Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Nameyeke dilsoz

 


Boniye-Suad Cegerxwîn

Gelek dîmen û bûyer di dîrokê de ne xuyane, yan jî hatin e windakirin !
Belko ji ber ku kesekî ew ne anîne ziman
Her û ha gelek jî hene ku ne rastin, lê ragîr bûne û hatine tomarkirin
Êdî di rûpelên dîrokê de cî girtin e û bûne bingeh .
Bêguman nifþên bi dûhevde tên dîroka gelê xwe diþopînin û wê wek belgeyeke dirust di vekolînên xwe de bi kartînin û dikin mînak.


Êdî divê em vê rastiyê bidin berçav û hinekî li ser vê pirsê rawestin,bi awakî kûr têde bixebitin.
Di roja me ya îro de gelek nivîskar, helbestevan , vekoler hene ku bi awakî cûda
  ramyar dikin û li gor bîr û boçûnên xwe dinvîsînin,bê ku tu belgeyan bînin ziman da ku gotinên xwe
Pê ber bi rastiyê ve bibin
Bê guman ji mafê her kesekî ye kû binvîse û binerxîne, ew kes azade di nivîsên xwe de , lê gelek
  kêmasî derdikevin holê   
Yek ji wan ewe ku nivîskar bi awireke venasîn li van nivîsan nanere .
Ev nivîs ji aliyê ti dezgehê ve ,nayê kontrolkirin û pesindankirin, êdî her kes rabe û gotinkê di kovarekê de deyne , em bikin belge
û di dîrokê de cihê xwe bigre.Bi vê awaî em ziyaneke mezin li nifþên ciwan dikin her û ha li diroka xwe jî dikin.
 Xala diwemîn ku ez dixwazim bînim ziman ewe: Gelek kesayetî hene
Di dîtineke þaþ de asê ma ne  
Dibe ji bo ku ew ,xwe bi civatê bidin nasîn divê kesên navdar yên din kêm û nizim bikin bê belge û bingeh gotinên xwe dikin da rûber a pesindana xwe fireh bikin goya kes ji kesî çêtir tune ye !
Bê guman ev dîtinek pir þaþ û çewte!
Çima !
Eger win dixwazin pesnê xwe bidin , fermo
Ser çava!
Pêwîst nake win kesayetiyekî din kêm bikin
Ev ne cenge ku em bêjin yan ez ! Yan tu
Hebûna kesên din te kêm nake, berevajî te bi hêz û tund dike, ji ber ku kes cihê kesî nagre,her kes cihê wî belû yê.
Qada jiyanê têra me tevan dike, bera ez jî hebin
Heman demê tu jî hebî û yê din jî hebin.
Bi rastî em hevdû temam dikin û civatê bi karê xwe yê cûr bi cûr rengîn dikin  
 Êdî ewqas jî dîroka me Dewlemend dibe
Bê guman divê em tev pabendî vê rastiyê bibin û alîkariya hev bikin da em dîrokeke rasteqîn ji nifþê hatûyî re bihêlin .
Da kû di pêþerojê de , jê sûda bikin û ji wan re
 bibin jêderên giring  
Hêvîdarim çiqas ji me bê em ji þaþîtiyan dûrkevin û li berjewendiya keseyetiya xwe nenerin .berjewendiya me ya rastî ,di hevgirtina me de ye , di dilsoziya me de yê
Bela armanca me teva rastî û hevkarî be , da em karibin rûpelek e pak û rind ji xwe re di dîroka xwe de verêxînin .
Bi hêvî me, nama min giya be !
  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 9


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark