Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di bīranīna (48) Saliya damezrandina Yekītī Nižtimanī Kurdistan de

 


Hižmend Žêxo

Ez vê kurte nasînê diyarî giyanê heval Mam Celal , herwiha ez diyarî  hemû damezrêner , Pêžmerge û xebatkarên (Yekîtî Nižtimanî Kurdistan) dikim.
Di / 1 / 6 / 1975an de hejmarek ji pêžengên kurd Yekîtî Nižtimanî Kurdistan damezrandin.
Yekîtî Nižtimanî Kurdistan di rewž û heyamek zor dijwar de ji bin kulxan û aloziyên bedbîniyê bi rêbertiya heval Mam Celal bi rêket , pižtî salekê ji damezrandina xwe žoreža kurdî ya nûjen li seranserî Kurdistana Iraqê ragihand û Agirê Rizgariyê li dijî Sedam Husên û rêjîma wî ya fažî barand û wê žorežê dawî li rêjîma Sedam anî.
Di wê xebata žorežgerî de destanên qehremane hatin xêzkirin û ji nûve hêviyên gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bilind kirin.


Encam û berhema vê žorežê Rizgariya Kurdistana Bažûr û avakirina sîstemeke federal bû.
Wek hemû kes dizane ku di sala 1991an de, li bajarê Raniya , li bažûrê Kurdistanê, raperîneke dîrokî li dijî rêjîma Bas rabû, di encamê de gelê Kurd dikarî hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê rizgar bikirana û gelek pakrewanên mezin pêžkêžî wê serhildana dîrokî kirin.
Lê di rastiya wê de, endazyarê wê di cîbicîkirina wê de bi hemû hêz û žiyana xwe herdem amade bû. Herweha endezyarê wê raspêrînê jî serok Mam Celal bû ku dikarî di nav dilê gel de cih bigre û mil bi milê gelê xwe ve li hemû bajaran bigere û moralê bide cemewerê serhildêr.
Ew pêngaveke dîrokî û xebateke pîroz bû , lewre dema ku mirov li ser wî çi bêje û çi binivîse her kêm dimîne ji ber ku dikarî bi nasnameya xwe ya kurdayetî , žorežgerî û pêžmergeyetî ve ji çiyayên welatê me bibe kožka serokatiya Komara Iraqê.
Peywendiyên partiya me bi Yekîtî Nižtimanî Kurdistan re
Peywendiyên herdu partiyên me (Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê , û Yekîtî Nižtimanî Kurdistan) peywendiyên dîrokî ne bi dirêjahiya salan berdewam kiriye û endezyarên wan peywendiyan herdu hevalên cefakêž û nemirin heval Hemîd Derwîž û heval Mam Celale , Bi dirêjahiya salan herdu partiyên bira tekez kirine li ser pižtgiriya doza netewî ya kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê û rêzgiritina taybetmendiya doza netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê , di vê derbarê de gelek karên hevbež me bi hevre kirine wek komîta hevrêziya kurdistanî û bereya kurdistanî di sala (1980) de ya ku Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê , Yekîtî Nižtimanî Kurdistan , Partiya Sosyalîst a Kurdistan , Partî Demoqrat a Kurdistan a îranê têde cih digrtin bi amedebûn û çavdêriya herdu partiyên Komonîst ên Sûrî û Iraqî.
Di vê derbarê de hêjayî gotinê ye ku rola herdu nemirên hêja heval Mam Celal û heval Hemîd Derwîž berçav bûn di nêzîkbûna aliyên kurdî û Kurdistanî de.
Heval Mam Celal hevalekî cefakêž , dilsoz û Hižmend bû , Bi dirêjahiya salan di xebata xwe ya partîzanî de rastî gelek êž û azaran hat , bi salan ew ji welêt koçber bû û li xerîbiyê penaber bû, rêjîma fažist biryar nedida ku Mam Celal vegere ser xaka nižtîman , lewre pižtî rûxandina rêjîma Sedam Husên û dema ku tevgera rêzaniya Iraqî bi seranser û ya kurd jî di nav de Mam Celal hilbijartin wek serokê komara iraqa federal wê demê hêviyên miletê me bilind kirin û bandora wê ya erênî ne tenê li ser partiya wî û kurdistana Bažûr bû , bandora wê ya erênî li ser hemû parçeyên Kurdistanê bû.
Bi babeta bîranîna ( 48 ) saliya damezrandina partiya we ya bira ( Yekîtî Nižtimanî Kurdistan ) , û bîranîna ( 47 ) saliya rêketina žoreža kurdî ya nûjen bi rêbertiya serokê koçkirî heval Mam Celal ez germtirîn pîrozbahiyan li we dikim. Herwiha ez di wê baweriyê de me ku Yekîtî Nižtimanî Kurdistan wek partiyeke sereke di nav tevgera azadîxwaza kursistanê de wê berdewam be di pižtgîriya Kurdistana Rojava , Bakur û Rojhilat de.

– Silav li bîranîna ( 48 ) saliya damezrandina Yekîtî Nižtimanî Kurdistan.
– Silav li giyanê wan pakrewanên dilêr ên ku bi rewanê xwe yên pak žoreža kurdî ya nûjen pêxistin.

Heleb / 1 / 6 / 2023 Z - 2635 K

*Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê.


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark