Numan''''''''''''''''a, Mirhasan, Gelin Bize Görün Bizi, Çocuklarıma, Bürokrasi, Bahçesaray) yê gihan destê min.di van helbestan de hestê xwe derdibirê li ser rewşa ku Miks û malbata wî têde di salên ku têde nivîsîne ji 1998-2007: Nacî beg di TRT6 de weha digot:( Gelek şiir hene min nivîsîne yê Kurmancî jî hene yê Turkî jî hene gelek min ser halê xwe nivîsîne, wek qiyaslema min keyfa Aintalî , û cewr û cefa ya Miksê min anîye berê. hêjayê gotinê ye ku Nacî Beg berî niha şaredarê Miksê bû, lê weke min jê bihist hêjî ew bi hinek kar û barê şaredariyê radibê û ser babeta şaredarîtiya wî wisa dibêjê di TRT6 de:( Ser serokatiya şaredariyê wehabû yanî ji tunehiya zelaman ez bijartim belkî wan beledî( şaredarî) tucar nedîtibûn di fikra wan de ji xeynî min tu kes nizanê şaredarîtîyê bike herhalde, û ez dibjartim hingî min dizanîbû çi dihat hemberî min, ez minetdar im ji wî xelkê xwe ez dibjartim heta vê dema hanêkê sala bihûrî, di wextê hilbijartinê de serok wezîr xeberek dabû ku nabê ew kesê pila yekem nêzîkî parlementera bibin şaredar ez jî nebûm şaredar biraziyê min bû şaredar, li wê dema min şaredarî çêkir. mehek min derbasnebûbû ne erda belediyê hebû ne tu makîneyê wê hebûn ne tu karmendê wê hebûn wexta hin belge dihatin min çar pêncek didanî vê bêrîka xwe( aliyê rastê) û yê çûnder ( yê min bersiva wan dayî) çar pêncek didanî vê bêrîka xwe ( aliyê çepê) , cihê min tune bû, mufetişek hat li qaymeqamiyê geriya qaymeqamî jî li pêşiya mi bû qeza sala pêşiyiê, em jî dê bûbane beledî berî salkê lê wê demê mabû kêmî salekê ji hilbijartinan re , gotin bila bimînê paş hilbijartinan, teftîşê dîtiye em jî belediye ne em jî kirin lîstê bo teftîşê û gotin em dê belediyê jî teftîşkin, ez li qaymeqamiyê rûniştibûm mufetiî gote min sibê emê belediyê jî teftîşkin, mi go çawa sibe tê teftîşkê? Go: sibe sira we ye, min go îro teftîşe û destavêt bêrîka xwe yarastê mufetiş go: çawa îro? Min go:belediye tune, belgeyên hatî ev in ji berîka rastê derxistin û yê herin der jî ev in ji berîka çepê derxistin mi go : ewraqê me ev in ne belediya me heye ne kesekî me heye ne makîneke me heye ne cihekî me heye, neha jî ew zelam hercar telefûnê ji min re vedikê, Oxur Dundar jî ( pêşkêşker kanaleke televîzyonî ye) carekî ez xwestim di gel Fatma Girik ew şaredara Şîşlîyê bû ez jî şaredarê Miksê bûm go ezê xeberdanekê bikim îca ji wê pirsî go çiyî we heye, wê go: ev qas makîne û ev qas tiştê me hene….. go:temam îca ji min pirskir go : yê te çi hene min go: du makînê barkirinê, du makînê kolanê, yek jî kamyon hebûn, lehî hat bir çûn go :çibûn min go: makînê barkirnê du mer(bêr) bûn , yê kolanê du qazmebûn, kamyon jî erboka desta bû. ) Nacî Beg gelek henek û laqirdiyan dikê û gelekî hestyar e: gava em li mala wî bûn gêlas danîn ber me, Nacî beg dît ku nivîskar Zeynulabidîn Zinar yê li cem min rûniştîbû û bi dirêjahî qala serpêhatiyên xwe ji min re dikir gêlas xwar û ji bo cilikên ku em ser wan rûniştine qirêj nekê navikê gêlasê xist berîka xwe ev jî hestyariyeke mamoste Zeynel bû, Nacî beg hat cem wî hêdî hêdî rûnişt weke edeta xwe ser çokan û jê re got: - Te çi kir bêrîka xwe? - Ne tiştek e - de ka derîne ka derîne - tuşt tune ye -belê derîne Mamoste neçarbû lê mukurhat û sîsikên gêlasê ji bêrîka xwe deranîn Nacî beg rahişte sîsikan û di pencerê re avêtin û go:aha xilas. Nacî Orhan Nivîskar Zenulabidîn Zinar ( Zeynel )
îş ser riya Miksê dibê Îro Miks li gor berê modern e lê hîna hotel lê tune ne, lê mamosta û mala mamosteyan lê heye dibistan û mala telebeyan lê heye , şaredariya wê û kaymakamîya wê xizmetê dikin, riya wê jî ber bi pêkanînê ve diçê, li gor malpera qaymeqamiyê 28 Km ji 46 Kîlometran hate qîrkirin, û rê bi xetên hatûçoyê hatin sînorkirin û armeyên hatûçoyê ser hatin çikilandin waliyê Wanê Munîr Karaloxlu, parlementera Wanê Gulşen Orhan bihev re di meha tebaxê de çûn bo sehkirina karên di riya Miksê de dibin ew riya ku di çiyayê Kirapêt re derbas dibê, ew karên ku di nav qeşayê de dibin tevlî ku wext meha tebaxê ye gelekî giring in dimînê 18 Km sala bê2011dê pêk werê ev rê wê heta bi tunelên berfê tê de dê bên diristkirin 12 mehê salê Miksê bi wanê ve girêde, bihayê wê jî 39 Milyon diravê Turkî ye, heta niha 28 Milyon diravên Turkî ji wan hatin xerçkirin .berî niha di riya Hîzan -Bidlîs re salê 12 mehan rê vekirî heye lê ji vê rêyê 125 km dirêjtir e Gulşen Orhan jî da xuyakirin ku gelekî ew Keyfxweş e bi pêkanîna vê riyê , çawa ji mêj ve bavê wê Nacî Orhan daxwaza vê rêyê dikir , derket ser televîzyonan, di civînan de , di helbestên xwe de û mîna bavê wê di got wê jî got: îro em şûna rizgarbûna qezaya me ji berfê em sala rizgarbûna wê ji axê pîrozdikin. Nacî Orhan jî got ez nikarim bi peyvan keyfxweşiya xwe derbibirim ji ber çêkirina vê rêyê , çêkirina vê rêyê rûdanek e pir dilxweşker e. Du festival li Miksê hatin li darxstin bi navê Festivala çandî ya Feyqiê Teyran , ji ber ku ez agahdarnebûm tenê festîvala diwemîm amadebûm . ji ber ku koka min ji gundekî navçeya Gurpinarê ye jêre dibêjin Bilîsava min berya çend salan helbest ser Wanê û Bilîsava hûnandine ew jî ev in: Wana min
Hatim peşkek derya te nav dar û spîndarên te Xweş kir navên zerya te lê lê Wana min lê lê mala min..lê lê xana min Hatim bayê zozanan kavil kelh û eywanan Şûna dax û wêranan lê lê Wana min lê lê mala min lê lê xana min Hatim cih û warê xwe bihişt û embarê xwe Hatim gund û şarê xwe lê lê Wana min lê lê mala min lê lê xana min Hatim paşla yara xwe ber destê kubara xwe Bo sebr û hedara xwe lê lê Wana min lê lê mala min lê lê xana min Hatim lat û deviyan hatim dehl û zeviyan Ezim yek ji neviyan lê lê Wana min lê lê mala min lê lê xana min 16/01/2001 Kelha Wanê
Wan
Ez mişextimJi deviya me ji bestim Ji keviya me ji hestim Ji (Bihrî) yan radiwestim DeryaWanê bi mebestim Erê dayê ez mişextim Jiyan talim kore bextim Şûşa dilê te li rex tim Hûrik hûrik ez şikestim *** Ji nav geliyên sîngê te Kû vîvirand ber cengê te Ji hinavên zivingê te Pekîm agir ez vegestim Şivek im ez ji dara te Ji nav lingên neyara te Mi şîn kirbû bihara te Li çol û hol ez di westim …. 5/11/1988
Mişexte…(Mihacir)Ez koçberim min konê xwe li gelek waran danîye Rewş û mercan li xwar dame lê dilê min li (banî ye) Gund û bajar min lev xistin dil li yekî ne banîye Divim herim lê nizanim felek bo min çi danîye ****** Ji nav mêrgên ji zozanan ji gelîyan ji bustanan Bayê cengê ez avêtim bê xwedî li beyabanan Ji nav gwîzan û meyweyan ji nav behîv û kizwanan Goşt û hestû Qamişlo ne lê xwîna can min (Wanî) ye ****** Xwezî ji Sîpanê xelat xwezî ji Sîpanê xelat Latek bama sax yan mirî ezî mabame li welat Li ser min agirê bumban ji min re di bû kêferat Li bin konê mişextiyê jiyan ne bi hesanî ye ****** Xuşk û bira bav û dayik belavbûne çar kinaran Kula dînê bi wan re çû pişt sînor li rêza jaran Xwezî ez ber derya Wanê hîmek bam yan rayê daran Nav axa xwe sax yan mirî pêlan sebram bi anîye 17/05/1997 Mişextim ji wanê Mal min hişt mewdan min hişt.. (Wan) li ber cengê min hişt.. Can tenê saman ji xak Derd û xem radan çalak Pişt min da mêrg û giya Vîvirî sînga çiya Ser mişext û sêwîyan Bûye dûjeh ew bihişt. Şop şilin bi hêsiran tevlî xwînê.. Min nizanî kî li pey min, kî dimînê..?! Lê dizanim tev girî bû tev girîbû Yê… mirî… bû…. jî… Mirî… bû..ji… minal, kal û firişt Hestiwên xwe min civandin, herdû lingên xwe livandin Min birînên xwe revandin.. Min di xwest bighim jiyanê, lê nizanim …kî gihişt?! ….. 18/5/1989 Îsal bi mehna festivala Feqiyê Teyran mi pêdara da ez herim welatê kalkê xwe bibînim . lê programa festivalê wisabû ku min nikarîbû veqetim ji herim gundê bapîrê xwe, em du şevan li Wanê man, em çûn kelha Wanê , girava Extemarê, dû re ji Wanê berê me ket riya Gurpinar û Hekarî û li ber peşkên baranê dinav belek berfan re , di ber zomên koçeran re di ber Şaxê re em daketin Miksê..
Du wêneyên sembola festivala Feqiyê Teyran
Festival li Miksê du roj bûn rojek bi çûna gundê Warezûzê ser gora Feqiyê Teyran temambû , şeva wê jî bi aheng ûstiran derbasbû , roja dî jî bi sempozyoma helbestvanê me yê kilasîk Feqiyê Teyran kû nêzî çar demjimêran dirêjkir û ser TRT6 zindî hat weşandin têde bihtir ji 20 kesî nivîskar û lêkolîner û parlementer axivîn li ser giringiya ziman û ser babetên cûr bi cûr di şiirê Feqiyê Teyran de, hate behskirin jî ku Feqiyekî sexte li holê hebû, bi çûna serê kaniya çemê Miksê, serdan pêşingeha karên destan ku li parka li navenda Miksê bû, raftinga qeyikan qediya, şeva wê jî li mala Nacî Beg bi stiran û xwendinê helbest û qesîdeyan derbasbû. Bi vê helkevtinê min xwe dît kurekî parêzgeha Wanê bi hemû şaroçk û gundên xwe ve nemaze piştî wê mihvandariya bi rûmet ya ku li Wanê û Miksê bo me hate kirin, bi teybetî ji aliyê Gulşen Orhan û bavê wê Nacî beg yê ku roja dawî ji festivalê mihvan hemû(yên hatibûn vexwendin ji Sûriyê, Iraqê, Iran, Turkiyê û awrupayê) vexwendin koşka xwe û li wir me şîv xwar , bi germî em dan ber oxurê, berî ez herim koşka Nacî beg keça wî Gulşen xan ji min re got :( mamosta here ser ban û Miksê êvarkî ji jor ve bibîne ) û gote camêrekî ( pêre here ) min çend wêneyên Miksê wê kêlîkê Kêşan pey re ez daketim çend lib gêlas ji rezê wan berevkirin û min xwarin û derbasbûm hindur . Kîjan çalakî çêdibû di festivalê de kesatîyek xwenas (mutewazî) amadedibû ew jî Qaymeqamê Miksê birêz Mehmet Yûzer e li sempozyoma Feqiyê Teyran , li serkana çemê Miksê, li bajar nav milet de, li pêşingeha karên destan, li Warezûzê, ji ser pira ku di nav bexçeyê Mikasê de ya çemê Miksê di bin re diçê wî û Gulşen Orhan hêkê xav avêtin wan kesên ser qeyika raftingê berî qeyika wan di bin pirê re derbasbibê , û tevlî xanima xwe û zaroka wan ya hîn şîrmij hate nav mihvanan cem mala Nacî beg, berî wê jî wî beşdarî dikir di rûniştinên ne fermî de gava hunermendan distirandin , bi nivîskar û hunermandan re bi profêsoran re bi xwendekaran re bi mamosteyan re dibû yek heta jê dihat dixwest festival di atmosfêrekî aram de herê serî , Qaymeqamê Miksê Mehmet Yuzer
Gulşen Orhan, Ebdurehman Kurt li ber Serkaniya çemê Miksê…
Gulşen Orhan li Warezûzê cem mezargeha Feqiyê Teyran
Cem tirba Feqiyê Teyran
Deham Ebdulfetah , Suat Atan
Yekbûn li mala mamosteyan
Li mala telebeyan
|
|