Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ber nuh: Mihmed xo huner jiyan. Ji nivskar Qado rn.

 


Nizar Yosif

Keda nivîskarê birêz Qado êrîn di durv kirina pirtûka li ser hunermendê bê hempa nemir Mihemed êxo de cihê rêzê û syanetê ye.
Ev ked û lêkolîn û dayînhev bi awayek hostayî ji birêz Qado êrîn, encam da, bû verêjek saxlem giha nava lepên xwêneran. Kedek wisa di derbarê hunermend ê xwedan helwest, ku jiyan û hemî xweseriyên xwe ji dozê re terxan kirîn û surgûn bûyî, ji me re cihê romet û bextewerî û anaziyê.  
Min bi lezgînî bergê wê vekir, li naverokê temae kir û sernav xwendin, di nava wan de pêjna cefa û zehmetkêiyên ku nivskar têre derbas bûyî dîtin, ta radeyekê pê serwext bûm.


Bê guman ev xebat ne bi hêsanî û rewan çavê xwe di pirtûkxaneya kurdî de vekiriye, helbet kêmasî û aî jî wê têde peyda bibin, dibe ku deriyê rexn û hogotiyan li dijî berhem bi gitî û bi taybet li dij nivîskar vebin û rû bidin. 
Lê rastî û baweriyên nivîskar û girseya wê kesayetiya ku li ser nivîsî, cihgirtina wê kesayetiyê û bandora wê di nava civakê, rêzan û pîvanê ji serketina berhem re tînin.  Navê Hunermend M.êxo hatiye girêdan û parçûm bûye bi nasnameya civaka kurd û doza kurdistanê ve, ew nîana girêdanê ye di navbera hunerê dilsoz û civaka xwe de. M.êxo bi deng û gotin û nalîn û performansa xwe yên xwe û bi bandor, wî peyama xwe ya hunerî di hemî tengaviyên jiyanê de biriye serî, bûye mîrate ji çanda gelê xwe re.  
Nivîskar Qado êrîn û naveroka pirtûkê:
-Pêgotin: Nivîsa nivîskar Qado êrîn e.
-Jiyana hunermendê nemir Mihemed êxo tîne zimên.
-Gotar û lêkolînên bijartî: Nivîskar Q. êrîn para nivîskar û lêkolînvanan di pirtûkê de ji bîra ne kiriye, lewma gelek gotarên wan di berhemê de cih girtine, hevpeyvînên ku bi hunermend û rojnamevanan re li ser wî hatîn kirîn û yên bi M.êxo re bûyîn, têde bi ûn bûne.
-Beê stranên Mihemed êxo: Di nava xwe de hêjmar 124 stran nivîsîne.
-Beê Portrêtan: Hêjmarek ba ji wêneyên ku êwekaran çêkirîn tê de cih girtine, lê mixabin gelek wêneyên din yên ji hêla êwekarên din ve hatîn çêkirin, bi aî û bêhemdî hatine ji bîra kirin.
-Beê dawî Wêne û belge: Taybet yên hunermendê nemir Mihemed êxo ne, wêneyên ku di jiyana wî ve girêdayîn û têde peyda bûyîn ewin.
Dubare ev berhem li gelê kurd û pirtûkxaneya wî pîroz be, da ku ji nifên sibehrojê û lêkolîneran re bi be jêder û çavkanî, û ji pêvebirin û nûkirina hunerê kurdî re mal û milk be.
Dest saxbi rêzdar Qado êrîn.


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 3.4
Bi Tevah Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark