Helbesta: Besam Mistefa
* Bo: Selîm Berekat
Gir û deþt ên te
Hîn li wir in ..
Toz a mîr û
Heriya jîr
Hîn li wir in ..
Hêsir ên xwîn ê
Bêgunehiya gunehiyê
Berfa henûniyê û
Henûniya xemgîniyê hîn li wir in ..
Qeþmerok ên ku bobelatê diserdînin û
Xwêdana hêrsa te ...
Hîn li wir in ...
Ken ên girî
Þêrîniyên tehl
Rasthatin ên xwar û
Bêzariyên zar
Tev li wir in ..!
Êêêêêêêêêêêêê......
Çolistana bi tîpên te avis
Hîn li wir e .
Zehar ên xwe yên çav zer ji
Rojekê re vediþêr e !
Dehl û zevî
Bi dest ên ti Xwedayan
Nehatine çandin
- Ew erdeka ber bi cot e –
....Û gur û wawîk
Gezan li laþê girê teyî
"Mozan " didin
Hinde ku
Xwîn ji laþê te
Diherike
Û ji çavên te tîp dibarin
Mîna baran ê dibarin
Û hey dibarin ...
Û zarok ên Bakur
Pêxwas
Di kolan ên dil ê te de
Dil ê ewiran tev didin :
Ya rebî baran werê
Genim ê çûkan þîn werê ...
**
Tu tiþtekî naxwaze !
Tenê ,
Ev biyaban þîn bibûna ..
Ev birîn jibîr bibûna ..
Ev êþ dîl bibûna ..
Piþkul ên reþ berve warê xwe vegeriyana ..
Zemîn , zemîn bana û
Mêjû , ev dêlika bêbav , ji xew û kawikiya xwe rabûbana !
Tu tiþtekî naxwaze !
Lê li serûbinê Bakur
Zanim , te dav û xefik vedane ..
**
Bibhîze :
Vaye zarok ên xewn ê
Koysenceq berbi cihê te ve ,
Dixindirînin ---- mîna ku xarek be !
Vaye berf ji serma dikele
Vaye xefik ên te
Çirûskan didin
Xezeba xwe / te kom dikin û
Lingan gez dikin .. ....
Eve þev li cankêþê ye
Eve roj xwe li ba dike
Manendî bûkekê xwe
Kar û bar dike .............
Vaye dawî.. dawî ..dawî
Bakur
Zan dibe ...
...Û tanî roja ku tu gerdûn
-Mîna ku teker ê
Piskilêtekî xirabûyî be
Li pêþiya xwe biajone .................
:
Roj baþ !
Temen baþ !
Jiyan baþ !