di dema ku deziya pîlanê bi hevxist berî destpêkirina lîska tope di lîsgeha ( yargeha) qamişlo di avdara 3004an de..û çêkirina hin behanan ji bo kuştina bê guneyan ji lawên gelê me yê kurd, û encamê wê pîlaqnê ya ku emalka gihîştiye şerê navxuyî..ya ku dawiya xwe pir bivebû ger ku biba..ger herdu aliyan ereb û kurdan bi filazî berkar nekiribana wê pir pîsbiba…!, û carekî din jî berlêdana hêzên siyasî yên ku navşana şerê pîsîtiyê dikin tevî armanca gohrînê di rewşa rezanî deyan aborî de, û her kombînek yan rêzakarek bi xwe dîtyarek berve guhartinê û gurîna demoqratî aşitî, tevî rexistinên mafê mirovan, û dezgehên civaka ziyarî, û hîn jî bi hêz kardikir jib o herfandina şiyana civaka sûriyê bi hemi aliyan, çi di aliyê razber dabe yan dialiyê şênber dabe û birçîkirina wî, û hilweşandina estûnên zanyariyê, û digaviya herdemî ta boşkirina (valekirina ) naveroka wî ya rêzanî û çandî, û dehistina dîtyanên xwe bervî hin tiştên yên ku karibin karîdaran teve nuhdaran di meydana rêzanî de çi navwelatî dibe yan herêmî dibe…ev li kêlek ( nik ) siyaseta regezperest yak u rijîm dişopîne ji pênc girêk salên dawîyê de di derheqa gelê kurd de.. ji siyaseta tinehkirinê, û nerêniya millî bi heyîna dîrokî wek pêkbînek kokane ji pêkbînên civaka sûriyê, û yasaya hijmartina awerte 1962 ya ku pê bêtirî bi sed hezaran ji vî gelî ji nasnama sûriyê bûn, û piroja kembera erebî ya regezperest ya ku pê bi hezar duniman ji xakên bi xêr ûbêr ya çandinê hat wistandin ji cotariyên kurdan û dane kesên ereb yên ku ji parizgeha reqayê û helebê anîn û li bi cihkirin, tevî siyaseta erebkirinê ji bajar û gundên kurdan re ( guharina navên kurdî ) bi hin navên erebî, mebest jê ewe ku guhartinek demografî bikin ji deverên kurda re li kurdisata – sûriyê, û hîn taltir her ku rijîm sozan dide ku hin tiştan çareserbike di alîkî din re pirojin pîstir derdixîne hole di derheqa gelê me de, minak: di 2008an de şandek şalyarî şande parizgeha cizîrê ta li ser rewşa rasteqîn bisekne, di bin re rijîmê mersûma reş (49)-10-9-2010 û bi wê mersûmê jiyana aborî bi hemi aliyên xwe hate rawestandin, û nuha jî pirojek din ji pirojên regeperestî rijîm bi kar tine ( biryara 2707 di dîroka 17-3-2010 ) ya ku pê 381 cotarî kurd bê xakê çandinê yê ji bav û kalande ya wana bû dimînin li meydana 78 gundan (30000) dunim li devera dîrîkê, ta ku ew cotariyên kurd silokvan bin ji xakên xwe bervê xwe bidin bajarên mezin ( şam û helebê ) û tevî qawîşên sêvîlbînê bin û biçîbibin, yan berê xwe bidib penaberiyê dervî welêt.. ev ton tişta dêle ku kîn û rik çêbibin, çimkî cotariyên kurd yên xudî xak ti carî xak xwe nahêlin û derna Kevin ta ku jiyan xwe û jiyana zarokên xwe bi serdin, ji alîkî de..û ji aliyek dinve ew cotariyên ereb yên bê cefa û bi dibare yên ku deverên kurdan di riya rijîma zordar û keviperest re bistînin ji
kurdan,.. ev dêle tişt bive û ne baş bên meydanê ti kes encame wê tiştî nizan e..
Ji ber vê tiştê han ve hemi tevgera rêzanî ya niştimanî bi hemi alî û hêzên xwe ( netewî, olî ), û ta rêxistinên mafê mirovan, tevî dezgehên civaka ziyarî, tevî tevgera karkeran, û cemewerên cotariyan, û sandîkên karane vexanin ji bo lihekirinekê bikin û yekbûnenekê avabikin ta pêdarî û dijberiya van siyasetên regezperestî bikin, û li hember rahatên qedexkariyê bisekinin, û çalakiyên gelêrî, tevî raperîn û meşînan bi rêkin, û rûtkirina siyaseta zordar di derheqa gelê kurd de,tevî aşkerekirina pirçiqandina mafê mirovan û girtina dehê kesan ji xebatkarên kurd û têxistina wan di taritiya zîndanan de ya ku rijîm pêktîne di riya hin dadeyên awerte ne millî ……û zora girmista ewlekariyê di hemi şaxên şiyana jînê di welêt de, û tinebûna azadiyên gişane ( rêxistinî, rojnamegerî, weşan, û nerîna azad..) ev gişt têne pirçqandin di bin sersiya rewşa awerte, û dadayên pêlnî de..
Ji vir de girîngtirîne ku em pireyên bawariyê ( berewiyê) dirêjkin di nav bera hemi pêkbînan di civaka sûriyê de ji ber ku nîştinên berê em dûr bavêjin, û ferelayanî ( netewî, rêzanî, olî,) bikin karbînên pêşketin, û pêvejokê, wek di welatê pêşketî de, û em bigavin ta ku em dozen niştimanî yên sûcarî di sere gavkin, ta em li şûnê hin estûn û bingehên zanyariyê dînin,..pê welatek ziyarî ava bibe, azadiyên demoqratî di hole bilîzin, û hemî mafên civaka sûriyê têde bên parastin, tevî mafê gelê me yê kurd di çaçuva yekîtiya welêt de, welatek dade û wekhevî serekê hemi tişta be li gur yasayek nûjane ti maxakan ji kesî re tinabe, û rîdarek çêbibe ji bo hilbijartinan, partiya, û çapkirinê, û hemî nakokî bê sûde bên gorane berve hawçariyek vacayî ..di xizmet welêt keve, û hemi şevengên sûrî têde bijîn lihev û bi biratî li ser hezkirinek mezin û li hev…
Ferhengoka sernivîsê;
-behane(حجة, ذريعة) –berew(ثقة) –civaka ziyarî(المجتمع المدني) –dîtyan(تطلع) –digave(يسعى) –dehist(خنق) –dadeyên pêlnî(أحكام عرفية) –dezgeh(مؤسسة) –heyîn(وجود) –hawçarî(منافسة) -karîdar(تفاعل) –kîn-rik(حقد) –karbîn(عامل) –pêkbîn(مكوّن) –piroje(مشروع) -rahatin-têkar(ممارسة) –razber(معنوي) –sandîk(نقابة) –şeveng(طيف) –şiyan(القدرة) –şênber(مادي) –şandek şalyarî(وفد وزاري) –tenahî-asa(متأني,هادئ) –yargeh(ملعب).
* Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê