Yekemîn rojnameya dayik di dîroka rojnamevaniya kurdî de bi navê (Kurdistan)1898-1902.
Di roja pêncşemê de 22 nîsana sala 1898 an de, li Qahîrê paytexta Misrê,li çapxana (El Hilal) rojnameya Kurdistan hat weşand .
di hejmara yekemîn de,Miqdad Midhet Bedirxan armanca rojnameya xwe dide nasîn û di sergotarek xwe de dibêje:
-"Li her cihekî fêrgeh û xwandingehên baş hebin, ezê nîşanê Kurdan bidim (bo wan bas bikim), her şerek biqewme,dewletên mezin çi dikin, ezê basa hemûyan bikim.
-"Heya niha tu kesî cerîdeyeke wisan (bi Kurdî) dernexistyiye, cerîdeya min yekem cerîde (a Kurdî) ye. Lewma pire ji kêmasiyan, hêvîdarim kêmasiyên rojnamê ji min re binivîsin."
-"Her tiştê ku bi tazeyî tê çêkirin kêmasiyên wê hene. Lê piştî wê, riya xwe peyda dike."
piştî sê hejmarên rojameya Kurdistanê desthelata Osmanî gelek kelem û astengî di rêya belvkirina rojnamê de derdixe,mîr Miqdad di hejmara 4 an de,nameyek bi zimanê turkî ji Sultan Hemîd re dişîne di nameyê de dibêje:
-"Nivîsîna serî ku min bi Tirkî nivîsandiye, nameyeke bo Hezretê Sultan Ebdulhemîd Xan. Di wê namê de, daxwazê jê dikim, rê bide rojnameya min bi azadî bighêje Kurdistanê."
-"Ji wan welatan ku rojnamê ji wan re dişînim, name bo min nivîsdandine, ku Hukumeta Osmanî rê nade rojnameya min bighêje destê wan, ji ber ku ew Kurdî nizanin, dibêjin rojname dijberî wan hatiye nivîsandin."
Miqdad li nameya kurdekî ji Edenê (Seyid Tahir Botanî) vedgerîne:
"… Bi riyên hewce rojnameyên min bên belav kirin, ez neçar im riyeke din peyda bikim bo wê çendê ku 50 dane, "KURDISTAN" bighîje destê te."(5)
Desthelata Osmanî rê li ber rojnameya Kurdisan girt û Miqdad Midhet Xan vegerand Istenbolê .
dipêre Ebdurrehman, li Cinêvê paytexta Siwêsra dest bi weşandina rojnameya birayê xwe Midhet Xan kir.
Ebdurrehman di hejmara 6 an de,di nivîsa xwe de dibêje:
"wisa îşkence kirina birayê min,heger ji bo min bibin Istenbolê û ji armanc û zanîn û bîr û behwer û xwe ragiriya min bi şikur,bi xwedê sond dixwim ku ev tedbîr û xweragirî û berxwedana min bihêz dike ji bilî wê xizmeta tiştekî din nake,kutek li şêr dikevin çengên wî xurtir dibin".
"Min di wê cerîdê de nameyeke Romî (Tirkî) ji bo Sultan Ebdulhemîd Xan nivîsandiye. Di nameya xwe de dibêjim, ji ber wê çendê ku Sultan rê nedaye cerîdeya birayê min li mulkê Sultan bê belav kirin, ezê vê cerîdeyê ji mulkê wî derînim, hetanî ku bikarim ji riya vê rojnamê ji bo başiya Kurdan xebatê bikim û basa ne pakiya kesên devr û berê Sultan bikim."
Reng û nîşana rojnameya (Kurdistan) rojnameya Kurdistan ji çar rûpelan dihate weşandin, (25,50) (32,50) s.m.bi zimanê kurdî (kurmanciya jorîn) bi tîpên Erebî hatiye nivîsandin, navê(KURDISTAN)li rûpela yekem bi pênosa Nesx (tîpên Erebî) hatiye nivîsîn. Di bin de jî sala weşana yekem hijmarê 1315 (koçî) hatiye nivîsîn. Ev nivîsîn heya hijmara dawî ya "KURDISTAN"ê, wekî nasnameya rojnamê di yekem rûpela "KURDISTAN"ê de hatiye çap kirin. Ji aliyê rastê navê "KURDISTAN"ê hatiye nivîsîn: "Her nameya ku tê hinartin, diviya bi navê xwediyê cerîdê : Lawê Bedirxan Paşa - Miqdad Midhet Beg bo Misrê bê şandin. Her carê 2000 daneyan bi belaş ji bo Kurdistanê dişînim, ku ji bo xwendinê bi xelkê bihê dan. Ji aliyê rastê "KURDISTAN"ê ev hevoke jî hatiye nivîsîn:
"Bo dervey Kurdistanê bi sal 80 Quruş e, bo navxweye Kurdistanê ji bo daxwazkaran bi belaşî tê şandin."
Ji hijmara 16 an û vir de navê "KURDISTAN"ê li rûpela yekem bi tîpên latînî hatiye nivîsîn.
Di rojnameya Kurdistanê de ji bilî nivîsên bi zimanê kurdî,nivîsên turkî û erebî jî peydadibin:
Jimar (1-2-3) bi kurdî hatine nivîsandin.
Jimar (4-5-6-7) bi turkî bi terzê nameyan ji Hemîdê duwem re hatiye nivîsandin.
jimar (8 ,16) du name bi erebî hatiye nivîsandin,
Nameya Elî Hisên Amêdî ji Mêrdînê, di hejmara(8) an de.
Nameya şêx Hesen li Nablisa Libnanê,di hejmara(16) an de.
û hemû hejmarên din bi kurdî û turkî hatine weşandin.
Çapkirin û weşandina rojnameya Kurdistan:
Jimar (1-2-3)li çapxaneya(Elhîlal) li Qahîra paytexta Misrê 1898.
Jimar(4-5)li çapxaneya rojnameya Kurdistan ê li Qahîra.
Jimar (6-19) li Cinêvê paytexta Siwêsra (1899-1900).
Jimar (20-23) li bajarê Qahîra sala 1900.
Jimar (24) li bajarê London 1901.
Jimar (25-29) li bajarê (Folkiston) dikevî başûrî Birîtanya (1901-1902).
Jimar (30-31)li bajarê Cinêvê 1902.
Jimara 31 ê, ya dawî di 14 nisana 1902 an de hat weşandin.
Rojameya (Kurdistan) rolek girîng di hişyarkirina hestên netewî û welatparêzî di warê ragihandin û çapemeniyê de lîst.
Rojameya (Kurdistan)di gelek waran kar û xebat dikir (rewşenbîrî,siyasî,abûrî civakî)
Lewma ev rojname bû roj ,û tîrêjên wê derbasî her maleke kurd bû ,
Di wê rojnamê de,gelek babet dihatin weşandin(jiyana mîr Bedeirxan,dastana (Mem û Zîn)ya mîrê helbesta kurdî Ehmedê Xanî,pêwendiyên kurd û Ermeniyan cîwarekî fireh di rojnamê digre,jiyan û helbestên Hacî Qadirê Koyî,pertûka (el Hediye el Hemîdiye)ya Yûsif Ziya el Xalidî,cenga Belqanê,cezîra Kirît,cenga Misr û Sûdan,
Malbata Bedirxan ji destpêka mîrîtiya xwe de di kurdistanê de barê welatparêzî û azadiya gelê xwe hilgirtin..ne bi tenê di riya serhildan û raperînan ,belê di warê toreya kurdî de gelek kar û xebat kirin.
Govar û Rojnameyên Bedirxaniyan :
1 - Kurdistan - 1898 - 1902: Xwediyê wê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan û Mîr Ebdirehman Bedirxan
2 - Omîd - 1900 : xwedî û berpirsyarê wê Mîr Mihemed Salih Bedirxan bû, cihê weşandina wê li Qahîra bû.
3 - Kurdistan - 1908 : xwedî û berpirsyarê wê Mîr Sûreya Bedirxan û Ehmed Sûreya Emîn Alî Bedirxan bû, cihê weşandina wê li Stembolê bû.
4 - Kurdistan - 1912 :Kovareke Kurdî û Tirkî bû, cihê weşandina wê li Ormîya bû, xwedî û berpirsyarê wê şehîd Mîr Ebdirrezaq Bedir-Xan bû, hejmara ( 1 ) ê di sala 1912 an de çap bûye, hejmara dawî di sala 1914 an de, di sala 1913 an de piştî ku Mîr Ebdirezaq çûye bajarê Sanpitrisborgê, Simko Axa bi berpirsyariya wê rabûye.
5 -Yekbûn - 1913 : xwedî û berpirsyarê wê Mihemed Salih Bedirxan bû, bavê Rewşen Bedirxan , cihê weşandinê Stembol bû.
6 - Govara Jîn - 1916 : xwedî û berpirsyarê wê Mîr Sûreya Bedirxan bû, cihê weşandina wê li Qahîra bû.
7 - Govara Hawar - 1932 : Kurdî û Fransî bû , xwedî û berpirsyarê wê Mîr Celadet Alî Bedir-Xan bû ,cihê weşandina wê li Şamê bû, yekemîn car li ser rûpelên vê Govarê Kurdîya bi tîpên latînî hatiye bikaranîn.
8 - Govara Ronahî - 1942 : xurû bi Kurdîya latînî bû, xwedî û berpirsyarê wê Mîr Celadet Alî Bedir-Xan bû.
9 - Roja Nû - 1942 : bi Kurdî û Fransî bû ,berpirsyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan bû. cihê weşandinê li Beyrûtê bû
10 - Stêr - 1943 : Rojnameyeke xurû bi Kurdîya latînî bû , xwedî û berpirsyarê wê Mîr Dr. Kamîran Bedir-Xan bû, cihê weşandinê li Beyrûtê bû
Dawî
Di 22 nîsana 1968 an de, rojnameya (el te''''''''''''''''axî) gotarek ji dektor Marûf Xeznedar re weşand li ser yekemîn rojnameya kurdî,û di wê rojnamê de pêşniyar kir ku 22 nîsanê bibe roja rojnamegiriya kurdî.
Pertûka bi navê(kurdistan yekemîn rojnameya kurdî) danhev û pêşgotin dektor Kemal Fûad Di sala 1972 an de,hat belav kirin.
"Piştî pirtûka (Mûlid name) ya şêx Hisên Qazî û pertûka (adat û teqalîdê kurdî)ya mela Mehmûd Bayezîdî,
Mirov kare bêje ev rojname zimanê kurdî xist warê nivîsê"
Serkêşê karwanê rojnamevaniyê , dilsoj û xemxurê peyva kurdî , yekemîn yê ku berek danî ser dîwarê rojnamevaniya kurdî ,mîr(Miqdad Midhet Bedirxan).berî 110 salan .
mishelosman@hotmail.com
……………………………………………..
jêder
حول الصحافة الكردية- د.عزالدين مصطفى رسول
نهضة الأكراد الثقافية والقومية-د.جليلي جليل
كولان العربي الاعداد (47-48-50)
Govara (Bihar) jimar (6)
Govara (Metîn) jimar (31-32-99)
Malpera Kurdistan ya ilkitronî .
keser971@hotmail.com