Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Daxuyanî ji civîna Nivîsgeha Rêzanî ya Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê

 


Nivîsgeha rêzanî ya "Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê" civîna xwe li darxist. Di karnameya civînê de hejmarek ji mijarên rêzanî û rêxistinî hene :
Li ser asta rêzanî : Nivîsgeha rêzanî pêþhatên ku di helwesta erebî û herêmî di derbarê Sûriyê de dibin hatin gotûbêj kirin , û hewlên ku dewletên ereb dikin ji bo vegera sûriyê nav kombendên dewletên erebî , û vegera peywendiyên dîplomasî di navbera sûriyê û hawîrdora erebî bi þêweyekî erênî da ku bandora wê ji hemû aliyan ve di jiyana welatiyên sûrî de bike , û da ku bibe dergehek ji birêxistina pirosêseke siyasî li sûriyê , û di vê çarçewê de nivîsgeha rêzanî dibîne ku divê hikometa sûriyê ji aliyê xwe ve nerîn û pirojeyekê ji çareseriya siyasî re li sûriyê di rêya diyaloga niþtimanî ya sûrî sûrî re pêþkêþ bike û nûnerên hemû pêkhatên civaka sûrî têde beþdar bin. Tevî tunebûna lihevhatineke navdewletî di navber hêzên xwedî bandor di meydana sûrî de û bi taybetî Amerîka ji aliyekî de û Rûsiya ji aliyekî din de ,


lewre dibê ku astengî û dijwarî hebin ji gihaþtina çareseriyeke siyasî ji qeyrana sûrî re. Herwiha hevalan rewþa aborî ya ku welat ji ber digazîne gotûbêj kirin ku bandora wê li ser jiyana welatiyan bi sedema herifîna nirxê pereyên sûrî li hember dolar ku hiþtiye rêjeya sûriyên di bin xeta perîþaniyê de dijîn heroj zêdetir bibe û þêwazên neyênî di nav civaka sûrî de firehtir bibin.
Sebaret bi hewldan û navbênkariyên ku Rûsiya dike ji bo nêzîbûna di navber Sûriyê û Turkiyê de  hevalan tekez kirin li ser ektîvkirina peywendiyan di navber herdu welatên cîran de lê divê li ser bingeha peywendiyên cîrantiyê û rêzgirtina serweriya Sûriyê bin , û hêzên Turkî ji hemû xaka sûrî vekiþin, û divê ev lihevhatina ne li ser hesabê tu pêkhatan be ji pêkhatên civaka sûrî û bi taybetî pêkhateya kurdî.
Di dema gotûbêj kirina rewþa xirab a tevgera kurdî li sûriyê ji encama rewþa parçebûnê ya tevger ji ber digazîne nivîsgeha rêzanî dibîne ku divê partiyên kurdî lêvegereke rexneyî giþtî ji siyasetên xwe yên berê re bikin û siyaseteke nû dînin ku li gor pêþhatên di meydana siyasî ya sûrî de be , û divê kar li ser danheva mala kurd û yekrêziya tevgera kurdî were kirin.
Herwiha civîna nivîsgeha rêzanî li ser rewþa Kurdistana Iraqê rawestiya û destwerdanên berdewam ji aliyê Tirkiyê de û nerêzgirtina wê ji serweriya Iraqî re gotûbêj kirin , û di vê derbarê de nivîsgeha rêzanî ya partiya me ji herdu partiyên sereke dixwaze hiþyar bin ji wan gelaciyên ku hêzên herêmî peyda dikin ji bo hejandina ewlehî û aramiya herêma Kurdistanê.
 Herwiha civînê rewþa partiyê ya hundirîn gotûbêj kir û hejmarek ji destkariyên pêwîst standin ji bo xurtkirina yekîtiya partiyê da ku di zûtirîn dem de kongira partiyê ya Sêzdemîn were lidarxistin.

Qamiþlo / 17 / 4 / 2023

Nivîsgeha Rêzanî ya
Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark