Ewqas tu li ber dilê Xwedê þêrîn bûyî, ta ku þitla te ji vê axê rakir û di mêrga feriþteyan de çand.
neviyên Ehrîmenan bera laþê te yê narîn da û Cibraîl û pêxemberan þande pêþwaziya giyanê te.
5
Çawa sebir û hedana çiyan, bê te dê bê!?.
Sebir û hedana çem û kanî, deþt, newal û hevalên te, bê te, çawa dê bê!?.
A min ji te re, bê tu ewqas dikarî dûrî evîndariya vî welatî bikevî!!.
Çavên te yên kenok, ji gewriya þeveqê ewir diþandin û digotin:
Kê ji te gotiye, hemû tiþtên ji wan hezkirim, bi xwe re, ne birinim!?.
tenê, min dikarî welatê xwe, ji ber çav, dev û destên kujer, gur û dêqehpan birevînim û bi xwe re bibim esmanan.