Bedel BacilorîPiþtî þehîdbûna babê min bi çend heyvekan, li sala 1984an, li dervera Silîvana li Rojhilatê Kurdistanê min seredana rêzdar Mesûd Barzanî kir. Cinabê wî pirsyar ji min kir,
got: Tête bîra te li sala 1978an dema bîvelerzê(erdhej) li bajarê Tebes Gulþen daye?
Min gote wî belê li bîra min tê. Cinabê wî got ez li welatê Emrîka bûm li dev Barzaniyê nemir ku wî demî yê nexweþ bû, çareseriya wî dihate kirin.
Cinabê wî gotî: Em li pêþ televizyonê bûn, me guhê xwe dida deng û basan… demekê gotî ku bîvelerzê li îranê li bajarê Tebes Gulþen daye. Nêzîkî 25000 hezar kesan yêt hatîne kuþtin. Bihîstina vî deng û basî Barzanî zor nereht kir. Gotî: Ya rebî Mihemed Hesen Bacilorî û malbata wî diparastî bin. Ew du sal û nîv bûn ku mala me li bajarê navbirî bû.
Rêzdar Mesûd Barzanî got: Barzaniyê nemir, emir kir gote min here
telefona Idrîs bike û bêjê hindek mirova firêkete bajarê Meþhed ka çi
li Mihemed Hesen Bacilorî û zarokên wî hatiye, heta xeberekî bo min
neyînî neyê dev min. Li wî serdemî kak Idrîs Barzanî li nêzîkî Tehranê
li bajêrê Kerec bû.
Cinabê Mesûd Barzanî gotî: Ez çûm min telefona
kak Idrîsî kir û peyama Barzanî gehande wî, kak Idrîsî got: Bira, min
Mela Mihemed û êkê dî yêt firêkirîne bajêrê Meþhed. Her demê xeberek da
min dê te pê agahdar bikim. Dema êvarî bû, kak Idrîs telefona min kir,
gotî: Bêje cinabê Barzanî kak Mihemed Hesen Bacilorî û malbata wî bi
silametî ne, du rojan berî bîvelerzê mala xwe ya biriye bajêrê Meþhed.
Cinabê Mesûd Barzanî got: Ez çûm min peyama kak Idrîsî gehande Barzanî.
Cinabê wî gotî: Þukir ji bo Xwedayê mezin ku Mihemed Hesen Bacilorî û
malbata wî ji vê karesatê rizgar bûyîne. Rêzdar Mesûd Barzanî got: Min
gote Barzanî tu ji bo evî mirovî gelek nereht bûyî. Emir kir, ka rîne
xwarê da bo te behsê vî qehremanî bikim.
Barzanî gotî: Mihemed Hesen
Bacilorî kurê Selîm Bacilorî ye. Babê wî li þoreþa Barzan beþdarî kirî
ye. Mihemed Hesen êk ji qehreman û dilsoz û wefadarê min e li devera
Behdînan ji binemaleka Kurdperwer e. Her cepekê min berê wî daye wê
serkeftin bi dest ve înaye. Barzanî emir kir piþtî mirina min Mihemed
Hesen Bacilorî û malbata wî ji bîr nekin. Ewa bivêt bo bikin.
Cinabê
Mesûd Barzanî gote min hêviya min jî ew e hûn rêbaza wan bernedin. Min
jî gote wî: Em jî dê li ser Kurdîniyê berdewam bîn, belê hûn jî me ji
bîr nekin.
Giyanê wan li beheþtê þad be.
01.03.2023
.
