Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ez û Pirtûka: Cizîra Binxetê û Jiyana Rewþenbîrî

 


Konê Reþ

  Di serê vê heyva Nîsanê de/ 2023, pirtûkek min ya nû bi navê (Cizîra Binxetê û Jiyana Rewþenbîrî), di çapxaneya Mîran de, bi çapeke taybet li Qamiþlo hatiye çap û belavkirin. Ev pirtûka min li ser zîlana du beþan digere, beþê sereke; erdnîgarî, dîrok û jiyana rewþenbîrîye li Cizîrê ye û beþê din; çend gotar û danasînên ku li dor parastina ziman û rewþenbîriya kurdî ne..  
  Min ev pirtûka xwe diyarî van lehengên pêþeng kiriye:
"Ez vê pirtûka xwe diyarî canê van lehengên pêþeng di warê ziman û rewþenbîriya Kurdî de dikim; Mîr Celadet Alî Bedirxan, Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can û tev hevalên wan.. Û herweha gurzek Nêrgizên Buharî ji wan kesên ku di vî warî de kar û xebatê dikin, pêþkêþî dikim".
  Û di pêþgotina vê pirtûka xwe de wiha dibêjim:


  "Wek ku diyar e, sal bi sal kalemêr û pîrejinên me, yên ku ew zargotin di tûrikên xwe de parastiye, ji nav me bardikin.. Nifþê nû jî, di bibin bandora xwendina zimanê Erebî û teknelojiya nû de dûrî ziman û edebiyata Kurdî ya devikî (Zarotina Kurdî), dibin.. Ev zargotina ku li hezarê salan vedigere û bi saya wê, zimanê me, dîroka me, hebûn û reseniya me têde kom bûye û kesayetiya mirovê Kurd pê tê naskirin.. Eger ji niha û pênc salên hatî ve, em liqata edebiyata xwe nekin, emê poþman bibin û em þaþiyek mezin di derheqî kultura xwe a devikî û kesayetiya xwe a Kurdî de dikin…"
Naveroka pirtûkê li ser zîlana van mijaran dizîvire:
-Herêma Cizîrê (Binxetê) -Reseniya Kurdan di Cizîrê de -Di Sedsala Dawî Rewþa Ziman û rojnamegeriya Kurdî -Zimanê Kovara HAWARê -Serhildana Wêjeyê Li Rojava -Rewþa Ziman Piþtî 2011an -Cizîr Gencîneyeke ji Folklorê Kurdî re -Wêjeya zarokan li Cizîrê -Bi Kurt Kurmancî, Kiye Rewþenbîr -Hizir û Bîra Azad -Cejna Newrozê Li Rojava -Bandora Nexwendina Bi Zimanê Dê -Bandora Sirgûnê di Wêjeya Kurdî de -Giringiya pêwendiyên Welat û Sirgûnê -Giringiyên wergerê ji bo Kurdan -Rola dengbêjan û Jina Kurd di parastina zimanê Kurdî de -Bandora Kurdên Bakur li Kurdên Rojava -Bandora Serhildana Þêx Seîd -Hebûna mê di Zimanê me de ye û gelek babetên din... Qamiþlo 30/3/2023

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark