Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

rok: Ji rokn v berhema min a apkir

 


Bi weandina van kurte çîrokan, wê çîrok nivîsek bi nav bibe, ew e: Lewend Dalînî (Sêf Dawid)! Ev ne propagend ye, an jî rêklame ke, na! ew rastiyeke, dema ku xwendevan sêzdeh, çîrokên vê pirtûkê bixwîne. Ev bi xwe ne merceke, lê belê daxuyaniyek wêjeyî ye.
Brahîm Mehmûd

Çîrok 1.
HÊVÎYÊN QURMIÇÎ

Lewend Dalînî

Diya Bêkes dixuyê ku qedandin li vî bajarî nemaye bavo, ma çi qewimîye!?Ka fincanek qehwe vê sibehê bide min û peyre ezê bi rexê sinceqê ve dagerim! ji dostekî, ji hevalekî yan jî mirovekî, ku bi deynê xwe çend qurûekî bidê min, bi hêvî me ku ezê bikaribim kirya andina van pirtûkên xwe bînim û rêkim welatê biyanî yê?


Ew camêrê Ferhad xwe daye ber belavkirin, û frotina wan li wêderê!! Tu zanî bê çiqasî ez westîyame ji belavkirina vê pirtûkê, ji alîkî ve û di dîtina karekî, ji alîyê din ve jî? bawer bike tu kes nemaye li vî bajarî ku min xeber nedanîye cem û min jêre negotiye? Û tanî îro jî; kesî negotiye were bi çerxîyekî jî kar bike!? Vaye dîsa dawîya mihê, hat û krîza kirya xanî û av û elektrîkê wê dest pê bikê.
Rengên buharê di riya di navbera wî bajarî û devera wî de, ne bi rengînî xuyanî dikir, û ramanên wî jî tevlî hevdibûn! mij û dûmanê rea xwe li pêeroja wî di pêça, gelo kû ne nivîskarek ba lê belê hostayê xanîyan, yan jî ên patoza ba wê jiyana wî ne tekûztir û çêtirba?
Dilê wî bi belengazî di sebeta sînga wî de lêdida, û melûlî di herdû çanvên wî, bi hesanî dihatin xwendin…. Pêlên germî û sarîyê canê wî di sipartin hev û heyecanê di kûranîya xemgînîyê de ew perçe perçe dikir! Jiyan di rûbarî herdû çavên mest û melûl bi rengekî re û ne zelal, û nejî sazkar û bi ronahî, dihate xuyanî kirin û di vê derheqê de xameya xwe tawebar û weke polekî bê nirx didît! Û weke seqetekî ku nama xwe nikaribê
bighînê û di nîvê rê de, beravêtî bibê, qurmiçî, û nîvco bimînê? Dîsa didît?
Û ew peyva ku digot: Hêza xamê ji a çek û sîlehan bêhtire? di wê kêlîyê de ne gelekî tekûz û dirist didît!!?? (Tevlî ku di jiyana xwe a nivîsînê de û bi xama xwe û li ser rûpelan, sînor û dezgeh, tevde derbas dikirin û tu rûbarî li pê wê nedidît).

Moralê wî di riya vegerê de ku dostekî wî ne bitenê ew qedandibû, lê belê, firavîneke xwe û bi tewa jî dabû yê, û ew bi kêfxweî rêwingî ber bi bajêr ve kiribû; hebekî hate guhertin û rengên wênê, pêre pêre ew jî li pê çavên wî, dihate guhertin û nûjenkirin? Rengên re û domanî dest bi zelalbûnê û xweikbûnê dikirin, û Aso yê jî nûve xwe li pê çavên wî, ekere dikir.
Zinglê telefûnê di bêrîka wî de bi xurtî lêdida, dema bi peyatî û li bayê lezê, riya di navbera Termînala otobîsê û çarçiya bajêr de bi kinayî qut dikir……
Elo diya Bêkes çiye? Tu li kûye? Va ez gihitime bajêr? Û berê min li cihê andina pirtûka ye? Bi lez were mal!... yan tu bighê ser Bêkes yan na? û dest bi girî kir….
Di cihê xwe de sekinî û qederekê ma sar û bê deng!?...Destê xwe avête pakêta çixarê û ji bêrîka xwe kiand, çixarak jê anî der, pêxist, û dinav diranên xwe de cût!…Agirê wê di miza yekemîn de weke pizotekî sor bû, û nîvê wê ewitand!?.Domanê xwe hilda jor, û dû li jorê û li pey; xwe ber bi ba kir û belavkir… Aso ….ji reî û domanî yê, vê carê, bi temamî li pê çavên wî nema dihate xuyanî kirin, û bêhemd ber bi malê de vegerî û bezî.
Di wan çend roj û evên ku bê rawestan, li nexwexanê û li ber serê Bêkes qedandin, û bi zehmetî bijîkan, ew ji mirinê vegerandin!?...Bavê Bêkes, ne tenê kirya andina pirtûkên xwe, li ser kir, lê weke wan jî bi ser de deyn dikir!?.


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark